Newroz li dijî hemû zulm û
zordariyê berxwedan e, li dijî hemû bindestî
û koledariyê serhildan e.
Newroz agirê azadiyê ye, ku
bi destê Kawayê Hesinkar li çiyayên Medyayê
hatiye vêxistin û bi ruh û giyana Mezlûm
Dogan, Zekiye Alkan, Rahþan û Bêrîvan, Ronahî
û Bêrîtanan li hefs û zindanan, li deþt û
çiyayan, li her çar aliyê Kurdistanê û
cîhanê heta îro geþ bûye.
Têkoþîna Azadiya Gelê
Kurd jî, ev sih salan zêdetir e di rêbertiya Rêberê
gelê kurd birêz Ocalan, bi gerîlayên xwe yên
qehreman, bi gelê xwe yê fedakar û bi hemû
kadroyên xwe yên canfîda, bi ruha Newrozê, ji
bo parastina ziman, çand, huner, nasname, rûmet û
azadiya me kurdan têkoþîneke pîroz û
giranbûha, hêja û fedaiyane dimeþîne. Ji bo
Kurdistaneke azad a demokratîk, biratiyeke rast û
aþtiyeke birûmet ev têkoþîna pîroz heta îro
bi xweh û xwîna bi hezaran þehîd û
cangoriyên xwe aniye.
Li Amedê erd û esman hejiya
Kurdan di serî de li Amedê,
li qadên Newrozê û li çiyan û li her
derê bajaran, ji hemû caran zêdetir, bi dengekî
bilind, bi hemû hêz û qaweta xwe, bi hemû bîr
û baweriya xwe, ji hemû zulm û zordariyê re,
ji hemû bindestî û koledariyê re got: ÊDÎ
BES E!..
Gerilayên Kurd çawa bi
ruha Oramar û Zapê li ber xwe dan û ji dagirkeriyê
re gotin êdî bes e, gelê kurd jî li her derê
bi sed hezaran êdî ji hemû wehþ û hovîtiya
dewletê, artêþê û hukumeta AKP’ê û
‘qatîl Erdoðan, an jî ‘kundir Erdoðan’ û
hemû hêzên navneteweyî yên li dijî
kurdan þerê qirêj dimeþînin re got ‘êdî
bes e!’
Weke xortekî Kurdistanê
gotî ‘berxwedana Oramar û Zê (Zap) li Amedê
û tevahî Kurdistanê deng veda.’
Li her derê agirê azadiyê
Zarokên agir û rojê,
neviyên Kawayê Hesinkar, hevalên Mezlûm
Dogan, Mahsûm Korkmaz, Zekiye Alkan, Bêrîvan û
Ronahiyan, û bi hezaran cangoriyên nemir va ye çend
roje ji bo pîrozkirina Newrozê li qadan e, li her derê
ne.Li her derê Agirê Aadiyê geþ bû (dibe)
Li her derê, bi milyonan kurdan
bi reng û dengê xwe, bi cil û bergên xwe, bi
daxwaz û sekna xwe gelek aþkere dan zanîn ku êdî
tu kes nikare gelê kurd ê birûmet bixapîne û
li ser wan bayê jiholêrakirinê wisa bi hêsanî
bigerîne. Kurdan careke din diyar kir ku ew heta dawiyê
aþtiyeke birûmet xwest (dixwazin). Lê ji bêrûmetiyê,
ji koledarî û bindestiyê re jî gotin
(dibêjin) êdî bes e.
Newroza ‘Êdî Bes e’
Kurd li ser bingeha, li her derê
berxwedan û serhildan, bi ruh û giyana seferberiyê,
bi ruh û giyana Oramar û Zapê, bi ruh û
giyana serhildanê, bi ruh û giyana yekîtiya
Neteweyî, bi ruh û giyana seferberiyê, bi ruh û
giyana Kurdistaneke azad a Demokratîk rabûne ser piyan û
têkoþîna xwe li her derê dikin. Li gel hemû
qedexekirin û astengiyan, zext û zordariyan, wehþ û
hovîtiya li gelek bajaran (mîna bajarê Wanê)
di serî de Amed li her çar dor û milên
Kurdistanê û cîhanê Newrozê, hem li
qadên Newrozê hem jî li her tax û kolanan, bi
milyonan pîroz kir (dike), agirê Newrozê gur kir
(dike) û dengê xwe yê azadiyê bilind kir
(dike) û got (dibêje) êdî bes e.
An jiyaneke birûmet an jî
qet Kurd di serî de li Amedê, li her derê, bi vî
rengî hemû þehîdên Newrozê û yên
Kurdistanê yên nemir dan (didin) jiyandin û ruha
wan þad kirin (dikin).
Kurd bi van hest û ramanan û
sekna xwe, bi germahiya agirê roja nû Newrozê, bi
ruha seferberî, yekîti û serkeftinê bi hemû
bîr û baweriya xwe qiriyan (diqîrin) û
'Newroza êdî bes e' yê kirin (dikin) 'Newroza
azadiyê.' Û dirûþmeyên ku kurd li her derê
berz kir (dikin) deng veda (vedide) li her derê cîhanê:
This entry was posted on 23-03-2008 10:00. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 23-03-2008 10:00 Views: 139
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 139