Qewîtiya min li we be, dema
naskiriyek an dostekî we bê hemdî mewqiyekî
nisbeten bilind bidest xist, ku cahil û dinyanedîtî
be nebî nebî hûn xwe nêzîkî wî
bikin. Lewre cih û meqamên bilind mirovên biçûk
biçûktir, ên mezin jî mezintir dikin. Ji
ber ku qencî ji van þêrgeleyan(!) nayê, ew jî
ya ji destê wan tê dikin; xirabî!
Îcar xwedê hefza mirov ji
siyaset û siyasetmedarên vî zemanî bike,
gelek ji wan nezan û dinyanedîtî ne. Ji tunehî,
yan bi fen û fûtan, an jî kew li dar ketiye bûne
‘baþqan’ û êd. Berî ku bibin xwediyê
vê þohreta derewîn li der û dertolan e, kes penc
pereyên tikan jî bi ruhê wan nade, lê belê
piþtî ku bi qasî nîv nûnekê mesûliyet
bi dest dixin, meazelah êdî xwe winda dikin, nefsa wan
mezin dibe. Kes nikare ne li pêþiya wan, ne li pey wan bimeþe.
Çavên wan tarî dibe, bavê xwe jî nas
nakin. Sedema vê hindê jî, reva wan a ji kesayeta
wan a berê ye, lewre bi paþeroja xwe re ne aþ in.
Hûn rewþê ji min çêtir
dizanin. Ev serê 20-30 salan e li welatê me þer û
berxwedana rûmet û azadiyê didome. Piraniya mirovên
baþ þehîd ketin, ên li bin destî wan bi zehfî
derketin çiyê û ketin binê heps û
zîndanan. Ên wekî me ku bi kêrî
kuþtin, girtin û çûna çiyê nehatine
vêga bûne serok û rayedarên dezgeh û
komeleyan. Nezan in, nizanin ku nezan in jî, lewma cesûr
in. Mîna ne merdê qiptî; ji wan werî pesnê
xwe didin lê her kes bi dizekiya wan dihese.
Giþt ne wekî hev in. Hin ji wan
dema dibin qurbana karvaniya xwe û ji saziyan dûr tên
xistin, hê nû li xwe diwerqilin û bi xwe ve tên,
lê piþtî xirabûna Besrayê.
Hin ji wan hene reben in, niyeta wan
baþ e, piþtî ji ‘baþqan’iyê dikevin ev navê
ku ketiye ser wan dibe bela serê wan. Êdî ne bi
kêrî dêrê ne jî bi kêrî
mizgeftê tên. Di navberê de dimînin, ne
dikarin jiyana xwe ya berê bijîn û ne ji wan tê
di þert û mercên ku hatibûnê de bidomînin.
Mirov dikare vî qismî wekî mexdûr û
siyasetzedeyan bi nav bike.
Ewên mijara behsa me ne ,divê
mirov hinek bi dorfirehî li ser hal û rewþa wan a sosret
raweste: Ew zircahilên kurtanzêr, wan mewqiyên
bi berdêla xwîn û keda pakrewanan hatine sitandin
çewlika bavê xwe dihesibînin û wisa dizanin
ku roja ji diya xwe re çêbûne serek û rêber
bûne û dê her wisa bimînin. Gava têne
ser kar, serê pêþî melûsokî ne, bêdeng
in, gunehê kafiran bi wan tê, yek dibêje ka hêsîrê
Deþta Dela ne. Newerin (ji xwe nizanin) bipeyivin. Cehaleta xwe bi
tewazûyê dinixumînin. Alîkarî ji dost û
hevalên xwe yê berê dixazin. Baþ dixuyên,
henûn in, sempatîk in. Xwe bi qurbana sazî û
tevgerê dikin… Piþtî ku çavên wan vedibe,
rêça ber piyê xwe dibînin û bi hêza
ku destê wan de ye dihesin, Xwedê tu dûr bigirî,
pehîna ewil li dost û hevalên xwe yê hawarî
wan dikirin didin. Lewre ew baþ dizanin ku hevalên wan bi çap
û giraniya wan dizanin! Dure dibin Nemrûdok û bi
derdorê dikevin. Ne cihê ku jê hatine dikeve bîra
wan û ne jî ked û berdêla salan tê ber
çavên wan. Ne malbatên þehîdan, ne jî
yên xaziyan nas dikin. Ne qedir dizanin ne qîmet, ne ji
kesî þerm dikin ne jî ruyê wan diêþe. Her
kesî didin ber dasa xwe. Carinan dibin tîran xedrê
li derdora xwe dikin, carinan dibin zarok qeþmeriyan dikin kes
nikare serî li wan bigire. Carinan dikevin nava
ehmeqþeytaniyeke wisa ku aqilê mirov disekine. Qedrê ku
ji mewqiyê wan re tê nîþandan ji xwe re dizanin.
Welhasil ji mirovahiyê dertên, dibin teba û
dimînin. Îcar dema misteheqê xwe dibînin; ji
desthilatdariyê dikevin an tên avêtin, bêyî
ku ji zerar û xirabiya dane dezgeh û tevgerê fedî
bikin, tew xwe li mexdûriyetê girêdidin,
dixeyîdin, gelek caran jî dest bi neyartî û
dijberiya partî û hevalan dikin.
Dibe hinek ji we delalan bêjin ma
hewce ye mirov tiþtên wiha ku her kes jixwe pê dizane
binivîse, dibe ku di çavê dost û neyaran de
jî ne li rê bin ev nivîs! Qurbana we demeke gulê
ye yeka þîlanê ye, da ku sibê roj zarokên vî
welatî û alema mirovahiyê bizanibin ku em di nava
þert û mercên çawa re derbas bûne; vê
axê ne tenê þêrleheng, her wiha þîrheram jî
afirandine. Ev jî heye, ji bo ku me jî bi fêmkoriyê
tewanbar nekin lazim e hinek tiþt werin tomarkirin.
Piþtî vê galgalê ma
hewce ye em bêjin, gotina me ne ji wan mêr û
camêrên jîr, zana û biehliyet re ye ku kar û
xebata xwe heta tu bêjî bes baþ dimeþînin .
Binavkirin ne munasib e, jixwe her kes van her du aliyan jî
baþ nas dike.
Digel her tiþtî ber bi baþiyê
ve diçe þikir, Xwedê tu li me werî rehmê!
This entry was posted on 17-04-2008 08:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 17-04-2008 08:52 Views: 42
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 42