Rojnemevan Fikret Bîla pirtukek
bi navê ‘’Eniya Fermandaran ‘’ nivîsiye. Di vê
pirtukê de nêrînên Fermandarên Artêþa
Tirk li ser meseleya kurd û PKK hatiye þîrovekirin. Bê
guman gelek tiþtên balkêþ di vê pirtokê de
hene. Min jî xwes bi kurtî be jî ez hinik tiþtan
peþkêþî xwendekarên hêja bikim.
Fermandarê Hêzên
Bejahiyê Atilla Atêþ tê Malatyayê ji
Fermandarê Leqa (Artêþa) 2’yemîn Aytaç
Yalman re dibêje xwe amade bike, em ê biçine
Hatayê û ji wir jî biçine Reyhanliyê
û ez ê ji gel re biaxivim. 16 Rezberê 1998 her du
fermandar û parêzger (vali) Aydiner çûne
Reyhanliyê.
Atilla Paþa bi kurtahî di
axiftina xwe de dibêje; “sebra me nema, Sûriye alîkarî
dide Apo, hemû fesadî ji vî welatî derdikeve,
eger bersiva daxwazên me neyên dayîn em ê
hemû tedbîran bistînin.” Ev gotinana bi vekirî
gefa þerxwaziyê bû.
Di vegera riya xwe de Atîlla Paþa
ji Aytaç Paþa re biryara tirmehê 1998’an de ji aliyê
Lijneya Ewlekariya Neteweyî ve hatî girtin got. Biryar
ev bu; “Eger Suriye Ocalan teslîm neke Tirkiye wê bi
Suriyeyê re þer bike.” Org. Huseyîn Kivrikoglu nava
biryara lijnê de bu. 1 îlonê 1998’an de bû
Serfermandarê Giþtî yê Artêþê. 1’ê
kewçêra1988’an de Serok Komar Sileyman Demîrel
ji ser heman mijarê, di vekirna TBMM de axiftinekê hê
tujtir kir. Serokê ABD Cilinton li Demîrl geriya û
girîngiya mijarê pirsî. Demîrel got eger
pêwîst bibe em ê bikevin nava axa Suriyeyê.
Bê guman van daxuyaniyên
berpisyarên dewleta tirk wê demê rojeva siyasetê
li her derê germ kir. Bi alîkariya DYA, Îsraîl
û YE dewleta tirk xwe pir xurt didît. Dewleta Suriyeyê
kete tengasî û xofeke mezin. Serok Komarê Misirê
Husnî Mubarek berê hate Enqere û piþtre çû
Suriyeyêî bi her du aliyan re hevdîtin pêk
anî û paþê telefon ji Demîrel re vekir û
got ; “Hafiz Esed qanih bûye ku Ocalan ji Suriyeyê
derbixe.
Aytaç Paþa, li ser pirsgirêka
kurd û PKK’ê nêrînên xwe bi sê
beþan tîne ziman. 1-dema pirsgirêka civakî. 2-
dema artêþî. 3- dema siyasî. Di dema civakî
de kurdan dixwest xwe îfade bikin, zimanê xwe biaxivin,
stran (kilam) û çêrên xwe bêjin. Lê
belê me wê demê de digot kurt nîn in û
kurd þaxeke ji tirkan in. Ji ber ku li çiyan ser berfê
geryane dengê kart- kurt ji lingê wan hatiye û ji
wan re gotine kurd. Me ev daxwazên wan cuda xwazî didît.
Ber hindê me rastî nedît. 1938 -1970’an de tu
serhildanên kurdan nebun. Wê demê me pirsgirêk
rast dîtiba me dê karîbiya çareser bikin .
Mesele nedihat vê radeyê.
Di dema artêþî de, PKK di
1978’an de li gundê Fîsê hate damezrandin. Belê
Tirkiyeyê ev bûyer dîsa nedît. Ji 1978’an
heta 1984’an PKK amedekariyên xwe dikir. Dewletê bes
çavdêrî lê dikir. Di vê mijarê
de þaþî hate kirin û bûyer heta îro hat.
Siyasîbûna PKK: Aytaç
Paþa dibêje, êrîþa Erûh û Þemzînan,
1989’an de xirabbûna dîwarê Berlinê, 1991’î
de xirabbûna Sovyet û guhertina stratejiya Natoyê ,
di 1991’î de Þerê Yekemîn ê Kendavê,
di 1998’an de hevkariya Vaþingtonê, di 1999’an de
teslîmkirina Ocalan, di qebûlnekirina tezkereya 1‘ê
adarê û adara 2003’an de dagirkirina Iraqê ji
alî DYA’ê ve bi xwe re rewþên nû anîn.
Me nekarî faydê jê wergirîn. Hewldanên
me tim þaþ derketin. Belê PKK ji van rewþan fayde wergirt û
di qada navneteweyî de siyasî bû.
Paþa dibêje bi dîtina min
DYA ji zû ve plana dagirkirna Iraqê dabû û
duxwest kurdên wir ji xwe re bike hevkar. Teslîmkirina
Ocalan ji ber pêþî vekirina li Mesût û
Celal bû, wekî din jî memnûnkirina Tirkiyeyê
bû. (Eniya Fermandaran, Fîkret Bîla r:197…205
weþanên detay-2007-Îstanbul)
Aytaç Paþa di 2004’an de ji
Fermadariya Hêzên Bejahî karnîþ bû.
Belê ev qas xwendin, ev qas tac û necme, ev qas hêz,
encam; mikurhatina serneketinê û xusareteke mezin…
gelo mirov bigirî yan jî bikene? Ji mirovên
nexwendî re dibêjin “cahil- nezan”. Gelo ji xwendekar
û fermandarên wisa re çi tê gotin? Vê
dumahiyê fermandarên karnîþ dibin li þaþbûn
û çewt karkirinên xwe mikur tên . Bi rastî,
ji dilê min tê ku ez bêjim roj baþ, xwedê bi
xêr bike… Min bawer e pêþiya me vekirî û
ronî ye. Em di riya rast de ne. Tenê bawerî û
tekoþîn pêwîst e.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-02-2008 08:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 24-02-2008 08:45 Views: 195
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 195