• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Çarþem
14
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Agirê azadiyê geþ bû
Agirê azadiyê geþ bû Binivîse E-posta
 
Newroz Berxwedan e

Newroz li dijî hemû zulm û zordariyê berxwedan e, li dijî hemû bindestî û koledariyê serhildan e.

Newroz agirê azadiyê ye, ku bi destê Kawayê Hesinkar li çiyayên Medyayê hatiye vêxistin û bi ruh û giyana Mezlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahþan û Bêrîvan, Ronahî û Bêrîtanan li hefs û zindanan, li deþt û çiyayan, li her çar aliyê Kurdistanê û cîhanê heta îro geþ bûye.

Têkoþîna Azadiya Gelê Kurd jî, ev sih salan zêdetir e di rêbertiya Rêberê gelê kurd birêz Ocalan, bi gerîlayên xwe yên qehreman, bi gelê xwe yê fedakar û bi hemû kadroyên xwe yên canfîda, bi ruha Newrozê, ji bo parastina ziman, çand, huner, nasname, rûmet û azadiya me kurdan têkoþîneke pîroz û giranbûha, hêja û fedaiyane dimeþîne. Ji bo Kurdistaneke azad a demokratîk, biratiyeke rast û aþtiyeke birûmet ev têkoþîna pîroz heta îro bi xweh û xwîna bi hezaran þehîd û cangoriyên xwe aniye.


Li Amedê erd û esman hejiya

Kurdan di serî de li Amedê, li qadên Newrozê û li çiyan û li her derê bajaran, ji hemû caran zêdetir, bi dengekî bilind, bi hemû hêz û qaweta xwe, bi hemû bîr û baweriya xwe, ji hemû zulm û zordariyê re, ji hemû bindestî û koledariyê re got: ÊDÎ BES E!..

Gerilayên Kurd çawa bi ruha Oramar û Zapê li ber xwe dan û ji dagirkeriyê re gotin êdî bes e, gelê kurd jî li her derê bi sed hezaran êdî ji hemû wehþ û hovîtiya dewletê, artêþê û hukumeta AKP’ê û ‘qatîl Erdoðan, an jî ‘kundir Erdoðan’ û hemû hêzên navneteweyî yên li dijî kurdan þerê qirêj dimeþînin re got ‘êdî bes e!’

Weke xortekî Kurdistanê gotî ‘berxwedana Oramar û Zê (Zap) li Amedê û tevahî Kurdistanê deng veda.’


Li her derê agirê azadiyê

Zarokên agir û rojê, neviyên Kawayê Hesinkar, hevalên Mezlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Zekiye Alkan, Bêrîvan û Ronahiyan, û bi hezaran cangoriyên nemir va ye çend roje ji bo pîrozkirina Newrozê li qadan e, li her derê ne.Li her derê Agirê Aadiyê geþ bû (dibe)

Li her derê, bi milyonan kurdan bi reng û dengê xwe, bi cil û bergên xwe, bi daxwaz û sekna xwe gelek aþkere dan zanîn ku êdî tu kes nikare gelê kurd ê birûmet bixapîne û li ser wan bayê jiholêrakirinê wisa bi hêsanî bigerîne. Kurdan careke din diyar kir ku ew heta dawiyê aþtiyeke birûmet xwest (dixwazin). Lê ji bêrûmetiyê, ji koledarî û bindestiyê re jî gotin (dibêjin) êdî bes e.


Newroza ‘Êdî Bes e’

Kurd li ser bingeha, li her derê berxwedan û serhildan, bi ruh û giyana seferberiyê, bi ruh û giyana Oramar û Zapê, bi ruh û giyana serhildanê, bi ruh û giyana yekîtiya Neteweyî, bi ruh û giyana seferberiyê, bi ruh û giyana Kurdistaneke azad a Demokratîk rabûne ser piyan û têkoþîna xwe li her derê dikin. Li gel hemû qedexekirin û astengiyan, zext û zordariyan, wehþ û hovîtiya li gelek bajaran (mîna bajarê Wanê) di serî de Amed li her çar dor û milên Kurdistanê û cîhanê Newrozê, hem li qadên Newrozê hem jî li her tax û kolanan, bi milyonan pîroz kir (dike), agirê Newrozê gur kir (dike) û dengê xwe yê azadiyê bilind kir (dike) û got (dibêje) êdî bes e.


An jiyaneke birûmet an jî qet Kurd di serî de li Amedê, li her derê, bi vî rengî hemû þehîdên Newrozê û yên Kurdistanê yên nemir dan (didin) jiyandin û ruha wan þad kirin (dikin).

Kurd bi van hest û ramanan û sekna xwe, bi germahiya agirê roja nû Newrozê, bi ruha seferberî, yekîti û serkeftinê bi hemû bîr û baweriya xwe qiriyan (diqîrin) û 'Newroza êdî bes e' yê kirin (dikin) 'Newroza azadiyê.' Û dirûþmeyên ku kurd li her derê berz kir (dikin) deng veda (vedide) li her derê cîhanê:

An Jiyaneke birûmet, an jî qet û qet!..

Bijî Têkoþîna azadiya Kurdistanê û gelê Kurd!..

Bijî û her bijî berxwedan û serhildana Newrozê!..


23-03-2008 10:00 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 23-03-2008 10:00. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 23-03-2008 10:00
Views: 135    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;