• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Hemîd Dilbahar arrow Axx D(M)ilê min
Axx D(M)ilê min Binivîse E-posta
 
Ey zebaniyên ‘dojeha mezin’

Baþ bizanin ku

Hûn milê me biþkînin jî

Hûn nikarin dil ji sînga me

Hiþê me ji serê me

Û ruh û giyana me ji bedena me bistînin!..

Xwe nexapînin zebanîno!..

Milê min; ma min dê ji ku bizaniya ku tu dê rojekê bibî dilê min li kolanên welatê min û bikevî nava dest û lepên hirç û hov û dirindeyên ku dixwazin te bistînin ji ruh û giyana min…

Ax d(m)ilê min, min dê ji ku bizaniya ku tu dê rojekê bibî ‘bela serê min’, biqîrî û bigirî û xwe li qirika ‘wijdana mirovahiyê ya mirî’ bidî.

Ax d(m)ilê min tu li ser sînga Mezrabotan li kolanên Hekariyê di paxila zarokekî porneþekirî de bûyî neynika wijdana erd û asîmanan.

***

Here d(m)ilê min.

D(m)ilê min; axxx d(m)ilê min, de xatirê bixwaze ji bedena min û here Mekeyî-þerîf serê êvareke bêroj û þev, bê Erefat û Medîne. Here ser qebra neviyê Ebdulmutalîbê kurê Amîne û Evdilahê Kureyþî û bi neynûkên tiliyên xwe yên rondikrêj bikole wê axê, biqeliþe û hiþyar bike Muhemed-ul Emîn… Hiþyar bike û xwe berde nava her du dest û lepên wî li þûna wê kitêba pîroz. Bêjê milê min, bêtirs û xof bêjê; ‘ya Muhemed, dizanim heyvê deynin nava destekî te û rojê nava yê din tu dest bernadî ji doza xwe, bes ya Muhemed, ez ayeta d(m)il im îro ji bo hemû mirovahiyê, ku li heft tebeqeyên erd û deng vedaye, va ye min ji welatê çiya nalîn û girî û qêrîn û hewara xwe aniye da ku tu belav bikî li çolistanên bê d(m)il…’

D(m)ilê min, dest berde ji min û here li ser girê Golgota û ji Îsayê Meryama delal re bêje, ‘hey Îsayo, belengazo jaro, bêwelat û bêbavo’, heke te bizaniya ku çiyayê Simbî li ser sînga Zê çend rondik barandine ji min re te dê di nava herdu çavên Magdelanayê xweziya xwe bianiya li wan çar mixan…’

Axxx d(m)ilê min; ji wir here Tûrî Sîna û ji Mûsa re bêje, ‘ya Mûsa, nebêje min Fîr’ewn bêhilm û nefes hiþtine li perava Deryaya sor bi gopalê xwe. Ma nava tu nizanî Fîr’ewnên li her bihosteke welatê min hespê xwe dibezînin pêpes dikin ruhê miriyên min û dixwazin min bêhilm û nefes bihêlin bayê azadiyê, ku digere li her bihosta bedena min…’

Here d(m)ilê min; here ba Eyubê ku bûye deryaya sebrê û jê re bêje, ‘hey Eyubo, xwezî ez li þûna te bûyam, ku min bidîta wan kurman milê min bixwara, bes ez nebiketama nava dest û lepên gurên boz û har ên careke ‘miriyên’ welatê min careke din parçe parçe dikin û her parçeyekî dikin xwarina danekê, da ku birçîbûna xwe pê biþkînin…’

***

Ax d(m)ilê min ne li hêviya hewara asîmanên Parîsê be, ne çavrêyê Qesra Spî; ne li hêviya merhameta dîwanên Brûkselê be, ne jî li hêviya edaleta cîhana bêbext. Û baþ bizane d(m)ilê min, Enqere, Þam û Tehran in destê tiliyên ku xwe li qirika te didin û dilop dilop xwînê diherikînin ji reh û damarên te, ku tîbûna xwe pê biþkînin.

***

Ax d(m)ilê min, min ji ku bizaniya dê serê êvarekê te ji bedena min bistînin ew zebaniyên dojeha çavsor!..

***

Te li Amedê serî hilda d(m)ilê min û li perava derya Wanê rabû çar gavan weke cahniyeke delodîn û rehwan. Te li Duhokê sînor parçekirin bi ruhê Mehabadê, li Akrê bûyî qêrîn û hewara av û axê di nava awirên Qamiþloyê, li Hewlêrê bûyî ba û geriyayî seranserî welatê agir û rojê, war û wargehê mirovahiyê…

Û niha li bin ronahiya Qendîla (ku ne bahozên çolan dikarin vemirînin ne jî babelîskên asîmanan) xwe digerî, li gel rêwiyên azadiyê û ronahiya xwe belav dikî li her çar dor û milan…

***

Axxx d(m)ilê min; qet xema nexwe, qet neêþîne serê xwe, ez ê te bi rondikên ava Zê (Zapê) biþom weke ku Cembeliyê Hekariyê li zozanên Berçelanê li bin þewqa Xanî û Bateyî dilê xwe bi rondikên çavên Binevþa Narîn þûþtin.

Ax milê min bila gorî (qurbanî) te be dilê min. Ax dilê min bila gorî te be milê min… Bes tu negirî û nelore îro li ber her du çavên min… Bes tu negirî û nenale û kêfa dijmin û neyaran bi xwe neyîne li dergûþa min.

***

Piþtî berxwedana Amedê neçar bûm ku ji bakûrê dilê xwe piþtî hembêzkirina Duhoka rengîn a baþûrê dilê min biçim Akrêya þirîn, ji bo mîhrîcana helbestan û ji wir jî avekê vexwim ji destên Hewlêra nazenîn. Û piþtre jî rûyê xwe bidim ber bi ronahiya Qendîla war û wargeha tîrojên rojê… Lê min ji ku bizaniya ku dê bixwazin d(m)ilê min ji beden a min bistînin li kolanên welatê dayika min (Hekarî) û dayika min pêpes bikin li warê niþtecihiya min. (bajarê Wanê)!..

***

Erê d(m)ilê min, rûmeta te dixwazin ji te. Cewhera te. Dixwazin te ji te bidizin ew ‘dizên talanker’. Bes xwe dixapînin ew wehþên bêdil… Dîcle diherike hê li ber bircên belek û li ser piya ye Amed. Zê diherike hê di nava gelî û newalên dilê min û Hekarî dimeþe hê li gel kulîlkên deþta Geverê. Behra Wanê pêl dide û bi deh hezaran heval û hogirên min, xwîþk û birayên min, bav û dayikên min bêtirs û xof li gel strana ‘Hoy þeng e, þeng e, Kurtayo þeng e’ govenda azadiyê digerînin hê li dijî zordest û xwînmij û talankerên ‘sedsala derewîn’!..

Û Qendîl hildibe hê, û bi hemû þewq û þemala xwe ronahiya xwe belav dike li her çar dor û milan ji bilindahiya asîmanê welatê min.

Û va ye ez ji paxila sînga xwe, bi þewq û þemala wê ronahiyê hezaran silavên xwe li gel yên dost û yarên bi rastî dost û yar diþînim ji hemû dost û yaran, ji bo hemû azadîxwazan!..

***

Li hêviya lawên xwe be Colemêg, li hêviya keçên xwe be Gever, li hêviya siwarên azadiyê be behra Wanê û bircên Amedê. Heger çûn hebe ji deþt û bajaran veger jî heye helbet li gel bayê azadiyê, li gel kena li ser lêvên lat û zinaran û li gel xwehilavêtina dilên zarokên çiyayî, li gel xeyal û xewnerojkên welatekî bêsînor û cîhaneke seranser bextewar û azad!..

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


08-04-2008 08:39 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 08-04-2008 08:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment. Last update on 08-04-2008 08:39
Views: 165    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;