• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Tirkiye dikeve riyeke jêneger!
Tirkiye dikeve riyeke jêneger! Binivîse E-posta
 

MÎRZA RÛGEÞ

Israra dewleta tirk a di þer û siyaseta tunekirinê de didome. Li bakurê Kurdistanê hema hema li her herêmê operasyonên leþkerî lidar in. Di van operasyonan de ji her du aliyan windahî çêdibin. Piþtî þerê li Dêrsimê, li Amed û herêmên cûda yên Þirnexê di navbera leþkerên artêþa tirk yên derdikevin operasyonan û gerîlayên HPG de þer diqewimin.

Li herdû herêman jî wendahiyên Artêþa Tirk hene. Disa malbatên gerilayên HPG yên di operasyona li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan hewldanên xwe yên ji bo standina cenezayen didomînin. Cenazeyên ji aliyê malbatan ve tên hildan bi beþdariya hezaran kesî hu bi sloganan tên definkirin. Merasîmên cenazeyan þahîdiyê ji mînakên bêhempa ên xwedîderketine gelê kurd a ji bo cenazeyên gerîlayan re dikin. Liv û tevgera leþkerî, sewqiyata ber bi sîrnorê baþûrê Kurdistanê ve û daxuyaniyên rayedaran Artêþa Tirk nîþan didin ku rojên dijwar li benda me ne. Ne diyar e ka ev israr a Tirkiyeyê ya di siyaseta înkar û tinekirinê de, rewþê ber bi kû ve dibe. Dibe ev helwest Tirkiyeyê ber rewþeke jênevger a xeter ve bibe. Îran ji serê miha Adarê ve bombebarana li hember herêma Qendîlê bê navber didomîne. Bersiva gerîlayên PJAK’ê jî tund e. Di çalakiyên mîna serdegirtina qereqol û kemînavêtina pêþiya konvoyên derdikevin operasyonê de hejmareke zêde mihafizên þoreþê yên Îranê di rojên dawî de hatin kuþtin. Rayedarên PJAK’ê jî bi daxuyaniyên xwe yên hefteya borî hiþyar kirin ku heger Îran êrîþên xwe bidomîne ewê jî wê çalakiyên xwe derxin asta herî bilind. Xuyaye ne Tirkiyeyê ne jî Îran naxwazin bi operasyonên heta niha lidar dixin bisînor bimînin. Tirkiyeyê dîsa ji konsepta dij-kurd a bi beþdariya Îran û Suriyê re serkêþiyê dike. Hevdîtin û guftugoyên di navbera Îran û Tirkiyeyê de tên kirin ka bi rê û rêbazê bi hevkariyeke çawa êrîþî PKK û PJAK’ê bikin. Civînên di navbera Tirkiyeyê û Îranê de yê 12. Komîsyona Ewlekariyê berdewam dikin. Di civînê de mijara operasyoneke hevbeþ a li hember çiyayê Qendîlê hate guftugo kirin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin heyeta Îranê di civîne de ji Tirkiyeyê re pêþniyar kir ku li hember PKK û PJAK’ê operasyoneke hevbeþ bê lidarxistin.

Tê payin ku di encama hevdîtinan de ‘Peymana Hevkariyê û Ewlekariya li dij PKK’ werê îmze kirin. Ev helwest tev nîþan didin ku pêvajoyeke gelekî germ û nazik li benda me ye. Divê neyê jibîrkirin ku pêvajoyên hasas yên xwedî xetereyên mezin di heman demê de derfetên mezin jî derdixin holê. Serkeftin an têkçûyîn jî li gor liv û tevgera aliyan destnîþan dibe. Di vê pêvajoya nazik de, ji bo pêþwazîkirina pêwistiyê demê disa barê herî mezin dikeve ser milê gelê kurd. Gelê kurd ku bi pêngava “Êdî Bes e” bê rawestan li hember konseptên tinekirinê rawestiya ye, hêza bitenê ya astengkirina konsept û komployên navnetewî yên li dij destkeftiyên gelê kurd e.

19-04-2008 08:30 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 19-04-2008 08:30. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment. Last update on 19-04-2008 08:30
Views: 37
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;