Milê min; ma min dê ji ku
bizaniya ku tu dê rojekê bibî dilê min li
kolanên welatê min û bikevî nava dest û
lepên hirç û hov û dirindeyên ku
dixwazin te bistînin ji ruh û giyana min…
Ax d(m)ilê min, min dê ji
ku bizaniya ku tu dê rojekê bibî ‘bela serê
min’, biqîrî û bigirî û xwe li qirika
‘wijdana mirovahiyê ya mirî’ bidî.
Ax d(m)ilê min tu li ser sînga
Mezrabotan li kolanên Hekariyê di paxila zarokekî
porneþekirî de bûyî neynika wijdana erd û
asîmanan.
***
Here d(m)ilê min.
D(m)ilê min; axxx d(m)ilê
min, de xatirê bixwaze ji bedena min û here Mekeyî-þerîf
serê êvareke bêroj û þev, bê Erefat û
Medîne. Here ser qebra neviyê Ebdulmutalîbê
kurê Amîne û Evdilahê Kureyþî û
bi neynûkên tiliyên xwe yên rondikrêj
bikole wê axê, biqeliþe û hiþyar bike Muhemed-ul
Emîn… Hiþyar bike û xwe berde nava her du dest û
lepên wî li þûna wê kitêba pîroz.
Bêjê milê min, bêtirs û xof bêjê;
‘ya Muhemed, dizanim heyvê deynin nava destekî te û
rojê nava yê din tu dest bernadî ji doza xwe, bes
ya Muhemed, ez ayeta d(m)il im îro ji bo hemû mirovahiyê,
ku li heft tebeqeyên erd û deng vedaye, va ye min ji
welatê çiya nalîn û girî û qêrîn
û hewara xwe aniye da ku tu belav bikî li çolistanên
bê d(m)il…’
D(m)ilê min, dest berde ji min û
here li ser girê Golgota û ji Îsayê Meryama
delal re bêje, ‘hey Îsayo, belengazo jaro, bêwelat
û bêbavo’, heke te bizaniya ku çiyayê
Simbî li ser sînga Zê çend rondik barandine
ji min re te dê di nava herdu çavên Magdelanayê
xweziya xwe bianiya li wan çar mixan…’
Axxx d(m)ilê min; ji wir here
Tûrî Sîna û ji Mûsa re bêje, ‘ya
Mûsa, nebêje min Fîr’ewn bêhilm û
nefes hiþtine li perava Deryaya sor bi gopalê xwe. Ma nava tu
nizanî Fîr’ewnên li her bihosteke welatê
min hespê xwe dibezînin pêpes dikin ruhê
miriyên min û dixwazin min bêhilm û nefes
bihêlin bayê azadiyê, ku digere li her bihosta
bedena min…’
Here d(m)ilê min; here ba Eyubê
ku bûye deryaya sebrê û jê re bêje,
‘hey Eyubo, xwezî ez li þûna te bûyam, ku min
bidîta wan kurman milê min bixwara, bes ez nebiketama
nava dest û lepên gurên boz û har ên
careke ‘miriyên’ welatê min careke din parçe
parçe dikin û her parçeyekî dikin xwarina
danekê, da ku birçîbûna xwe pê
biþkînin…’
***
Ax d(m)ilê min ne li hêviya
hewara asîmanên Parîsê be, ne çavrêyê
Qesra Spî; ne li hêviya merhameta dîwanên
Brûkselê be, ne jî li hêviya edaleta cîhana
bêbext. Û baþ bizane d(m)ilê min, Enqere, Þam û
Tehran in destê tiliyên ku xwe li qirika te didin û
dilop dilop xwînê diherikînin ji reh û
damarên te, ku tîbûna xwe pê biþkînin.
***
Ax d(m)ilê min, min ji ku
bizaniya dê serê êvarekê te ji bedena min
bistînin ew zebaniyên dojeha çavsor!..
***
Te li Amedê serî hilda
d(m)ilê min û li perava derya Wanê rabû çar
gavan weke cahniyeke delodîn û rehwan. Te li Duhokê
sînor parçekirin bi ruhê Mehabadê, li Akrê
bûyî qêrîn û hewara av û axê
di nava awirên Qamiþloyê, li Hewlêrê bûyî
ba û geriyayî seranserî welatê agir û
rojê, war û wargehê mirovahiyê…
Û niha li bin ronahiya Qendîla
(ku ne bahozên çolan dikarin vemirînin ne jî
babelîskên asîmanan) xwe digerî, li gel
rêwiyên azadiyê û ronahiya xwe belav dikî
li her çar dor û milan…
***
Axxx d(m)ilê min; qet xema nexwe,
qet neêþîne serê xwe, ez ê te bi rondikên
ava Zê (Zapê) biþom weke ku Cembeliyê Hekariyê
li zozanên Berçelanê li bin þewqa Xanî û
Bateyî dilê xwe bi rondikên çavên
Binevþa Narîn þûþtin.
Ax milê min bila gorî
(qurbanî) te be dilê min. Ax dilê min bila gorî
te be milê min… Bes tu negirî û nelore îro
li ber her du çavên min… Bes tu negirî û
nenale û kêfa dijmin û neyaran bi xwe neyîne
li dergûþa min.
***
Piþtî berxwedana Amedê
neçar bûm ku ji bakûrê dilê xwe piþtî
hembêzkirina Duhoka rengîn a baþûrê dilê
min biçim Akrêya þirîn, ji bo mîhrîcana
helbestan û ji wir jî avekê vexwim ji destên
Hewlêra nazenîn. Û piþtre jî rûyê
xwe bidim ber bi ronahiya Qendîla war û wargeha tîrojên
rojê… Lê min ji ku bizaniya ku dê bixwazin
d(m)ilê min ji beden a min bistînin li kolanên
welatê dayika min (Hekarî) û dayika min pêpes
bikin li warê niþtecihiya min. (bajarê Wanê)!..
***
Erê d(m)ilê min, rûmeta
te dixwazin ji te. Cewhera te. Dixwazin te ji te bidizin ew ‘dizên
talanker’. Bes xwe dixapînin ew wehþên bêdil…
Dîcle diherike hê li ber bircên belek û li
ser piya ye Amed. Zê diherike hê di nava gelî û
newalên dilê min û Hekarî dimeþe hê li
gel kulîlkên deþta Geverê. Behra Wanê pêl
dide û bi deh hezaran heval û hogirên min, xwîþk
û birayên min, bav û dayikên min bêtirs
û xof li gel strana ‘Hoy þeng e, þeng e, Kurtayo þeng e’
govenda azadiyê digerînin hê li dijî zordest
û xwînmij û talankerên ‘sedsala derewîn’!..
Û Qendîl hildibe hê,
û bi hemû þewq û þemala xwe ronahiya xwe belav
dike li her çar dor û milan ji bilindahiya asîmanê
welatê min.
Û va ye ez ji paxila sînga
xwe, bi þewq û þemala wê ronahiyê hezaran silavên
xwe li gel yên dost û yarên bi rastî dost û
yar diþînim ji hemû dost û yaran, ji bo hemû
azadîxwazan!..
***
Li hêviya lawên xwe be
Colemêg, li hêviya keçên xwe be Gever, li
hêviya siwarên azadiyê be behra Wanê û
bircên Amedê. Heger çûn hebe ji deþt û
bajaran veger jî heye helbet li gel bayê azadiyê,
li gel kena li ser lêvên lat û zinaran û li
gel xwehilavêtina dilên zarokên çiyayî,
li gel xeyal û xewnerojkên welatekî bêsînor
û cîhaneke seranser bextewar û azad!..
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 08-04-2008 08:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 08-04-2008 08:39 Views: 166
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 166