Tiþta ku gelan dide nasîn ziman
e. Ziman li gorî civaknasan, ji bo tarîfkirina gelan,
þertê yekemîn e. Ziman nebe, veqetandina gelan ji gelan
zor e.
Ji ber vê yekê însan
dema ji yekê hêrs dibe dibêje “Ez ê zimanê
te jê bikim” “zimanê wî /wê bibire”
“Zimandirêjiyê neke” “Zimanê wê/wî
bû bela serê wê/wî” Tê zanîn,
ziman nasname ye, ziman þahidê çand û dîrokê
ye.
Mîr Bedirxan di 1947’an de,
dema ji welat dûr dixin û dibin Stenbolê, ji
malbata xwe re wiha dibêje: “Ez ditirsim di nav tirkan de hûn
zimanê xwe ji bîr bikin. Daxwaza min ji we, bi zar û
kesên di nav malê re bi kurdî biaxivin. Yê ku
welê neke kurê min nîn e, keça min nîn
e, tu tiþtek min nîn e.”
Axaftina zimanê dayîkê
ne dijminahiya zimanên biyanî ye. Xasma naskirina zimanê
biyanî ye. Lewre her ziman dewlemendiyek e. Tiþtê ku
rojê li piyan dihêle erd e, tiþtê ku gelan jî
li piyan dihêle ziman e.
Lê zimanê me, digel ku
pêvajoyên gelek bi xeter li pey xwe hiþtiye jî,
dîsa dil heye wan xetereyan paþ de bîne.
Dema Osmaniyan zimanê perwerdeya
wî qedexe nebû. Lewre perwerdegeh medrese bûn. Li
medreseyan; digel zimanê farisî, erebî, zimanê
kurdî jî, zimanê perwerdehiyê bû. Ders,
bi kurdî didan.
Mixabin piþtî avakirina komarê
ku; yek ziman, yek gel, yek al hat qebûl kirin; êþa
zimanê me jî dest pê kir. Qedexeya ziman bû
sedemê gelek cirmên diravî.
Lê belê dîsa qedexe
bi ser neket çawa? Lewre her qedexe, evîna tiþtên
qedexekirî zêdetir dike.
Qedexeya herî mezin qedexeya
meriv e, îro em li ku derên wan qedexeyan e?
Li gorî min, niha me bi xwe ziman
qedexe kiriye. Navê keçikê Hêlîn e,
navê kurik Þoreþ e lê belê axaftina wî /wê
tiþtek din e. Dê, bav, ziman diparêze, êþ û
azaran dixwe, lê belê di nav malbatê de ziman
biyanî ye. Em ê navê vê çi daynin.
Dibêjin ku zarok diçin dibistanê, bila pêþî
zimanê fermî fêr bibin. Naxêr ev mazeret e,
ne rewa ye, ev dirûtî ye, ev bêbawerî ye!
Meriv dikare çi bike? Neaxaftina
ziman qedexe bike! Ger em li ser nesekinin, dê dem were di nav
malbatê de bapîr û dapîr bi neviyên xwe
re bi alîkariya tercumaniyê biaxivin.
Tiþtê herî ecêb ev
e… Navê law Salih e, lê law fasiq e, navê law
Sadiq e, law derewker e, navê law Þiyar e, lê law
neþiyar e… Nabe… Ger em pêþiya vê negirin, tiþtek
namîne, ne ziman, ne çand.
This entry was posted on 08-03-2008 10:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 08-03-2008 10:07 Views: 32
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 32