Di bîst û yekê adarê
de em her tim dibin mêvanê Kawayê Hesinkar û
hogirê wî Kawayê Hemdem. Jixwe Kawayê
Hesinkar û Hogirê wî Kawayê Hemdem, her tim
salê carekê bi mêvanê xwe re rûdinin û
daxwaz û dilînên xwe bi hev re dibêjin û
soz û qewlên xwe datînin.
Sal bi sal mazûban xwe nû
dikin û ji mêvanan jî daxwaza nûbûnê
dikin. Ji bo sala bê, ji sala borî bêtir daxwaza
baþbûnê dihat/tê kirin.
Di hin heyaman de ev hevdîtin û
þêwr ji aliyê xêrnexwaz û neyarên
baþiyê ve dihatin/tên asteng-kirin. Ji bo xweparastinê
tedbîr dihatin girtin û hê jî tên
girtin. Lê bi dûajoyê re hevdîtinên
mazûban û mêvanan hê aþkere û bi
dilêrî pêk hat/tê. Jixwe ji du hezar salî
zêdetir e, ev þêwr û miþêwra li dora
xwençeyê pêk tê didome û wê het
tim jî bidome.
Ez dixwazim pîçekî
qala tiþtên li ser xwençeya raxistî bikim. Li
ser xwençeyê rê û dirbên azadiyê,
dilînên dildaran, raperîna rizgarbûnê,
xisletên mirovatiyê, þîr û þerbetên
çêjxweþ û her wiha li teniþtê jî
kirarên neyarên xweþî û bedewiyê jî
hene. Li ser vê xwençeyê þêwr û
miþêwr tên danîn, li ser peyman û qewlan li
hev dikin.
Di hin heyaman de, kêm kesan
xwe digihand ser vê xwençeyê. Berdêla li ser
vê xwençeyê rûniþtin, giran e. Ew berdêl;
mêjiyên hatine xwarin, stûyên di sêdaran
de hatine þkestin, laþên bêserî, aþopên di
zêrzemînan de noq bûne û hatine þkestin in.
Kesên ku ji bo xweþbûn û
delaliyê dihatin nik hev , da ku ji vê xwençeyê
tam û çêjekê bigirin, car caran ew rêwîtî
dibû egera jiyan jidestdana wan kesan. Lê ew rêwîtî,
rêwîtiyek jênager bû. Berdêl mirin
bûya jî, hin kesan ji bo vê mêvandariya
xwençeya bi ava azadiyê hatiye þûþtin, tevna wê
bi benê hevrîþim hatiye veçinandin û bi
darê dildariyê saz bûye; digotin mirina ji bo vê
xwençeyê ser seran ser çavan. Mirina bi vî
rengî mirineke birûmet û jidil e.
Lê mêvanên ku îroj
xwe digihînin vê xwençeya delal û dewlamend
pir bûne û ji beþdarên heyamên borî
zêdetir in. Pirbûna mêvanan, çêj û
wateya xwençeyê gur û geþtir dike. Di dewsa hest
û dilînên qurifandî de ajên nu
hildidin. Rengîniya li dora vê xwençeyê çawa
ronî dike, dilan xweþ dike û mirov pê sermest
dibe. Rengên li hev civiyane, bi tevayî rengên
lihevhatî ne. Her beþdarek li wir dibe kulîlkeke nazenîn
a nebiþkivî. Dest digihîjin hev, çav heman tiþtî
dibînin û ziman heman dilînan dilîlînin.
Hest wek hespa kihêl li çargav e.
Li wir xêrnexwaz û
sondxwarên azadiyê ku keysê lê bînin,
kulîlkên rengîn û hê nû
biþkivandî diqurifînin. Wisan jî kirin.
Destên xwe yên gemar dirêjî
kulîlkan kirin.
û pênc kulîlkên
azadiyê qurifandin.
Ji rengan xwîn herikî,
dil bi hêrsê hatin dagirtin
dengê yekîtiyê xwe
gihand ezmanê heftan,
erd naliya,
pêlên behran ji fediyan
serê xwe tewandin
û dema bêwijdan lê
temaþe kir.
Her tim di vê dawetê de em
dibin cangorî. Wisan dixuye ku di van dawetan de wê kes
in bibin cangor. Lê ya herî balkêþ ev e ku mêvanên
beþdarî vê pîrozbahiyê dibin, qet li vê
yekê naramin. Hest û hizrên mirinê li pêy
xwe hîþtine û tekane hizrên wî li ser jiyan
û jiyandinê ye. Ku dema berê xwe dide vê
þahiyê hest û hizrên wî di nava pêlên
azadiyê de ajne dikin, Ji bo ku xwe bigihînin vê
dîlanê, bi dilekî pak û dilsoz her berê
xwe didin vê qadê. Rewþa xwençeya me û
beþdaran kêm zêde wiha ye.
Li hember vê yekê neyarên
azadiyê û þadûmaniyê xwe li xwençeyê
danîne. Serê wan di ber de, pozxûn û bi mirûz
in. Neyartî û gemariya di dilê wan de xwe di rûyê
wan de dide der.
Her ku agir gur dibe,
sor bêtir sor,
kesk bêtir kesk,
zer bêtir zer dibe.
Dengê lalûtekî
dageriyaye
û bi newayên dildar bilind
dibe.
Bi serbilindî û nezaniya
xwe êdî li erdê nahewe.
Tu dibêjî qey bi bask e.
Xwe di nav ewran de dibîne.
Bi ewran re ketiye dîlanê.
Êdî arê vê
dawetê bêtir gur bûye. Dîlan mezin bûye.
Destên bi hev digirin bûne bi milyonan. Mil di hev de ne,
pozbilind in û bi xwe bawer in. Xwençe wek giraveke di
nava behrê de be. Ên dorê civiyane wek pêlan
xwe li keviyên xwençeyê didin. Stêrkên
bi ronkayiya rojê xwedî dibin, diteyîsin. Û
pêl bi pêl berê xwe dane giravê. Arê
vê dawetê, qîrîn û lîlandina
mêvanan digihîje ezmanê hefta.Yên ku pê
nehesiyane nemane. Bila ew deng û dilîn ji bo hinekan (ên
ku naxwazin pê bihesin) bi guhar be.
This entry was posted on 06-04-2008 11:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 06-04-2008 11:08 Views: 54
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 54