AMED - Di demên dawî de
gurbûna trafîka dîplomasiyê ya navbera
Tirkiye û Amerîkayê bala her kesî dikiþîne.
Ev trafîk ne vala ye. Her serdanek di nav xwe de xwedî
wateyek e û bingeha gavên siberojê yên þênber
amade dike.
Serdan û trafîka gur a navbera Tirkiye û
Amerîkayê kûrbûna hevkariya navbera her du
welatan jî diyar dike. Tîrenda vê trafîka
dîplomasiyê bi taybetî piþtî serdana
Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogon a
Amerîkayê ku 5’ê sermawaza 2007’an pêk
hat û vir zêde bû.
Divê serdan û dîplomasiya
navbera Tirkiye û Îsraîlê jî bi tu
awayî ji ya Amerîkayê cudatir neyê dîtin.
Ev her sê alî di nav konseptekê de ne û ji bo
stratejiyeke nû tevdigerin.
Di konsepta aliyan de hîmê
siyasetê
Di vê çarçoveyê
de 10 roj berê Serfermandarê 2’yemîn ê
Artêþa Tirk Ergîn Saygûn çû
Washingtonê. 4 roj berê jî Orgeneralê
Amerîkayê James Cartwright hat Enqereyê. Belkêþ
e ku heman orgeneral çend meh berê jî hatibû
serdan Enqereyê. Ligel vê Wezîrê Edaleta
Amerîkayê Michael Mukasey jî di nav vê
konseptê de di heman demê de hat serdana Tirkiyeyê.
Serdana Wezîrê Parastina
Îsraîlê Ehud Barak, hê beriya wê
serdana Serokomarê Îsraîlê Þîmon Peres
jî pêk hat. Di astên jêr de û bi nepenî
gelek serdan pêk tên û peyman tên îmzakirin.
Serokê þer ê Amerîkayê
tê
Serdana herî balkêþ a Dick
Cheney û Robert Gates e. Cheney li Amerîkayê wek
serokê duyemîn dixuye. Lê di rastiyê de ew ne
duyemîn e li piþt dîwaran ê yekemîn e. Bi
taybetî jî der barê polîtîkayên
cîhanê û ên þer yên Amerîkayê
de wek berpirsê yekemîn tê nasîn. Li gorî
agahiyên heyî Cheney û Gates di meha adarê de
dê bên serdana Tirkiyeyê.
Hesabê plana mezin dikin
Ji ber vê ye ku dema Cheney di
nav trafîkê de hebe divê polîtîka nû
ya ku tê rastkirin de berjewendiyên DYA’yê yên
stratejîk bên dîtin. Ji ber vê ye ku hemû
serdan û trafîka dîplomasiyê bingeha serdana
Cheney amade dike.
Lê dema pêvajoyek tê
þîrovekirin divê li gorî berjewendiyên hêzên
aktîf bê nirxandin. Li vir sê hêzên
aktîf hene. A yekemîn û duyemîn Amerîka
û Îsraîl in. A sêyemîn jî Tirkiye
ye.
Di konseptê de paradoksa dîn
Dema konsepta polîtîka
navbera van hersêyan bê þîrovekirin hin xal bala
mirov dikiþînin. Ji vana yek li gorî berjewendiyên
Amerîkayê statuya Îranê, pirsgirêka
kurd û pirsgirêka Flilstînê ye.
Ji gelek aliyan ve ev her sê xal
û ev her sê aktor li cem hev wek paradoksekê
dixuyin. Di gelek seriyan de tê gotin ku bi vî awayî
konsept nayê lêkirin û ew kesê ku piþtgiriya
Filistînê bike dê hevkariya Îsraîlê
neke. Hikûmetek bisilman be û bi doza bisilmaniyê
bibe deshilat ligel welatên xiristiyan dijîtiya welatekî
bisilman nake. An jî welatê ku piþtgiriya kurdan bike
nikare hevkariyê bi Tirkiyeyê re çêke. Ev
her sê di seriyan de wek paradoksê disekine.
Siyaseta makyavelîst esas digirin
Ev rêbaz di siyaseta makyavelîst
de tu qîmeta wê nîn e. Siyaset makyavelîst
stratejiyên xwe li ser berjewendiyan lê dike. Heke
konsepta siyaseta Tirkiye, Amerîka û Îsraîlê
jî di vê çarçoveyê de neyê
dîtin dê encamên xelet derkevin holê. Di
jiyana þênber de bûyer û geþedan nîþan
didin ku Tirkiye di hêlekê de wek piþtgirê
filistîniyan dixuye û di hêla din de jî bo
piþtgiriya Amerîka û Îsraîlê bistîne
doza filistîniyan firotiye û di binî de dijîtiya
filistîniyan dike.
Amerîka û Îsraîl
jî ji hêlekê ve wek piþtgirên kurdan dixuyin
û di hêla din de jî kurdan ji bo piþtgiriya
Tirkiyeyê ya li dijî Îranê bigirin kurd
firotine.
Nakokiya ku li hev nake ev e:
Tiþta herî poradoks jî di
xala dawî de dertê ew jî ev e. Her kes dizane ku
hêza li dijî Îranê herî aktîf
kurd in. Ev jî ji þert û mercên wan ên
bindestiyê diqewime. Amerîka vê baþ zane û
li gorî vê stratejiya xwe lê dike. Hem dixwaze li
dijî Îranê piþtgiriya tirkan û hem jî
dixwaze piþtgiriya kurdan bi dest xe. Ji ber vê ye ku hemû
kurdan nagire hemberî xwe. Kurdên azadîxwaz yên
wek PKK’ê dijmin diyar dike û pê desteka
Tirkiyeyê distîne. Destek dide kurdên feodal da di
nav demê de piþtgiriya kurdan ji destê wê neçe.
Dixuye ku bi hesabê li ser PKK’ê Tirkiye ligel
Amerîkayê di nav konseptekê de cih digire. Lê
aþkera ye ku kurd li çar parçeyan jî bi rêberiya
PKK’ê radibin û rûdinin. Ji ber vê gelê
kurd dê bibe dijberî Amerîkayê.
Teqez Cheney û Gates di meha
adarê de bên û li Tirkiyeyê li dijî
gelan cilê Decal bidurin. Lê bi piþtgiriya gelê
kurd a ji bo PKK’ê û Serokê xwe Apo careke din ev
bê hilweþandin. Ev bi geþedan û protestoyên 15’ê
sibatê jî hate piþtrastkirin.
This entry was posted on 17-02-2008 09:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 17-02-2008 09:27 Views: 317
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 317