Kongreya Civata Demokratîk a
Awarte, di rojên 23-24 vê mehê, li dilê
Kurdistanê Amedê, bi beždarbûna parlementerên
berê yên DEP’ê, hemû parlementer û
žaredarên DTP’ê, akademîsyen, bawermend, nûnerên
hemû sendîka, komele û tevgeran, bi kurtasî
bi beždarbûna hemû bež û derdorên kurd, pêk
tê. Ango dema ku hûn vê nivîsê dixwînin
Amed žahidiya roja yekemîn a kongreya dîrokî ku ji
aliyê têkožera kurd Leyla Zana tê vekirin dike.
***
Nûnerên civata Kurd ên
ku ji her bežê hatine Amedê dê bi berfirehî
li ser pêžketinên siyasî û civakî yên
dawiyê nîqaž û nirxandinan bikin. Dê,
pêngava ‘êdî bes e’ ya ku gelê kurd li
her derê daye destpêkirin binirxîne. Dîsa dê,
li ser hilbijartinên herêmî ya pêžerojê
nîqažan bimežîne, strateji, rê û rêbazên
xwe yên hilbijartinê diyar bike.
Li cîhanê çi
diqewime? Rojhilata navîn di kîjan rewžê de ye? Ya
herî girîng, di serî de di warê siyasî
û civakî, ji her alî ve rewža Tirkiye û
Kurdistanê çi ye? Nêzîkatiya dewleta Tirk a
ji bo kurdan çi ye? Konsepteke çawa niha li ser kar e?
Li dijî kurdan di nava hewldanên çawa ne? Planên
AKP-Artêžê (dewlet) yên li ber çavan û
vežartî çi ne? Bi kîjan rê û rêbazan
êriž dikin kurdan, rêberê gelê Kurd Ocalan,
hêzên demokratîk, gerîlayên kurd û
hemû nirx û destkeftiyên Kurdistanê? Hem ji
bo rojane hem jî ji bo demeke navîn û dirêj,
polîtîkayên wan ên ležkerî, siyasî,
aborî, civakî, ‘olî’, dîplomatîk û
hwd. çi ne û çawa dimežînin? Li hemberî
hemû kiryarên dewleta Tirk, kurd dê têkožîneke
çawa û bi çi rengî bimežînin?..
***
Belê; delegeyên vê
komcivîna awarte, di vê heyama awarte de, dê ji her
alî ve rojeva kurdan nîqaž bikin. Lê ya girîngtir
dê biryarên dîrokî bigirin. Dê ji bo
pirsgirêka kurd, bi gižtî di çarçoveya
azadiya kurdan, bi taybetî xweseriya demokratîk a
Kurdistanê li ser riyên çareseriyê nîqaž
bikin û ji bo yekîtiya kurdan, bilindkirina têkožîneke
ji her alî ve biryaran bigirin.
***
Mijarên din ên girîng
ku delegasyona kongreyê li ser nîqažan bike û di
derbarê wan de bigihe hin biryarên berbiçav 8’ê
Adarê, 16’ê Adarê û Newroz e. Bi taybetî
Newroz!
Berî her tižtî Newroz dê
bi kîjan žîarê bê pîrozkirin? Dê
wateya Newrozê ji bo gelê Kurd îsal çi be û
naveroka wê çawa bê tijîkirin, dê
kîjan peyam bê danîn? Newroz dê bibe ‘NEWROZA
ÊDÎ BES E’ an na? Kongre dê van xalan jî
zelal bike.
***
Me di serî de gotibû ev
kongre kongreyeke dîrokî ye. Gelo bo çi kongreyeke
dîrokî?
Weke tê zanîn, ji 80 salan
zêdetir e dewleta Tirk a ku li ser bingeheke fažîzane,
bi feraseta ‘yek dewlet, yek milet, yek al, yek… yek…’ hatiye
avakirin kurdan gelek ažkere înkar dike, tune dihesibîne
û ji bo helandin (asîmîlasyon) an jî
jiholêrakirina kurdan, riyên cur be cur ên li dijî
mirovahiyê diceribîne. Kiryarên ku em bi rehetî
dikarin bibêjin ‘terorîzm’ e li ser gelê kurd
dimežîne. Žikl û awayê komkujiya her deh žervanên
kurd ên li Çewlikê û qetilkirina xortekî
Cizîrî mînakên berbiçav in.
Pižtî vejîna gelê
kurd a di encama têkožîna azadiya gelê kurd a sih
salên dawiyê, dewleta ‘yek tîp’, olîgaržîk
û fažîst kete nava tirs û xofa hilwežandinê.
Ji ber vê yekê, bi taybetî
ev heyameke ‘konsepteke topyekun a komkujer’ Kurdistan careke din
dagirtiye. Li ber çavên cîhana bêbêxt
û rûrež, bi sed hezaran ležkeran, bi hezaran tang û
topan, bi sedan balafir û firokan li Kurdistanê li dijî
gel û gerîlayên kurd êrižên hovane pêk
tîne. Di warê aborî de kurdan ji her demê
zêdetir ‘didože’, ‘dimêje’ û dixwaze
kedxwarî û mêtîngeriya xwe xurtir bike. Di
warê civakî û çandî de li ser kurdan
‘komkujiyekê bêžikl û žemal’ dimežîne
û dixwaze kurdan ‘bêkarekter û nasname’ bihêle.
Di serî de di warê ležkerî, žerê xwe yê
qirêj ê ‘sînornenas’ di her warî de
(civakî, aborî, çapemenî, psîkolojîk,
dîplomasî) dimežîne. Û kurd jî bi
rengekî xwezayî li dijî van polîtîkayên
dijmirovahiyê bi her awayî li ber xwe didin û
dibêjin ‘êdî bes e!’
Bi kurtasî ji aliyê dem,
žert û merc, cih, beždarbûn, mijarên nîqažê
û ruha naveroka xwe ve ev kongre kongreke dîrokî
ye.
***
Tê payîn ku ev kongreya
dîrokî, di van du rojan de çend biryarên
dîrokî bigire. Bi taybetî civatê kurd li
bendê ye gelo ev kongre jî, dê li dijî žerê
topyekun ê dewleta olîgaržîk û fažîst,
û li dijî êrižên ležkerên artêža
Tirk ên bejayî û hewayî, bi biryar û
helwesta xwe bibe qonaxeke nû ya berxwedan û têkožîneke
topyekûn a azadiya civata kurd û ji bo têkožîna
azadiyê bibe bang û gaziya seferberiyê, qêrîn
û hewara berxwedanê.
Û li gor çavdêriyên
me di serî de delegasyona kongreyê û hemû
civata kurd li bendê ye ku ev kongreya dîrokî, li
dijî ‘teslîmiyet’ a ku dewleta dagirker, fažîst
û ‘terorîst’ li ser kurdan ferz dike dê biryara
‘temsîliyeta’ têkožîna azadiya gelê kurd
xurtir bike û bibe ‘Kongreya Êdî Bes e!’
***
Li çiyayen Kurdistanê berf
hêdî hêdî dihele. Bihar nêzîk
dibe. Her der germ dibe. Her çiqas hêzên dewleta
Tirk ên ležkerî li benda hatina biharê neman û
li dijî hêzên parastina gelê kurd û
Kurdistanê, bi deh hezaran ležkeran dest bi ketina bažûrê
Kurdistanê kirin jî, gelek ažkera diyar e, di serî
de gerilayên Kurd û paytext Amed, hemû kurd bi ruh
û giyana meža Cûdî, serhildana Cizîra Botan
û Hekariya Behdînanê, bi ronahiya tîrojên
rojê û germahiya agirê Newrozê, li ser
bingeha yekîtiya neteweya kurd a ‘êdî bes e’,
ji berxwedan, serhildan û têkožîneke dîrokî
re amade ne.
Qêrîn û hewara
seferberiya têkožîna azadiya gelê kurd, kongreya
civata Kurdistanê, ‘Kongreya Civata Demokratîk’ li
gelê kurd û hemû gelan pîroz be!
This entry was posted on 23-02-2008 08:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 23-02-2008 10:35 Views: 287
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 287