‘’Dîrok di roja me de veþartî
ye û em di despêka dîrokê de veþartî
ne.’’ Pêþiyan gotiye; ‘’ Serî çiqas
dimîne, çav ew qas ecêbiyên giran dibîne.’’
Belê xwendekarên hêja bi rastî jî mirov
çiqas dikeve nava rupelên dîrokê mirov ewqas
ecêvihan dibîne. Dîrokeke serobinkirî,
veþartî û berevajî dikeve ber mirov. Pesindayîna
zilam û dîroka wan ya pênc-þeþ hezar salan û
vir ve. Dibêjin mirov di dîroka zilam de bûye
mirov. Gelo dîroka jinê (dayîkê) li ku ma ?
Ka xwedavend Nammu, Îstar, Star û dîroka bi hezaran
salan? Ka dîroka ‘’Civaka Komekî (komînal) ?‘’
Belê dema behsa dîrokê tê kirin behsa dîroka
desthilatdariya zilam tê kirin. Behsa pêþketina
mirovahî, mirovbûna mirov, haletwarî û
þaristaniyê tê kirin. Ez dixwazim bipirsim; dîroka
jinan çima hate veþartin? Gelo rast e mirov bûye mirov?
An jî ji mirovahî dûr ketiye? Bi rastî ev
pirs hewcehiya wan bi bersivan heye.
Zanyarên ser dîroka
mirovahî dixebitin ji aliyekê ve dîrokê dikin
e sê beþ. Dema civaka lawirî, dema civaka komekî
(komînal) û dema civaka bi desthilatdarî. Dema
civaka lawirî û dema civaka komekî di bin bandora
jinan de derbas bûye. Ev dem bi milyonan salan tê gotin.
Dema civaka desthilatdarî ji dema bandora zilam e. Ev jî
pênc- þeþ hezar sal in. Ji dema civaka komekî re
‘’civaka gerdûnî ‘’ jî tê gotin. Ev
dem ji dema lawirî heya dema civaka bi desthilat tê
îfadekirin. Dema civaka gerdunî ; dema paleolîtîk
û neolîtýk digire nava xwe. Ev dem ji civakên klan
tê avabûn. Nava klanan de 20-30 mirov cîh digire.
Kilan li dora dayîkê pêk
hatî ye. Her kes wek hev e. Yek ji bo her kesî, her kes
ji bo yekê ye. Cudahî, desthilatdarî, çînîtî
û mijokdarî tune ye. Di klanê de wekhevî û
azadî bi aweyekî xwezayî heye. Bi xwezayê re
yekbûn hakim e. Tiþtê ji bo jiyanê tê
komkirin û nêçîrkirin aher kesî ye.
Hezkirin, aþtî, hev duparastin esas e. Dema civaka bi
pêþkêþiya dayikê hertiþt wisa li xweþa mirovan
diçû dayîk (jin) gihandî bûn asta
xwedawendiyê. Afrînera her tiþtî xwedawendê
jin bû.
Di bergotiyên (efsaneyên)
Sumeriyan de ; Xwedawend Nammu avekê bê serî û
bin bû. Hemû kaînat û xweda û
xwedawendên Sumeriyan wî çêkirî ne. Ji
bo afrandina mirovan wî ferman li kurê xwe xwedayê
zanînê kiribû û bi hev re afrandin. Her wisa,
Tewrat Tekvîn: 1:2-9 dibêje xweda erd û ezman ji
avê çêkir û piþt re her tiþt afirand.
Quran Embiya sur. Ayet 30: dibêje “ dema erd û ezman bi
hev rabûn me ew ji hev du cuda kir û ji avê hemû
giyanewer çêkirin, ma ew vê nizanin?”
Belê xwedawendiya jinê heta
dema dewlet-bajarokan didome. Di dema nêcîrvanî û
þer de zilam xurt bû û xwe bi rêxistin kir, hêdî
hêdî çav berda xwedawendiya jinan. Dema Înana
xwedawenda (jin) Sumeriyan, Xweda Enkî (zilam) 104 Me yên
wî jê dizê. (me, esasên jiyanê ne) Ev
bûyer B.Z. 3000 de hatiye çêbun.
Piþtî vê bûyerê
jin hêdî hêdî desthilatdariya xwe winda dike.
B.Z. 2000 de destana xwedawend Tîmat, wekê cadiyekê
tê nîþandan û di keseyatiya wî de jin tê
mehkûmkirin. Êdî rê li ber desthilatdariya
zilam vebûye. Hemû bawerî û bîrdozî
ji bo xistina jinan her tiþt amade kirin. Jin êdî kole
ye û yexsîr e. Her tiþ ji boz ilam û
desthilatdariya zilam e. Desthilatdarî ji ji bo zik û
binzikê ye.
Bi ketina jinê re azadî,
wekhevî, hezkirin, parvekirin, parastin, lehengî, merdînî
û hwd hemû nirxên mirovahiyê winda bûn.
Bi desthilatdariya zilam re þer, xwînmijî, talan,
qirkirina mirovan, koletî, bêdadî, zilm û
zordarê tevkujiya lawir û xwezayê û hwd bû
jiyana sereke. Pênc hezar sal,sedî 75’ê wê
bi þer derbas bûye. Bi milyaran mirov hatine kuþtin. Xweza
hatiye herimandîn. Jiyana giyaneweran li ber talûkê
ye. Jiyan bûye jehr û xwîn diherike…
Belê mirovahî hê li
azadî, aþtî, wekhevî, hezkirin, parastin,
parvekirina xwedawendên jin digere. Xdawend Nammu di nava demê
de bû Înanna, bû Îstar û
bû Star. Gelê kurd hê,
di tengasiyê de dibêje, “Ya Star!” Sîfetên
xweda yek jî Star e. Ez jî li (Î)Star a xwe
digerim.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 10-02-2008 08:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 10-02-2008 08:08 Views: 259
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 259