Weke pêþiyên me jî
gotine “ziman hem tehl e hem þîrîn e. “Dema gotinên
nexweþ û ne di cih de ji zman diherikin ziman tehl dibe û
gelek caran jî bi van gotinên nexweþ dilê mirovan
diþikêe Dilê þikestî ji xwe cebar nabe.
Dema gotinên honandî û
xweþ bêne ser ziman wê çaxê ziman jî
xweþ û þîrîn dibe
Ziman di devê hinekan de dibe
kaniya jiyanê û hêviyan av dide her tim. Û di
devê hinekan de dibe kufrî û jehr jê diçe.
Di devê hinekan de dibe helbest stran û gotinên
parzûnkirî. Di devê hinekan de jî dibe derew
û devê wan dibe sergoyê derewan
Mebesta me li vir ne ku em ziman þûcdar
bikin. Ji ber ku ziman di devê mirovan de dibe çekên
cuda û herkes li gorî xwe vê çekê bi
kar tîne. Em dikarin bêjin ku dîsa çeka
herî xurt û bibandor ziman e. Civak û gelên
ku vê çekê ne ji bo kuþtinê lê ji bo
çand, huner û wêjeyê bide þixulandin, ew
civak wê bibe nirxên herî bilind û payedar
Ev aliyekî ziman e, îcar
em werin ser aliyê din ê ziman. Weke tê zanîn
kesek nabêje zimanê bavê min, her kes dibêje
zimanê dayika min Ji ber ku ziman di devê dayikê
de xweþtir û þîrîtir e. Dema dayikek nifiran jî
bike ew herka zimanê wê yê xweþ xira nabe. Di nav
nifiran de dîsa wêje bixwe heye. Mînak “xwedê
emrê te kin bike”, “ev îd di ser te re derbas nebe”,
“emrê te biqefise” û hwd. Avrakirina van gotinan ne
basît û ji rêzê ye. Her çiqas aliyê
wan ê neyînî li pêþ be jî wêjeya
me xurt û dewlemed kirine.
Dema dayikek nifiran li zarokeke xwe
dike em dizanin ku ew nifir ne ji dil e. Ew nifir dibe duayek û
bi ser zarokên xwe de weke rehmê dibarîne. Ez
dibejim bila dayika min nifiran bi ser min de bibarîne bes bila
bi zimanê dayika min be.
Her zarok bi zimanê dayika xwe
mezin dibe û pê xeber dide. Gotina ewil ku ji devê
zarok derdikeve “ede” ye ango dayik. Cara ewil dengê
lorîkên dayika wî dikeve guhê wî. Cara
ewil bêhna dayikê pozê wî li jiyanê
vedike.
Bi dîtina rûyê ewîl
evîna zarok dest pê dike ew rû, rûyê
dayika wî ye. Ji ber wê yekê dema zarokek bikeve
tengasiyê, alikariyê ji tirsa yan jî dikeve
tengasiyê gotina ewil ku ji devê wî derdikeve
“dayê” ye.
Lewra jin jiyan e. Yanî jin
jiyanê xweþik dike û dixemiline. Jiyanê bi
germahiya dilê xwe hembêz dike. Ji xweþikbûna wê
ye ku hemû tiþtên xweþik û yên berbiçav
bûne navên wê. mîna xezal gul çiçek,
kevok, sêv, zozan û hwd.
Dayîk rehm û bereketa
xwezayê ye. Ax di destê wê de dibe zêr dojeh
bi duayên wê dibe bihuþt.
Li hember vê zimanê mêran
(ne hemû kes û ne hemû caran) gelek caran hiþk û
tehl e þûna duayan zirt þer mirin ji zimanê wan
diherike.
Em bala xwe bidinê di civaka me
de mêr û mirin tên eynî wateyê. Tê
wê wateyê ku mêr ji bo kuþtin û mirinê
ye. Yanî mêr an wê bimire yan wê bikuje.
Kesek nabêje jinxwas dibêjin
mêrxas ango mêrê xas î. Îcar navê
mêrê xas jî kirine þêro, piling, aslan, baz
û hwd.
Li vir em gotineke din a pêþiyan
bînin bîra xwe. Dibêjin “berxê nêr ji
bo kêrê ye”. Wateya vê gotinê ji mêr
an wê bikuje yan jî wê bimire.
Mêr her tim jiyan kiriye gola
xwînê û talan kiriye. Jinê jî paqij û
xweþik kiriye. Jin bi maye hatiye firotin bûye kole lê
tu caran hêviyên xwe ji jiyanê qut nekirine. Ji ber
ku ew bi xwe jiyan e.
Dîsa jî hem zimanê
bavê min û hem zimanê dayîka min xweþ e.
Heger hûn bi zimanê bavê xwe negiriyabin werin em
bi zimanê dayika xwe bikenin. Em bikenin heya em ji ken
bimirin...
This entry was posted on 02-04-2008 10:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 02-04-2008 10:52 Views: 47
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 47