• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Yildiz Gultekîn arrow Asîmîlasyon sûc e!
Asîmîlasyon sûc e! Binivîse E-posta
 
AMED - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi daxuyaniyekê bersiv da helwesta Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan. Merkelê xwest ku penaberên li Almanyayê dijîn hînê çand û jiyana alman bibin. Merkelê destnîþan kir ku ji hemû welatiyên alman ên ji ku dibin bila bibin xwest ku baweriya xwe bi dewleta Alman bînin û li gorî daxwaza dewleta Alman tevbigerin.

Merkelê ev daxuyanî li ser daxuyaniya Erdogon da. Erdogan jî bi daxuyaniyekê ji tirkên li Almanyayê dijîn xwest ku li dijî asîmîlasyona dewleta Almanyayê li ber xwe bidin. Erdogan ev daxuyanî roja yekþema borî li Kolnê da. Balkêþ e ku Erdogan got: “Asîmîlasyon li dijî însaniyetê pêkanîna sûc e.”

Ev gotin rast e û pir di cih de ye. Asîmîlasyon li dijî mirovahiyê sûcekî pir mezin e. Bi vê polîtîka asîmîlasyonê gelek çand û ziman heliyane û ji holê rabûne. Ev kuþtina çand û ziman e. Ji ber vê jî kî dibe bila bibe dema ku polîtîka asîmîlasyonê bimeþîne li dijî mirovahiyê sûc dike. Hela asîmîlasyona ku bi zor li ser gelan tê ferzkirin û bi hêzên ewlehî û artêþê tê xurtkirin sûcê herî mezin e ku li dijî mirovahiyê pêk tê.

Lê belê ev polîtîka asîmîlasyonê di asta herî jor de li Tirkiyeyê li ser kurdan tê meþandin. Zimanê tirkî, çanda tirkî, perwerda tirkî, jiyana tirkî û hwd. çiyê tirkî heye li ser kurdan hatiye ferzkirin. Ev bi hêzên ewlehî, leþkerî, aborî û siyasî jî tê tekûzkirin.

Mixabin îro hikûmeta AKP’ê bi taybetî jî Erdogan polîtîka asîmîlasyonê bê sînor li ser kurdan dimeþîne û her tiþtê tirkî li ser kurdan bi darê zorê ferz dike.

Dema ku miroveke wisa derê û bêje ‘belê asîmîlasyon li dijî mirovahiyê sûc e.’ Mirov þamayî dimîne û ev pirs dertê pêþ berî mirov. Gelo vana tiþtên ku dikin nabînin. Nijadperastiya tirk qey çavên wan kor kirine. Çavê wan kor be jî qey mejiyê wan jî kor kiriye. Dixuye ku dema mijar tirk bin bikaranîna polîtîka asîmîlasyon li dijî mirovahiyê dibe sûc. Lê belê dema ku partî, polîs û leþkerên tirk li dijî kurdan vê polîtîkayê bimeþînin nabe sûc. Ev durûtî ye. Divê ev bê teþhîrkirin. Belê Erdogan jî û Merkel jî li dijî kurdan û tirkan sûcê însanetiyê dikin. Bila demildest bên darizandin da ku her kes di nav xwezahiya civakî de li ser rayeka xwe bi çand û zimanê xwe bijîn.

Li Almanyayê 2 milyon welatiyên Tirkiyeyê dijîn ji vana pirtirê wan kurd in. Lê li Tirkiyeyê 15 milyon kurd dijîn. Çawan ku Erdogan mafê tirkên li Almanyayê dijî diparêze û li dijî asîmîlasyonê banga berxwedanê dike; divê bi heman awayî mafên 15 milyon kurdên li Tirkiyeyê jî bê parastin û ji wan jî bê xwestin da ku li dijî asîmîlasyona Erdogan û hikûmeta Tirkiyeyê li ber xwe bidin.


14-02-2008 08:22 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 14-02-2008 08:22. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment. Last update on 14-02-2008 08:22
Views: 279    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;