Kurd baž dizanin ku pakêtên
AKP’ê pûç û beravêtî ne. Kurd
tižtekî din jî baž dizanin; ew jî 5 salên
ku AKP bûye desthilatdar bûn kabûs ji bo kurdan û
rojên baž nedîtin. Ji bilî siyaseta zor, înkar
û îmhayê.
Hikûmeta Erdogan ku hêza
artêž û çapemeniyê hildaye pižt xwe,
žerekî psîkolojîk dimežîne. Her çiqas
ev žerê çapemeniyê li hemberî kurdan bi
daxwaza Erdogan dest pê kiriye di raya gižtî derneketibe
jî çend bûyerên di dema Erdogan de li dijî
kurdan hem di warê asîmîlasyonê de hem jî
di warê ji holê rakirina fîzîkî de
wihan e:
Hikûmeta Erdogan ku di sala
2003'yan de dema hate ser kar Zagona Têkožîna bi Terorê
re (TMK) guherand di nav civakê de bertekeke erênî
guherand. Lê li ser daxwaza artêžê Erdogan di nav
demeke kin de ev zagon careke din guhart û ji berê
xirabtir kir. Wekî mînak berê dema binçavkirinê
ji 4 rojan hatibû 2 rojan lê niha careke din dema
binçavkirinê derket 4 rojan û heta ku dozgerî
bixwaze vê demê zêdetir dike. Gelek guherîn
careke din pažve hatin girtin, bi Zagona Selahiyeta Polîsan jî
mafê gulebarandinê da polîsan. Li gorî
daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Wexfa Mafên
Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) MAZLUMDER û gelek
saziyên din ên mafên mirovan ji dema Hikûmeta
Erdogan hate ser kar heta niha;
Ji îžkenceyê re
toleransa berfireh
Li bajarên wekî Amed,
Žirnex, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt
ên herêmê di serî de li Mêrsîn,
Edene, Stenbol û Îzmîrê bi gulebarankirina
polîsan nêzîkî 30 mirovan jiyana xwe ji dest
da. Her wiha di nav 5 salên AKP li ser kar de zêdeyî
50 hezar kesî hate binçavkirin. Ji kesên hatine
binçavkirin bi hezaran hatin girtin û mexdûr bûn.
Careke din li gorî daneyan ligel gotina Erdogan a wekî,
'Ji îžkenceyê re sifir tolerans' gelek kesên di
bin çavan de rastî îžkence û muameleya
xirab hatin.
Hiqûq ji bo kurdan pêk
nehat
Di warê hiqûqê de
bûyera qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 salî û
bavê wî Ahmet Kaymaz, bombe avêtina gelek cihan û
bombebaran kirina Pirtûka Umutê (Doza Žemzînanê),
teqîna Parka Kožuyoluyê bê encam man. Erdogan ku
soz da di ser van bûyeran de biçe, pižtî demekê
hemû daxwazên Serfermandariya Gižtî gebûl
kirin û niha sûbayên li Žemzînanê li
ser sûc hatin girtin û hemwelatiyek kužtin, ji derve li
ser wezîfeya xwe ne. Lê Seferî Yilmaz ku rastî
bambebarana sûbay Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û
îtîrafkar Veysel Atež hat niha di bin gefan de ye. Gelek
bûyerên mîna van di tariyê de man û ji
ber sedemên biçûk bi sedan kurd hatin cezakirin û
hêj jî tên ceza kirin. Herî dawî di
çend mehên sala 2008'an de ji ji 2 hezarî zêdetir
kurd hatin binçavkirin.
Asîmîlasyonê dom
kir
Di warê asîmîlasyona
li ser kurdan de jî bi sedan bêdadiyan hinek wiha ne:
* Žaredarê Sûrê
Abdullah Demîrbaž û endamên meclîsa
žaredariyê, ji ber sedema projeya 'žaredartiya bi pirzimanî'
ku ji bo xizmetek bažtir bidin gel amade kiribûn, ji peywirê
hatin girtin. Darizandina Demîrbaž û endamên
meclîsa žaredariyê jî didome.
* Der heqê parlementerê
berê yê DEP'ê Mahmut Alinak de, ji ber sedema ku bi
mebesta 8'ê Adarê li avahiya partiyê afîžên
bi tirkî û kurdî amade kiriye, doz hat vekirin. Bi
îdîanameya di 1'ê gulana 2007'an de hat amadekirin,
der heqê Alinak de ji ber afîžên bi kurdî
yên wekî 'Ji komkujiyên jinan û žer re na' û
'Bijî 8'ê Adarê', ji muxalefeta li hemberî
Zagona Partiyên Siyasî, doz hat vekirin.
* Dozgeriya Komarê ya Enqereyê
der heqê Hevserokên DTP'ê Turk û Tugluk de bi
hinceta ku di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
de belavokên bi kurdî belav kirine û di belavokan
de cih dane gotinên têkildarî Rêberê
PKK'ê Abdullah Ocalan, doz vekir. Dozgeriyê xwest ku ji
muxelefeta li hemberî Zagona Partiyên Siyasî, 2 sal
û 6 meh cezayê girtinê li her yek ji wan bê
birîn.
* Der heqê 4 kesên ku di
pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrsînê
de bi kurdî axivîne û 12 endamên Komîteya
Amadekar ku destûra axaftinê dane de doz hat vekirin.
Endamê Komîteya Amadekar Ahmet Aka, hem ji bo ku bi kurdî
axiviye ji muxelefeta li hemberî Zagona Partiyên Siyasî,
hem jî ji ber ku mudaxeleyî axaftina bi kurdî
nekiriye, tê darizandin.
* Der heqê Žaredarê Bajarê
Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de, ji ber afîžên
pot ên bi kurdî ku li bajêr bi mebesta 4'emîn
Rojên Wêjeyê hatine daleqandin û
vexwendnameyên bi kurdî ku ji bo kokteylê žandiye,
lêpirsîn hatibû destpêkirin. Wezîrê
Karên Hundir ê Hikûmeta AKP'ê destûr da
û dest bi darizandina Baydemîr hat kirin.
* Serdozgeriya Komarê ya Amedê,
der heqê Žaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman
Baydemîr û Žaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler
de, ji ber ku bi mebesta kampanyaya paqijiyê bi zaravayên
zazakî û kurmancî yên kurdî brožur
amade kirine û vana li welatiyan belav kirine, lêpirsîn
da destpêkirin. Baydemîr û Ozsokmenler, bi hinceta
ku li derveyê Zagona Derheqê Qebûlkirin û
Pêkanîna Tîpên Kurd de ya Hejmar 1353
tevgeriyane û peywira xwe xirab bikar anîne, tên
darizandin.
* Serdozgeriya Komarê ya Amedê,
der heqê Žaredariya Sûrê, Žaredariya Yenîžehîrê
û Žaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, ji ber ku bi
mebesta Hefteya Mafên Mirovan li bajêr afîžên
pot dane çêkirin û bîlboard amade kirine,
lêpirsîn da destpêkirin.
* Der heqê Žaredarê Sûrê
Abdullah Demîrbaž û 3 rêveberan de, ji ber
pirtûkên lîstik û karên dest ên
bi tirkî û kurdî bi mebesta 5'ê Kewçêrê
Roja Mamosteyan a Cîhanê' li mamoste û xwendekaran
belav kirine, lêpirsîn hat destpêkirin.
* Wezareta Karên Hundir, li ser
daxwaza Dozgeriya Komarê der heqê Žaredarê
Wêranžarê Emrullah Cîn de bi hinceta ku bultena bi
tirkî û kurdî ya têkildarî xebatên
žaredariyê amade kiriye, lêpirsîn da destpêkirin.
* Derheqê DTP'a Bazîdê
Dalha Kayade bi hinceta ku di pankarta têkildarî Newroza
sala 2006'an û daxwaznameyê de gotinên bi kurdî
û tîpa "W" bikar aniye, doz hat vekirin. Cezayê
ku li Kaya hat birîn, pižtre bû 200 YTL cezayê
pere.
* Der heqê Žaredarê Elkê
Faîk Dursun û endamên meclîsa žaredariyê
de bi hinceta ku navên bi kurdî li kuçeyên
li navçeyê kirine, lêpirsîn hat destpêkirin.
* Bi hinceta ku di kongreya DEHAP'a
Bedlîsê ya di 11'ê gulana sala 2003'yan de hat
lidarxistin de diružmên bi kurdî hatine berzkirin û
stranên bi kurdî hatine gotin, doz hat vekirin. Di encama
darizandinê de bi hinceta muxalefeta li hemberî Zagona
Partiyên Siyasî, ji bo 7 kesan her yek 6 meh cezayê
girtinê hat dayîn.
* Ji ber vexwendnameyên ku di
1'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Maf û Azadiyan
(Hak-Par) a di 4'ê çileya sala 2004'an de hat
lidarxistin de hatine žandin û axaftinên bi kurdî,
Serokê berê yê HAK PAR'ê Abdulmelîk
Firat jî di nav de 13 kes rastî cezayên girtinê
yên di navbera 6 meh û salek de, hatin.
Metîrner Pakêt ažkera
kir
Ligel vê tabloyê Erdogan
careke din talîmat da Mehmet Metîner û di rojên
borî de Metîner li ser navê Hikûmeta Erdogan
Pakêtek ažkera kir. Li hemberî vê yekê gelê
kurd di çalakiyên xwe yên girseyî de bersiv
da û xwedî li kurdî û nirxên kurdan
derket.
This entry was posted on 26-03-2008 10:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 26-03-2008 10:39 Views: 57
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 57