Hevī Berwarī
qźrīnek bźdeng | qźrīnek bźdeng |
|
|
HELEBÇE
Rûpelek ji dîrokê
Ji bo bîranîna cangoriyên Helebçe
“Ji bo me kurdan
Dijminan loxetek çêkiriye.
Di loxeta wan de,
Navê kužtina me Kurdan, paqižî ye!
Tirbê me, yê bi hev re jî
Tim newal, çiya û banî ne.
Li Sêrtê Newala Qesaba
Newala Qutê, Geliyê Zîlan
Sî û sê gule, Dêrsîm
Û HELEBÇE!..
Heeey Xwedê, êdî bese loo!..”
***
Û dîrokê di nava rûpelên xwe yên rež û bi tîpên bixwîn nivîsî:
QÊRÎNA BÊDENG!.. HELEBÇE
Sal 1988 - 16 ê Adarê
HEWAAAAAAR û HEWAAAAAAR!!!!
Ne yek car, ne sed car; hezar car, sedhezar car HEWAR!..
Bajarê mirî, QÊRÎNA BÊDENG! HELEBÇE
Birayê Hîrožîma - Xwîžka Nagazakî
HELEBÇE! HE-LEB-ÇE!..
Û MIRINA BÊ ŽER Û CENG:
HELEBÇE!..
Erd û Esman Rež Girêdan
Û
Keçka dayika xwe hembêzkirî
Û zarokê žîrmêj
Bapîrê rûspî
Bêhn kirin nefesa cemedê a mirinê
Di 16’ê Adara 88’an
Di kolanên Helebçê
Ên bi tîrêjên heyvê
Hatîne ronîkirin…
Amadekariyên Newrozê nîvço man wê rojê. Roja helesor mizgîniya biharê neanî, dayikan nelorand û zarok negiriyan wê rojê. Žalûl û bilbila nexwend û gulên sorgevez venekir. Dar û kulîlk nebižkivîn wê rojê. Helbestvanê xwedî van hest û ramana hema dilopek (peyvek) jî ji çem û behra dilê xwe neherikand ser dežt û zeviya jîngeha xwe. Di nava dilên hoženg û leheng de birîndar bûn hêvî-hezkirin û hemû evîndariyên jiyanê yên rengareng. Û wê rojê rež û žîn girêdan tevahî cîhanê; ax û avê, ba û êgir, erd û esman, xweza û insan... rež girêdan!..
“Hezar nehsed hežtê hežt bû
Kurdperweran rež girêdan
Nûçe a rež zû belav bû
Dost û yaran rež girêdan
Eman eman,eman eman
Helebçe girt mij û dûman
Pênc hezar Kurd cangorî bûn
Birîndaran nedît derman
Eman eman, eman yadê
Zar-zêç, pîr-kal, teyrên Xwedê
Bi bayê kimyewî mirin
Rež girêda Kurdo,Werdê
***
Belê, ewrên rež û tarî, yên bi xwe re digerandin jahrî, li ser asîmanên Helebçê, li ser bejn û bala dežt û çiyayên mezlûm belav bûn. Belavbûn û jehra xwe barandin ser xaka pîroz a ku cara pêžîn tovê jînê li wê derê hatibû režandin û bibû jîngeha jînê.
Jehremarên koremar jehra xwe režandin nava dilê Kurdistanê Helebçê û hewara dayikan, qêrîna zarokan û nalîna pîremêran deng ‘venedida’ li nav dil û hinavên dežt û çiyayên bêkes û bêxwedî, li ser asoyên Helebçê, kolanên bêdeng û bajarê mirî... Lê, lê ‘qêrînên bêdeng’ li ser beden û cendekên bêzimana, belav bûn her çar hêlan û deng veda, olan da li dežt û çiya –çem û derya, erž û esman û her derê cîhan...
Wê rojê, wê rojê her kes û her tižt bi çavên xwe bûn žahidê wê ‘mirina bê žer û ceng’ û bi guhên xwe bihîstin ew ‘qêrîna bêdeng!’
Û hewara dayikan, qêrîna zarokan, nalîna pîremêran deng vedida li ser dežt û çîyayên bêxwedî, li nav xaka jîndar, li erž û esmanên deryayî û li ser asoyên Halebçê...
Dîsa hewara Ferad û Dîclê, hewara Mirad û Zê, hewara rûbarên kurd û Žetulereb, dîsa hewara dežt û zozanên dilistana welatê gul û kulîlkan belav dibû li her çar dorên cîhana xwedî text lê bêbext..
***
Bi çekên kîmyewî êriž pêkhat. Ku di dîrokê de heya wê rojê nehatibû dîtin, evqas bi berfirehî çekên kîmyewî bi kar hatîne. Di encama vê êriža kin de, piraniya wan jin- zarok û pîremêr û pîrejin 5.000 kes hatin qetilkirin û qirkirin...
Li Helebçê!
Li Helebçê
Pênc hezar kulîlk ‘çilmisîn’
Di berbanga sibeheke biharê!
Pênc hezar kanî ‘çikiyan’
Li nav derya jînê!
Pênc hezar keskesor ‘rež’ bûn
Li nav ewrên rondikrêj
Û pênc hezar evîndar ‘veqetiyan’
Di hêlîna evînê!?!..
Lê kî çi bêje bila bibêje
Pênc hezar tovên jînê
Pênc hezar cara,
Na na sed hezar caran
Xwe režandin nav xaka pîroz
Ku ji nûh ve žîn bibin
Li welatê Mem û Zînê
Û bibin xemla jînê
Li her çar aliyê cîhanê!..
Wan kulîlkan ji bîr nekin
Kulîlk û evîndarên Helebçê dijîn. Ew, li ser çiyayê Zagros li Dežta Heyatê li nav kulîlkên azadiyê de dijîn. Ew, li nav pelên Ferad, Dîcle û di nav avek zelal de mîna masiyekê dijîn. Li dežta Feražînê li bin asîmanê žîn mîna bûkabaranê rengareng dijîn, li Xaçort bajarê deryayê di nav govenda keç û xortên azadîxwaz berçemkê digirin û dikevin bablekan-berampižt û žêxanî…
Ew, li Geliyê Qewalê li çiyayê Kato li ber kêleka Zê (Zap), li gel hoženg û lehengên jiyana bextewar, bêwest û bêrawest ber bi derya azadiyê ve dimežin, dimežin û dimežin.
Ew li her çar aliyên Kurdistan û li her derê cîhanê di nav têkožîna azadî-ažitî û mirovahiyê de li gel têkožerên gernas û egîd mil bi mil, dil bi, dil têdikožin.
Û Ew li çiya û derya, dežt û mêrga, li nav çem û rûbar, li zozan û daristanan, Ew li her derê erd û esmanan dijîn. Ji ber ku Ew tîrêjên Rojê ne û çu kes û çu tižt nikare tîrêjên Rojê vemirîne, tu hêz û tu kes nikare wê Roja pîroz, wê Roja helesor tarî bike, ku di berbanga serê her sibehekê li gel stêrka sibê derdikeve!..
Ew, di dilên me de, di jiyana me de, di têkožîna me de û di pêžeroja me de dijîn û her dem wê jî bijîn.
***
Û hûn; ey hemû kesên ku di qefesa singê wan de dilê wan xwe hiltavê; guh bidin dilê xwe; û JI BÎR NEKŻN
Çi bibe bila bibe; niha, pažî û tu car
Vê dîroka birîndar ji bîr nekin!..
HELEBÇÊ JI BÎR NEKIN!!!
Hewlêrê ji bîr nekin!!!
Qamižlo ji bîr nekin!!!
Hîrožîma û Feloceyê ji bîr nekin!..
XWE Û MIROVAHIYA XWE JI BÎR NEKIN!!!
Users' Comments (0) |
|
| Only registered users can comment an article. Please login or register. |
No comment posted
| Jźr; A beriya wź | A pižtī wź jor; |
|---|
![]() |
| Edītor |
![]() |
| Cemīl Bayik |
![]() |
| Yildiz Gultekīn |
![]() |
| Adil Zozanī |
![]() |
| Ahmet Dere |
![]() |
| Azīz Ogur |
![]() |
| Burhan Erdem |
![]() |
| Ehmedź Huseynī |
![]() |
| Hemīd Dilbahar |
![]() |
| Hevī Berwarī |
![]() |
| Musa Anter |
![]() |
| Īrfan Babaoglu |
![]() |
| Kakžar Oremar |
![]() |
| Luqman Guldive |
![]() |
| Mem Mīrxan |
![]() |
| Mizgīn Bīngol |
![]() |
| Necībe Qeredaxī |
![]() |
| Omer Dilsoz |
![]() |
| Rźnas Jiyan |
![]() |
| Taha Xelīl |
![]() |
| Xelīl Xemgīn |
![]() |
| Rźžad Sorgul |
![]() |
| Yaqob Tilermenī |
![]() |
| Cemal Žerīk |
![]() |
| Mizgīn Aydin |
![]() |
| Rizoyź Xerzī |
Views: 190