Tê zanîýn ku Komgeriya
Civaka Demokratîk a 1’emîn a awerte di 23-24’ê
sibatê de li Amedê bi beþdariya 500 nûneran bi coþ
û hestên bilind hate lidarxistin.
Bi rastî ev komgerî demeke
girîng û dîrokî de civiya. Civîna
komgeriyê ji bi serê xwe dîrokî bû. Ji
ber ku ev civîn, civîna duyemîn a Komgeriya Civaka
Demokratîk bû. Hemû beþdar bi coþ û hestên
bilind û bi xwe bawerî tevli bûbûn. Hemû
axiftvanan qala girîngiya demê û helwestên
bêne girtin dikirin. Mejî û raman zelal bûn.
Ji hemû beþên civakê nûner hebûn.
Gundî, karker, ronakbîr, nivîskar, jin, oldar, xort
û hwd hemû beþên cývakê divê
komgeriyê de cih girtîbûn. Tiþtê herî
baþ, hemû kes bigiyan û ramanên xwe diruþma
yekîtî û berxwedanê dida pêþ. Li dilê
welat Ameda serhildanan de gaveke dîrokî dihat avêtin
û rupelek zêrîn dihat nivîsîn. Deþt û
çiya ji bo biryara “an serkeftin an neman” bûbû
yek. Bi rastî ez tevli gelek komgeriyan bûbûm lê
belê tu komgeriyan weke vê kelegiyan (heyecan) nedabû
min.
Ev komgeriya dîrokî birastî
piþtî gelek niqaþan û guftugoyan gelek biryarên
dirokî girtin.
1. Navê “Xweseriya Demokratîk
“ bi navê “ Xweseriya Demokratîk a Kurdistan “ hate
guhertin.
2. Komgeriya Civaka Demokratîk wê
saziya gelê me ya biryardar be û di nava salekê de
wê ji hemû cureyên civakê nûneran bigre
nava xwe û ji aliyê sazbûnê ve wê xwe
temam bike.
3. Komgeriya me hemû êriþkarî
û nijdeyên (operasyonên) artêþa tirk bi
hestekî tund þermizar dike.
4. Li hemberê hemû êriþkarî
û tunekirinên dewleta tirk divê gelê me û
hemû saziyên me bi giyana (ruhê) seferberî
tev bigere û li ber xwe bide. (heta serkeftinê berxwedan
û serhildan)
5. Helwesta dewleta YDA, YE, Iraqê
û kevneperestên herêmê ya li hemberê
gelê kurt bi tundî hate þermizarkirin.
6. Durûtiya AKP’ ê û
ew wekîlên dibên em kurd in, divê ji aliyê
gelê me ve bêne mehkûmkirin û ew gelê
me ê dengê xwe dayî AKP’ê divê xwe ji
wan dûr bikin û bin nava refên gelê xwe. Wekî
din divê gelê me AKP’ê dorpêç bike.
7. Divê ciwanên tirk û
kurd nebin alîgirê vî þerê qirêj û
ji bo neçûyîna nava artêþê divê
mafê xwe ê reda wijdanî bi kar bînin.
8. Êriþkariya artêþa tirk
a ser dewleta federe ya kurd dagirkerî tê qebûlkirin.
Berxwedana gelê me yê baþûr li hemberî
tankên tirkan em pîroz dikin û divê hemû
gelê me nerazîbûna xwe awayekî tund niþan
bide.
9. “Divê dorpêça
li ser birêz Ocalan bê rakirin, nêzîkbûna
li ser Ocalan nêzikbûna li gelê kurd tê
qebûlkirin. Çareseriya pirsgirêka kurd de muxatap
birêz Ocalan e.”
10. Rrojên dîrokî 8’ê
Adarê, Newroz, 4’ê Nîsanê divê ji
aliyê gelê me, sazî û pêþengên
me ve biruhê berxwedanê û seferberiyê bête
pêþwazîkirin.
11. Hilbijartina herêmî ya
2009 ‘e de bête kirin ji bo gelê me pir girîng e.
Divê bi rengê referandûmê bê
pêþwazîkirin. Armanc ew e ku hem hejmara dengan hem
hejmara þaredariyan di asta bilind de bê bidestxistin.
Bê guman çend biryarên
din jî ên girîng hatine girtin. Ev biryarana dê
pêþerojê de bêne bicihanîn. Wekî ku tê
dîtin gelek biryarên girîng hatine sitandin. Belê
ya girîngtir ew e ku gelê me, saziyên me , pêþengên
me bi giyana welatparêzî nêzî meselê
bibin û peywîrên xwe ên dirokî bi cih
bînin. Dem dema yekitî û berxwedan û
serhildanê ye. Ev sala hanê sala mirin û nemanê
ye. Divê kes sistekî û hesabên biçûk
neke. Hêvîdar im hemû gelê me bêje; “An
azadî an neman”. “An serkeftin an neman” roj roja namûsê
ye!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 02-03-2008 09:23. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 02-03-2008 09:23 Views: 169
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 169