Dîrokzanên rojava demeke
dirêj destpêka dîrokê ji Girek û Romayê
destpêdikirin. Lê belê bi taybet ev pêncê
salên dawiyê gelek lêkolînvanên binerd
li Mezopotamya û Anatoliyê lokolînên girîng
pêk anîn. Di encama van lêkolînan de derket
holê ku dîrok ne ji rojava, ji Mezopotamya dest pê
dike. Lê kolîna li ser Girêberçem û
yên din li Mezopotamyaya jorîn ji bo dîrokê
pêngaveke nû da despêkirin. Lêkolînvan
Halet Çambel û Robert J. Braîdwood di sala 1962’an
de li vî gundî dest bi lêkolînan kirin heta
1991’an domandin. Mirov bi rehetî dikare bêje vê
lêkolînê û yên din nêrîna
dîrokê serûbin kir.
Girêberçem li gundê
Hîlarê girêdayî navçeya Erxeniyê
ye. Erxenî jî girêdayî bi bajarê Amedê
ye. Ev gund ji bo jiyana çandinî, civakî, mîmarî
û gelek tiþtên din mînaka herî balkêþ
e. Gundekî Çaxa Neolîtîk e. Bi lêkolîna
haleta C 14 hatiye zanîn ku ev gund ji dema me ya niha paþde
beriya 11 hezar salan hatiye avakirin. Heta vê gavê tu
gundên ji vê kevintir nehatîne dîtin.
Ev gund di warê perestgehî
de, di warê pergala bazringanî de, di warê maden
xebitandinê de, di warê kedkariya hestî û
beran hewd. de herî kevn e. Dema Mezopotamya di vê dema
hanê de dijiya, Ewropa hê di þikeftan de dijiya. Tê
gotin, Ewropa bi nêzîkahî 2000 salan ji piþtre
Mezopotamya diþopand. (Çayönü de Ýnsan, Metin
Özbek r: 9-10 Arkeoloji ve Sanat yay. Ýst. 2004) Lêkolînên
li vî gundî hatîne kirin; derxistiye holê ku
sê demên çandinî qewimîne.
Dema Yekemîn: Di B:Z 7250-6750 de
qewimiye. Ev, ew dema hanê ye bûye dema ji bêçandiniyê
derbasbûna çandinê. Di vê demê de
dexil çandin, lawir kedîkirin dest pê dike. Genim,
nîsk, nohk, fasulî û ji daran behîv, dara
mazî, dara ben, darên fistiq têne çandin û
ji lawiran bizin, mîh, se û beraz (xinzîr) têne
kedîkirin.
Dema Duyemîn: Di B.Z. 5000-4000
de qewimiye. Di vê demê de ji sifir (bakýr) halet hatine
çêkirin. Li derên din hê mirovahî dema
beran de bû. Ev gund û Mezopotamyaya jorîn dema
meden dijiya û 2000 sal li pêþiya mirovên li derên
din bûn.
Dema Sêyemîn : Di B.Z. 3000
qewimiye. Vê demêde dîzik-cerik û firaxên
axîn hatine çêkirin. (Çanak-çomlek)
Ji bilî vê tirbên (gorên) miriyan hatine
çêkirin.
Bi gotina lêkolînvanan di
rojhilata nêz de di dema neolîtîk de tu gundên
ji vî gundî pir mirovtir nehatiye dîtin. Lêkolînên
vî gundî de hatîne kirin de 402 qerqodeyê
(Ýskelet) mirovan hatiye dîtin. Ji sedî 45ê wî
zarok bûn.
Temenê nîvekî(ortalama)
28.5 sal bû. Ên dibûn 50 salî gelek kêm
bûn. Bejna zilaman 1.70 m, ya jinan 1.57 m. bû. Mirina
zarokan ji sedî 48 bû. Mirina herî zêde di
nav zarokên 1-5 salî de bû. Gelek nexweþiyên
wê demê hatine kifþkirin niha jî di nav mirovan de
hene.(Ergani,Þehmus Aslan, r: 20-35 Urartu Yay.)
Belê xwendevanên hêja
gelek gundên wekî vî gundî ji aliyê
lêkolînvanan ve li Mezopotamya jorîn hatiye dîtin.
Bê guman ser vê mijarê gelek tiþtên balkêþ
hene ku mirov binivîse. Lê belê ji bo bêderfetî
em neçar in nivîsên xwe kurt binivîsin.
Nivîsên min tenê ji bo balkiþandina ser mijaran
in. Hêvîdar im ku hemû xwendevanên me dikarin
li ser van mijarên dîrokî bi kûrahî
lêkolînê bikin. Da ku em rastiya dîrokê
û despêka þaristaniya mirovahî bi awayekî
rast hîn bibin û bigîhînîn mirovahiyê.
Mezopotamya jorîn welatê bav û kalê me ye. Em
welatê xwe û dîroka wî baþ bizanîn ku
da em xwe jî nas bikîn. “Dibêjin ku yên
dîroka xwe nas neke, duh jî, îro jî, sibehê
jî nas nake.’’
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 03-02-2008 08:02. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 03-02-2008 08:02 Views: 284
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 284