Çu tiþtik nîn e ku li ber
agirê hezkirinê nehelîne.
***
Jiyanê gotinên xwe yên
dawiyê hêj temam nekiribû sekinî bêhnekê.
Berê xweziya xwe daqurtand. Paþî ji kurahiya dilê
xwe bêhna xwe girt û da.
Di vê navberê de Xortê
Bajarî, ji dil û can, bi hemû ruh û giyana
xwe Jijan guhdarî dikir. Rengê Xortî guheribû,
bedena wî sist bûbû. Te digot qey ew, ne ew xortê
berî niha ye.
Awirên wî ew qas guherîbûn
heçko ew çûbû yekî din hatibû
þûna wî. Li þûna wan awirên berî niha
yên pozbilind û tûj, niha awirên gelek nerm,
kelogirî û dilþewat nava herdu çavên wî
dagirtibûn. Mîna ku hesinek hêdî hêdî
bihele hemû hestên Xortê Bajarî yên
hiþk yekoyek heliyan di nava wî agirê hezkirin û
dilsoziyê de.
Jiyan bi vê çendê
hesiyabû.
Destên Xortê Bajarî
êdi nava lepên Jiyanê de bûn. Xortê
Bajarî ji niþka ve germahiyek ji wan destan seh kir. Di wê
demê de xwedanê wan destan ji bo wî tiþtê
herî hêja bû. Wî heta wê gavê
gelek tiþt bihîstibûn û dîtibûn; lê
qet çu tiþtî mîna van gotinên jidil bandor
li ser wî nekiribû. Qet çu awiran mîna van
awirên ji dil û biefsûn dilê wî
nehelandibûn.
***
Haja Xortê Bajarî, bi
mirovên li kolanê dihatin û diçûn
nebû. Wê kêlikê tiþtê tenê bala
wî dikiþand Jiyan bû. Germahiya dest û dilê
Jiyanê. Awir û gotinên Jiyanê.
Jiyan bi hemû xweþikbûn û
mirovbûna xwe diherikî dilê Xortê Bajarî,
tevî bayê demê.
Hejarî û Dewlemendî
Hin dewlemend hene gelek ‘hejar’
in, hin hejar hene gelek ‘dewlemend’ in.
***
Jiyanê gelek bandor li ser Xortê
Bajarî kiribû. Germahî û dilsoziya dil û
giyana Jiyanê, xwîna di rehên wî de ji serî
heta binî paqij kiribû.
Dest û lepên Jiyanê
mîna destên ferîþtehekê ruh û giyana
Xortê Bajarî hembêz kiribû.
Xortê Bajarî xwest ku wan
destan bibe ber devê xwe maçî bike, lê kir û
nekir neþiya. Gelek sist bibû, xwînê xwe ji çokan
vekiþiyabû, te digot qey misqalek qudûm jî nemabû
di giyana wî de.
- Min ji heta niha tiþtekî gelek
baþ fêm kir ku çu tiþt mîna dil dewlemend nîn
e. Yên jar û perîþan, belengaz û evdal,
hejar û feqîr dibe ku tehma hin tiþtan winda bikin, lê
yên dilê xwe winda dikin her tiþtê xwe winda
dikin. Hingê jî ew nizanin kanê hezkirin û
evîna jidil çi ye. Haja wan hingê bi birçî,
tazî û belengazan nîn e. Ew her tiþtî ji bîr
dikin. Ji ber ku wan dilê xwe ji bîr kiriye. Jixwe her
tiþt jibîrkirinê dest pê dike. Yên dilê
xwe ji bîr dikin xwe û mirovahiya xwe jî ji bîr
dikin. Ewên xwe ji bîr dikin her tiþtî ji bîr
dikin. Û hingê ew bi tenê dikevin nava lepên
kolanên biyanî û dibin ‘êxsîrên
xwe yên xwe ji bîr kirîne...’
Piþtî van gotinên xwe
Jiyan bixwe jî ketibû bin bandora ruha xwe. We diyar bû
mirov carina bêyî xwe jî be di bin bandora xwe de
dimîne. Demên wisa, ew dem in ku, mirov, mirovahiya herî
kûr di dilê xwe de hiþyar dike û wê radike
ser piyan.
Jiyan kelogirî bûbû
bêyî daxwaza xwe hingê. Heke xwe serbest biberda dê
bi hezaran rondik bibaranda ji her du çavên xwe.
Tenê Rondikek
Her rondikeke jidil ronahiya ruha
mirovan e!..
***
Jiyanê nikarî li ber xwe
bide. Ma kê dikarî li ber qêrîn û
hewara ruha xwe li ber xwe bide. Kê dikarî li ber
herikîna rûbarê dilê xwe li ber xwe bide...
Hêj çend kêlik li
ser neborîbûn rondikekê xwe ji çavê
Jiyanê yê rastê berda ser hinaroka wê ya
sorik. Tenê rondikek.
Lê Jiyan tevî vê
rewþa xwe jî hê li ser xwe bû.
Jiyanê careke din li nava awirên
Xortê Bajarî nêrî û çend gotinên
di dilê xwe de herikandin nava awirên wî:
- Weke dayika min dibêje,
bajariyan girî ji bîr kiriye. Ji ber ku dilê wan
xwe nahilavêt. Ma yên dilê wan lênede dê
çawa çirûskên ronahiyê ji herdu çavan
xwe berdin ser hinarokên xwe. Ma yên ji bîr kiribin
rondikên çavan birêjin dê çawa tehma
keniyê seh bikin?
Piþtî van gotinan Jiyanê
axîneke kûr veda ji hemû kûrahiya dilê
xwe:
- Ji ber vê çendê ye
ku ez her roj lêborîna xwe ji destmalên xwe
dixwazim. Ji ber ku ez her roj careke din pêdihesim ku ez wan
didim nava lepên bêdilan. Ên bê dil van
destmalên dilpaqij qirêj dikin. Ji ber wê ye ku ez
her tim dibêjim: ‘Ev bajarî dê kengî ji dil
û can bigirîn, da ez jî bibînim ku ew
destmalan ji bo paqijkirina rondikên çavên xwe
dikirin. Ev bajarî dê kengî bi dilopên
ronahiya çavên xwe destmalên Jiyanê hembêz
bikin?!?..’
Ji Asîmanê Ruhekê
Piþtî van gotinan, Jiyanê
xwest destên Xortê bajarî berde. Lê Xortî
nedixwest Jiyan destên wî berde. Jiyanê bi awirên
gelek germ û mirovîn li nava çavên Xortê
Bajarî nêrî. Herdu çavên Xortî
tijî bûbûn.
Piþtî wan awirên Jiyanê
yên germ destên Xortê Bajarî sist bûn û
ji nava lepên Jiyanê ketin kêlekê. Hingê
herdu çavên Jiyanê bûn þahîdê
wê demê. Jiyanê berê dît ku, ‘dilopeke
ronahiyê’ xwe ji çavên wî Xortê
Bajarî berda xwarê; paþî yek din, yek din, û
yek din. Jiyan wê rojê bû þahid ku ji asîmana
ruha Xortê Bajarî rehm barî.
Jiyan li xwe digere
Dema lêgerîn bi dawî
bibe dê hilm û nefes li Jiyanê biçike!..
***
Jiyanê berê bi destmalekê
rondika li ser rûyê xwe paqij kir. Paþî li nava
awirên Xortê Bajarî nêrî û
destmal ber bi rûyê wî ve bir. Û ew rondikên
ku heta ser lêvên wî Xortê Bajarî
hatibûn xwarê hêdî hêdî bi
rengekî gelek nazdar paqij kir.
Gava awirên Xortê ku alek û
hinarokên wî ji þerman sor bûbû bi awirên
Jiyanê ketin hingê Xortê Bajarî destên
Jiyanê birin ber lêvên xwe û bi hestên
zarokekî bêguneh maçî kir. Demeke xweþ wisa
destên Jiyanê li ber devê xwe girt. Paþî
destên Jiyanê bir ser dilê xwe û çend
gotinan xwe berda ser lêvan, ku niha ruha xwe berdabû
nava lepên dilê Jiyanê û dilê xwe
xistibû nava lepên wê:
- Li min biborîne Jiyan, li min
biborîne; ez xwe davêm ber bextê te tu li min
biborîne. Ji bo xatira wî dilê pîroz û
rûyê ronî ey Jiyan, tu li min biborîne. Ez
gunehkar im dizanim, lê tu ji bo xatira van rondikan min
bibexþîne!.. Tu min bibexþîne ey dilê pîroz,
tu min bibexþîne!.. Ez soz didim te, ez dê êdî
bi rondikên dilê xwe destmalên te hembêz
bikim. Bide xatira awirên xwe û tu li min biborîne
û min bibexþîne ey Jiyan!..
***
Roj hêdî hêdî
diçû ava li rojavayê bajêr. Jiyan, hê
li kolanên wî bajarî, mîna mirovekî
xwewindakirî li xwe digeriya. Lê haja bajariyan bi Jiyanê
nebû. Bi tenê ji bilî wî Xortê Bajarî
yê rondikrêj!..
Û Jiyan bi tena serê xwe be
jî digeriya li her derê bajêr!.. -Dawî-
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 04-03-2008 08:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 04-03-2008 08:12 Views: 245
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 245