• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mizgîn Aydin arrow Goristana stêrkan
Goristana stêrkan Binivîse E-posta
 

Dilê min bûye goristana stêrkan!..

Hawara miriyan e

Ji ber qêrîna goristanan,

Rondikên çiyan þerma asîmanan tînin,

Axê serî hildaye niha

Û rojê bêriya hilatina xwe kiriye

Wey dayê ev çi dem û dewran e!..

 Belgên dara zû diweþin li welatê min

Zû hiþk dibin û diþkên çiqlên zirav û narîn,

Berî dema xwe dibare barana dilxemgîn

Çem û rûbar zû hiltên

Û

Xwe li bedena gul û nêrgizan dialînin

Pêlên dîn û har, bê dem û wext

Di hingorê êvareke bêrehm de.

Þev zû dadikeve ser rûyê ronahiyê

Gava riyan kemîn danabe li ber demê

Heyv xwe vediþêre di paxila asîmanan de

Gava tîrojkên roja helesor zû xatira xwe dixwazin

Ji rojhilatê welatekî dilagir,

Asîman radestî tariyê dibe bêyî dilê xwe, axxx.

Û stêrk!..

Dixuricin yek bi yek, cot bi cot, kom bi kom…

Stêrk dixuricin yek bi yek, cot bi cot, kom bi kom

Stêrk dixuricin yek bi yek, cot bi cot

Stêrk dixuricin yek bi yek

Stêrk dixuricin

Gava ji xeynî miriyan kes nebihîse

Dengê bêdengiya þevê.

 

Û  dilê min!..

 

Dilê min niha bûye goristana stêrkan Ezîzam.

Goristaneke ji vî bajarê derewker û rûreþ gelek zindîtir.

Goristaneke bêmirî û kefen, bêax û kêlik.

Goristaneke bêgor!..

***

Xeyalên di paxila canejineke

Di nava çar dîwaran de hatiye zeftkirin

Bi çavên xwe dîtin

Dem bibû xencereke reþ

Û xwe li asîmanê dilê min dabû…

 

Berê stêrkek xuricî, hêdî hêdî!..

Paþî!?!.. 

Dilê min wê þeva bêbext bibû goristan,

Goristaneke ji wî bajarê bêbext û mirî zindîtir:

GORISTANA STÊRKAN

Stêrkên eþq û evînê

Stêrkên heyat û jînê!.. 

***

Û her ku dibe nalistan dilê mim

Ji ber nalîna stêrkên eþq û evînê

Bêyî min axîn û kesereke kûr xwe ji dilê min berdide

Ser bejn û bala wê goristanê.

Dilê min dinale niha weke asîmanê bêasîman

Ji ber derba wê xencera reþ û devjehr…

 

Û qêrînek!..

 

Qêrînek,

Ku goristanên, mirovan û bajêran dadiûrin jî ditirsîne,

Bilind dibe.

Qêrînek;

Ji cerg û dilê stêrkên ku hê bejna xwe neçemandîne

Û fera çavên wan venemiriye ji ber rûreþiya þeva þevger.

 

***

Ew stêrkên çavzer û rûgeþ hiþyar dikin hemû goristanan.

 

***

Goristanên bêziman jî diqîrin niha li gel min

Carna bêdeng bêdeng, carna biqêrîn û hewar!..

Goristanên bêdeng jî diqîrin niha li gel min bêdeng bêdeng

Goristanên bêdeng jî diqîrin niha li gel min

Goristanên bêdeng jî diqîrin niha

Goristanên bêdeng jî

Goristan jî

Goristan

Gor!..

 

***

Diqîrin niha goristanên zindî

Da ku zindiyên mirî hiþyar bin

Ji xewa xwekuþtinê;

Diqîre dilê min

Ê zincîran di giyana xwe de azad dike,

Diqîrin hêvî û xeyalên min

Weke dilopên ava Zê

Û pêlên Dîcle û Feradê,

Diqîrin hevokên diherikin

Ji rûbarekî dilekî evîndar Ezîzam

Car din

Car din

Û car din!..

           

***

Erd û asîmanan dilerizîne ew qêrîna bêdem û wext

Li gel wan þeytanok û melkemotê xêrnexwaz,

Qêrîna bilind dibe û olan dide seranser

Li ser kolan û asîmanê wî bajarê derewker

Mîna zelzele bajêr dihejîne

Û

Dilerize her der:

 

Ey dem û zemanên mîna xencereke reþ tên

Û xwe li dilê min didin di bihara umrê min de

Ey dem û zemanên ketine ber bayê çolistanên bêdil û giyan

Îro nebe jî, sibê ev qêrîna min, qêrîna stêrk û goristanan

Dê bêhnê li we biçikîne, di qefesa sînga we ya rizî de;

Ji xwe bitirse ey xencera reþ, ji xwe bitirse êdî

Ji bîr neke ku çend hezar salan berê niha

Mirin li ber sekeratê bû di dergûþa zarokekî berþîr de,

Û di her xwehilavêtina dilên bi eþq û evînê baþ bizane, ku

Min mirin ji mêj ve kuþtiye di her kêlika jiyana xwe de!.
15-01-2008 07:52 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 15-01-2008 07:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 15-01-2008 07:52
Views: 516    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;