Bi rastî Newroza 2008’an li
hemû deverên gelê kurd lê dijîne, çi
li nava welat, çi li derveyî welat bû Newroza ji
nû ve vejîna gelê kurd. Bi taybet Newroza gelê
Geliyê Goyan ji bi serê xwe mijara nirxandinê ye.
Îsal min jî got ka ez piþtî
27 salan biçime herêma bav û kalan, hem alîkariya
amedekariyên Newrozê bikim, hem jî bi dost û
hevalan re Newroza berxwedan û azadiyê pîroz bikim.
Beriya ez behsa Newrozê bikim, ez
dixwazim hinekê behsa rewþa gelê vî Geliyê
Goyan bikim. Bi rastî welatparêziya Geliyê Goyan ji
mêj tê. Lê belê ji ber bêrêxistinbûnê
demeke dirêj belavela ma. Bê guman sedemên vê
belavelabûnê û bedengiyê hene. Geliyê
Goyan gelek ked û bedelekî mezin di warê mezinbûn
û geþbûna karwanê azadiyê de da. Ev ked û
bedel ji serdestan re zik êþeke mezin çêkir. Ji
ber hindê xwest têla xwe ji gelê bêguneh
bistîne. Gelê vê herêmê bi kuþtinên
navê wan “kuþtinên veþartî”, bi birçê,
bi koçberkirin, gund valakirin û gelek tiþtên
dijmirovahî hate perçiqandin. Nêzî 20 hezar
insanên me koçberî Mexmûrê bûn.
Bi hezaran koçberî metropolên tirkan bûn. Ên
mayî jî piraniya wan kirine cerdevan. Ji ber hindê
nêzî bist û du salan tirsa zext û zordariya
dewletê ji mejiyê insanan derneket. Derbeya 12’Îlonê
de weke pangurekê ser gel re derbas bû. Tirs û
bêdengî bû parçeyeke jiyanê.
Di nava bêsazîbûn û
hêvîtiyê de partiyên pergala dewletê
lotik didane xwe. Hemû nirxên gel hatine binpêkirin.
Di hilbijartina herêmî ya borî de bi gotina gel,
dengê gelek kesan heta bi milyarekê jî hate kirîn.
Ev nêzî 4 salan e HADEP û DTP hatiye avakirin. Lê
belê bi rastî her dem partî lawaz maye. Tekiliya bi
gel re her wisa… partî ji hêla kadro, alav û
maddî ve gelek bê derfet maye. Vê ji zêde
bawerî nedaye gel.
Tiþta kêfxweþî dide mirov
ew e ku çi bi keda rêveberan û gel, çi bi
keda hêza azadîxwaz be gelê herêmê ji
nû ve ber bi vejinê ve diçe. Di hilbijartina giþtî
de gelê herêmê dengên jê nedihat
hêvîkirin da partiya xwe. Bi teybet gundên cerdevan
lê zêde jî dengên pir zêde ji partiyê
re derketin.
Bê guman di vê sala pêngava
êdî bes e de, coþ û serhildan û berxwedana
gelê me li deþt û çiyan dayî niþandan
kêfxweþî û hêzeke gelek mezin da hemû
gelê kurd ê her deran.
Bi rastî, Geliyê Goyan jî
para xwe ji vê girt. Di vê rewþa hêvîdar de
Newroza 2008’an hate pîrozkirin. Dema em ji bo amadekariyên
Newrozê li nava gel digeriyan hêviyên her kesî
xurt xuya dikir, çavên wan ji bo pêþerojê
çirûsik dida. Di nav jinan de me gelek civînên
taxan li darxistin. Hêviya hevalên jin, nêzikbûn
û germahiya wan mirov geþ û xurt dikir.
Gera me ya li gundên Qeþûran
bi rastî tevî hemû astengiyên fermandarên
qereqolan jî disa watedar bû. Gel di nav wan çiyan
de ji hemû hawaran dûr dîsa mêvandar û
dilxwaz bû. Wan jî hemû asteng derbas kirin û
tevli cejna pîroz bûn. Bi taybet þeva Newrozê
xortan çiyayên vî gelî hemû kiri bûn
agirê Newrozê. Þeqam, kolan, serban tev gur û geþ
bûn. Çiyayên Botanê ronahî dida her
derê…
Roja Newrozê jin, zarok, xort û
kalemêr hemû kes bi cil û bergên herêmî
ve li meydana Newrozê amede bûn. Nêwrozeke geþ û
xweþ, watedar pêk hat. Geliyê Goyan ji nû ve
vejiya… Tenê alîkarî, rêxistin kirin û
eleqeder bûn pêwîst e. Serketin ji te re gelê
azadî û aþtîxwaz…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 30-03-2008 09:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 30-03-2008 09:42 Views: 51
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 51