Tê zanîn ku gotina xiyanetê ji devê desthilatdar û
þovenîstên tirkan tu car nakeve. Eger mirov bala xwe bide gotinên wan, tê bêjî
qey her kes li wan xiyanetê dike û ji biþt ve xencerê li wan dixe. Dostanî,
biratî, dadî, aþtî û wekhevî parastin ji tim dibe behra wan.
Di dîrokê de dem û pêvajoyên girîng hene . Li van deman
helwesta bê niþandin muhîm e. Dema þerê rizgarkirna Tirkiyeyê, pêdiviya tirkan
bi kurdan gelek zêde hebû. Ji ber wê hindê hewcehiya wan bi yekitiya tirk û
kurdan hebû. Tayê xwe pê bigirin tenê kurd mabûn. Ka em ji bo wê demê ji dîroka
nêz binêrîn ku helwesta kê çi bu, kê çigot û çikir.
Welatê hevbeþ: Di hevdîtina Amasyayê protokolo duyemîn de
wiha tê þîrovekirin; “ Welatê hevbeþ, ew erd e ku tirk û kurd lê dijîn.” Li ser
pirsa gelo tixub (sînor) kuderê ye? M. Kemal wiha bersîv dide: ‘’Ev tixub, ji
baþurê Delava Îskenderûnê ji Antakya dest pê dike, ji navbera Heleb û Îstasyona
Katmayê diçe baþurê Pira Craplusê û digihe Firatê. Ji wir dadikeve
Dirîzorê, piþtre berî xwe dide rojhilat diçe Mûsil, Kerkuk û
Silêmaniyê.” ( Gotin û Daxwiyaniyên Ataturk C.2 r.12)
Di meclisê de gotinekê xwe ya din de dibêje : “Ttixubê me erdê
ku tirk û ew kurdên ji bo pêþeroja me bi me re ked kirîn lê dijîn e.”
Mafên kurdan ên nasname û çandî di Kongreyên Erzirom û
Sêwasê de ji dihatin misogerkirin. Meclisa nû de biryarnameyek li ser mafê
kurdan tê qebulkirin û li ser navê meclisê M. Kemal vê biryarnamê diþîne ji
fermandarê El Cezîrê Nîhat Paþa re.
Li meclisê ser mafên gelan û nasnameyan di guftugoyekê de M.
Kemal wiha dibêje: “Ew ên ku meclisê pêk tînin, bi tenê ne tirk in, bi tenê ne
çerkez in, bi tenê ne kurd in, bi tenê ne laz in lê belê civateke misilman û ji
hemûyan pêk tê. Civateke ji dil e.’’ (Gotin û Daxwiyaniyên Ataturk C.1, r.73 )
Belê di roja teng de gotin ev e. Lê belê dema ketine
firehiyê tiþtek din e. Dema komar hate avakirin û peymanên navneteweyî hatine
çêkirin. Dor hate nenaskirin û tunekirina gelan, bi taybetî ya kurdan.
Serhildanên kurdan bê guman ji ber van polîtîkayên tunekirin û nenasiyê bûn. Di
dema serhildana Þêx Seîd, Agirî û Dersimê de ji xeynî kuþtin û girtinê gelê
kurd hate koçberkirin. Çorum, Amasya, Konya û Enqere bu warê bi hezaran kurdên
koçberbûyî. Ji bo jiholêrakirina ziman û çanda kurdan polîtýkaya biþavtinê
(helandinê) xistin rojevê. Navên mirovan, lawýran, deþt û çiyan, gund û bajaran
hatine qedexekirin. Ser navê kurd û Kurdistanê çi hebe hate qedexekirin. Plan
proje, rapor hatine amedekirin. Îsmet Paþa di sala 1935’an de diçe
Kurdistanê û ji bo vê yekê rapora xwe de bi kurtî wiha
dibêje: dibêt bajarê Elezîz, Erzingan Wan, Muþ,Melezgîr, Belîs û Erzirom pir
girîngin em tirkan livan deran bi çîh bikîn. Ji bo em kurdan bikîne tirk divê
bernameyekê helandinê ya xwurt bête meþandin” û hwd.
Wekî din di 27’’ê gulana 1961’an de paþayên artêþê ser navê
K.Alb. Haþim Tosun raporekê ji bo koçberî û tUnekirina kurdan pêþniyazî dugelê
dike. Dibêjin kurdan bibin Deryareþ û lazan û tirkên ji derve tên bibine ser
axa wan.
Tekiliya kurdên bakur ji yên baþur divê bê qutkirin. Ji
herêma rojhilat kurdan rakine herêma rojava. Ji rojava, tirkan bînin rojhilat.
Di nava kurdan de mîsyoneran çêkin da ku kurdan bi dewletê ve girê bidin.
Karmend û fermandarên hatine helandin ên kurd biþînine welatê kurdan. Di
radyoyê de ji bo helandina wan bernameyan çêbikin . Bêjin kurd ne arî ne,
turanî û týrkên çiyayî ne. Li cîhanê bêjin pirsgirêka kurd tune ye. Hunermend,
nivîskar û þanogeran di vî babetêde peyvîrdar biki û hwd. (Can Dündar, Rýdvan
Akar, Rojnama Milliyetê 22-1- 2008)
Belê ev bi tenê çend mînak in. Mirov çiqas bêje xilas nabe.
Belê em bipirsin; kanî em birayê hev bun? Kanî me çarenûsa xwe kirîbî bû yek?
Kanî wekî li jor hatî gotin mafê kurdan wê hatibana misoger kirin? Kanî
rêveberiya herêmî wê mafê kurdan bûya? Belê me fêm kir wê demê hûn hewceyî
kurdan bûn, we xweþ got kurdan jî bawer kir. Belê divê hûn baþ bizanin ku êdî
kurd we nas dikin. Dema “alavere dalavere kurd Mehmet nobete” çu. Lê belê ez ji
dixwazim bipirsim gelo ka kî xiyanet li kê kir û hê jî dike?
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 27-01-2008 08:15. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 27-01-2008 08:15 Views: 266
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 266