MalMalForum Siyaseta Īngilistanź ū Rojhilata Navīn
Siyaseta Īngilistanź ū Rojhilata Navīn
DOSYA-I-
YAŽAR EROGLU
Brîtanya û împaratorî
Îngilistan dewleteke ku bi navê
Brîtanyayê li ser yek jê mezin çend giravên
belavelayî ava bûye. Navê wê yê fermî
Qraliyeta Yekgirtî ye. Beriya Žerê 2’yemîn ê
Cîhanê jê re digotin welatê roj li ser naçe
ava. Ji Ewropa, Asya bigirin heta Awustralya û parzemîna
Amerîka li her derê serdestiya wê hebû. Roj
li Ewropayê biçûya ava li Asya û Awustralya
hildihat. Li ser rûyê cîhanê yek nimûne
bû, ya duyemîn çênebû. Ev împaratorî
li ser bingeheke aborî û siyasî ava bû û
di nav sedan salan de bû serweriyeke gerdûnî.
Otorîteyên welatan hema bêje bi yek dengî
qebûl dikin vê împaratoriya ku di nav sedan salan
re nisilî û derbasbûyî kevnežopiyek
afirandiye û žeklek jî daye cîhanê.
Brîtanyaya ku tekane li cîhanê bûye
împaratoriyeke gerdûnî hê jî bi
siyaseta xwe ya kevnežop ve tesîra xwe li ser cîhanê
bi pir awayan didomîne. Ew siyaset îro li Rojhilata Navîn
pir ažkera tê dîtin. Tev dewlet û gelên
Rojhilata Navîn yekser an jî îndîrekt di bin
bandora siyaseta îngilîz de ne. Mexdûrê vê
siyaseta
îngilîz a Rojhilata Navîn
gelê kurd e jî.
Birêz Abdullah Ocalan her tim
behsa vê
siyaseta îngilîz dike û
balê dikžîne ser
xetereyên vê siyasetê
ji bo kurdan. Kakilê
vê siyasetê çi ye,
çawa pêk tê, îro bi çi
rengî teže girtiye û li
ser kîjan bingehî
qewimiye? Divê bo ku bersiva van
pirsan
bê dayîn mirov vegere serî
û damezirîna
bingeha vê siyasetê.
Brîtanyayê serê pêžîn
gelên derûdora giravê yên wek Galan, Skotya û
Îrlanda hilda bin hikumraniya xwe. Rewža qraliyetê bi vî
awayî li giravê xurt bû. Kapîtalîzm li
qadên bejayî pêž diket. Arîstokrasî û
lordên feodal hêdî hêdî ber bi
bûrjûwatiyê ve diçûn. Li hember
feodalîzmê kapîtalîzmê gavên
mezin diavêtin. Vê nakokiyê di sala 1640’an de
serî da û bi pêžengiya general Oliver Cromwell li
dijî desthilatiya feodal žorežek pêk hat. Salên
di navbera 40 û 50 de rewža Înglistanê aloz bû.
Di encamê de bûrjûwazî û arîstokrasiya
feodal li hev kir û bi guhertina pergala qraliyetê ve
dewleta monaržîk pêk hat. Težeyê siyaseta
Înglistanê ya bi sedan salan e bûye serdest hinekî
jî di vê lihevkirinê de vežartî ye: Hêzên
ku bi hev re di nav nakokiyê de ne, pev diçin, a herî
xurt û serdest lihevkirinê pêk tîne û
li ser van nakokî û vê lihevkirinê xwe bi rê
ve dibe. Em ê li jêr hê jî berfireh vê
siyasetê bibînin.
Dema ku Îngilistanê xwe li
ser welatên Galan, Skotya û Îrlandayê serdest
kir bi wê nema. Behriya Îngilistanê heta wê
demê pir xurt bûbû. Bi tevî Îspanya û
Portekîzê derkete žerê behriyê û
siyaseta kolonyalîst mežand. Dema tîrvanên siwarî
û çekdarên Înglistanê derkevin keviyên
Hindistan, Afrîka, Zelandaya Nû, Awûstralya û
Amerîkayê serê pêžîn êrîž
dane ser zêr, zîv û kel melên ziynet ên
nirxebilind. Helbet Îngilîzan bi Portekîz û
Îspanyayê re jî žerê vê pêvajoyê
pêk anî. Înglistanê cerebeyên siyaseta
žer û parvekirinê hê ji wê demê bi
awayekî serkeftî bi dest xist.
Ji vê demê re dibêjin
serdema sermayeyê ya berhevkirina sereta. Bi gotineke din ev
serdema kapîtalîzma wehžî ye.Bi riya kolonyalîzma
vê demê zêr, zîv û kel melên
nirxebilind sermayek li Ewropayê berhev bû. Li
Îngilistanê jî sermayeke berbiçav berhev bû.
Encameke vê pêvajoyê jî ew welatên ku
ji bo zêr û zîv hatine dagirkirin, bûn qadên
berfirehbûnê yên dewletên Ewropa yên
wek Îngilistanê. Bi vî awayî Îngilistan
bû hêzeke herî xurt a cîhanê.
Vê hêz û xurtbûnê
dest da ku žoreža endustriyê pêk bîne û
bibe pêžengê kapîtalîzmê. Êdî
Brîtanya bi rastî jî mezin bû.
Brîtanya xurt, reqabet mezin dibe
Sedsala 18 û 19’an de Îspanya
û Portekîz di pêžbaziya reqabetê de têkçûn.
Fransa bi pêžengiya împaratoriya Napolyon kapîtalîzm
bi gižtî Ewropayê pêž xist. Îngilistan
dewleteke monaržîk bû lê Fransayê Žoreža
Mezin pêk anî bû. Hem bi awayê siyasî
hem jî bi awayê aborî bi hev nedikir. Di navbera
wan de žer pêk dihat. Brîtanyayê dixwest
monaržiyên Ewropayê hilnewežin û Fransa jî
wek berê bibe monaržî. Îngilistanê dest avêt
arîstokrasiya Fransayê alîkarî pê re
kir. Bi pêžengiya qraliyeta Brîtanya û Awûstûryayê
Tifaqa Pîroz ava bû. Mebest ev bû ku kapîtalîzma
Fransa pêžengitiyê dike bi ser nekeve, pêžî
lê bê girtin. Bi vê riyê ve hêzên
monaržîst dê li ser dewletê bibûna
desthilatdar, qada aboriyê jî bi îmtiyazên
arîstokrasiya monaržîst re lihevkirî bimežiya.
Ango di yek derbê de dikare bê gotin Fransaya žorežger
li her derê Ewropayê textê monaržiyan dihejand.
Çûyîna Fransayê heta Moskowê monaržiya
Ewropayê lerizandibû. Ev yek jî reqabeta di navbera
Îngilistan û Fransayê de bû. Fransa hêzeke
nû bû. Împaratoriyeke kevnar nedixwest hêzeke
nû ber bifinê wê rabe. Ji bo wê jî
rejîma wê re dilîst. Di hundir de kevneqral û
arîstokrasî destek dikir, li dervejî êrîž
dianî ser. Her wiha rewž seranserê Ewropayê jî
wiha dinirxand.
Pižtî 50 salan Bîsmarck
yekitiya Almanyayê ava kir. Êdî kapatîlazm ji
qalibê xwe derketibû. Serdema emperyalîzmê
bû. Almanyayê jî di vê qadê de ji xwe
re parek dixwest. Împaratoriya Almanya jî yekser bi
Fransayê re kete nav žer û reqabeteke dijwar a bazaran a
emperyalîst.
Heta wê gavê Brîtanyayê
žaxên xwe li Afrîkaya Navîn û Bakur xurt
kiribu. Her wiha Hîndîstan, Çîn, Awûstralya
û Zelandaya Nû jî wisa bûn. Siyaset û
pergala aborî ya Îngilistanê dixwest bi taybetî
du împaratoriyê kevn, xurt û lê rizyayî;
Rûsya û Osmaniyan bixe bin tehakuma xwe. Hem seweriya wan
her duyan jî berfireh hem jî cihên wan stratejîk
bû. Rûsya di warê ležkerî de hêzeke
qewî bû, aboriya wê jî xwe nû bi nû
xwe dida hev. Lê Împaratoriya Osmanî ji nava xwe ve
têk çûbû. Aboriya wê nîn bû.
Pir gelên xirîstiyan serî rakiribûn. Dewleta
Osmanî xelekeke lawaz bû dikaribûn bi tevdana van
nakokiyan wê bixin kontrola xwe. Îngilistanê ev
plan pêk anî, di hundir de pižtgiriya gelên
xiristiyan kir, ji derve jî êrîž anî ser û
dewleta Osmanî.ku dem gihîžt dawiya sedsala 19’an êdî
dewleta Osmanî hem ji hêla aborî, hem ji hêla
siyasî û îdarî ve tam di bin kontrola
îngilizan de bû.. Bi vî awayî ji Dewleta
Osmanî re digotin, “mirovê nexwež ê avtengê”
.
Brîtanya ne mîna Osmanî
nêzikî Rûsyayê bû. Ji aliyê aborî
û siyasî ve kontroleke nerm pêk anî. Pirî
caran wek mutefîkekî nêzikatî nîžanda.
Înglistanê li Afrîkaya
Bažûr jî desthilatdariya xwe xurt kir û bi žerê
Boer ve dawî li serweriya Holandayê anî. Lê
wisa dixuya ku di qada reqabeta emperyalîst de Almanya û
Îngilistan- Fransa hevrikên hev bûn.
Parvekirina cîhanê û
Žerê Cîhanê
Îngilistan bi tecrûbe û
desthilatdariya xwe ya kevn ve rewža xwe misoger kiribû. Lê
hewl dida ku desthilatiya xwe ya cîhanê biparêze.
Îngilistan û Fransa wek mutefîk tevdigeriyan.
Afrîka, Asya û Pasîfîk bi hev par ve kiribûn.
Lê Almanya dewleteke derengmayî bû. Dixwest ji
bazarên wan parekê ji xwe re bi dest bixe. Almanyayê
jî dest avêt Dewleta Osmanî. Pêwendî
danîn, nifûza xwe ser dewletê zêde kir. Riya
hesin a di navbera Heyderpaža û Bexdayê da çêkirin.
Li ser artêža Osmanî pir bi tesîr bû. Êdî
dinya hatibû parvekirin. Tifaq û dij tifaq diyar bûbûn.
Îngilistan, Fransa, Rûsya yek tifaq bûn, Almanya,
Awûstûrya- Macarîstan û dewleta Osmanî
jî dij tifaq bûn.
Žer bi têkçûna
dewletên Almanyayê serkêžî ji wan re dikir
bi dawî bû. Împaratoriya Rûsya û Osmanî
hilwežiya. Cîhaneke nû ava bû. Li Rûsyayê
Žoreža Bolževîk qewimî. Wan li gorî bernameya
xwe cîhanek ava dikir. Lê cîhana mayî jî
Îngilistanê dirûv lê dida, težeyek pêk
dianî. Di vê cîhanê de herêma herî
girîng û serkêž Rojhilata Navîn bû.
Desthilatiya Dewleta Osmanî li Rojhilata Navîn bi dawî
bû. Ev qadeke devasa bû. Kîjan hêzê ev
qad dagirta dibû hêza herî girîng û
mezin. Kežfkirina petrolê hê demeke kin bû.
Rezervên petrolê jî li Rojhilata Navîn bûn.
Hêzên serkeftî Anatolî ji nû ve
dagirkirin. Dewleta Osmanî belavela bû.
Di dawiya vî žerê cihanî
de 4 împaratoriyên mezin rûxiyan: Osmanî,
Rûsya, Almanya û Awûstûrya- Macaritan. Cîhana
nû ava bû, gelek dewletên nû jî
derketin holê. Bi gotina ku Engls ji bo vê pêžerojê
gotibû “çend împaratorî dê hilwežin,
çend tac li erdê tot bin”. Lê belê serkêžê
vê cîhana emperyal dîsa Înglistanê
dikir. Îngilistanê tevna xwe li dar xistibû, Fransa
jî dabû rex xwe û dezî, rîs û
rengê tevnê li gorî xwe eyar dikir. Berayî û
dirêjiya wê jî.
Her çend Îngilistan serkêž
be jî li ber bifinê wê cîhaneke alternatîf
çêbûbû û Rûsya bi tev peykên
xwe hatibû windakirin. Îngilistanê Almanya ajot ser
Rûsyayê, pižtre jî di nav Rûsyayê de
Artêža Spî vejand û bi rêxistin kir, žerê
navxeyî da destpêkirin. Dema ku di žerê navxweyî
de muxalefeta dij-žorež têk çû, Îngilistanê
dest bi žerê diplomatîk, siyasî û aborî
kir ku Žoreža Rûsyayê bi her awayî bifetisîne.
Ji Hindistan, Afganistan, Îran, Tirkiye heta Asyaya Navîn
û Çîn žerê hikumraniyê mežand. Hin
cihan bi ser ket, hin deveran jî têk çû.
Žerê li ser welatên wek
bazar dinirxandin hê jî fermî bi dawî nebûbû.
Berê bi Almanyayê re peyman çêkirin, pižtre
li bazaran zivirîn. Bi Muterekeya Mondrosê ve Dewleta
Osmanî di nav xwe de parçe kirin. Bi taybetî
Rojhilata Navîn yekser xistin destên xwe. Bi Peymana
Sykes-Picot bi cetwelan welatên ereban îngiliz û
fransizan di nav xwe de par ve kirin. Di her welatekî ereban de
ežîr an jî xanedanek hilbijartin, li wan welatan
rejîmeke mandarîn wek qrliyetên monaržîk ava
kirin. Çol û beriyên Erebistanê, dežt û
bestên Kurdistanê warê petrolê bûn.
Petrol jî pêžeroja cîhanê bû. Du
dewletên emperyalîst li ser dilê cîhanê
ango Rojhilata Navîn lingên xwe edilandin, cîhan
girtin bin kontrola xwe.
Peymana Lozanê
Bi Peymana Sevrê dixwestin vê
rewžê fermî bikin lê Sewr têk çû.
Tirkan žerekî nû li dijî sîstema li
Anatoliyê hatibû bicihkirin da destpêkirin. Li
Anatoliyê ev dagirkerî têk çû, ew
hesabê fermîkirinê ma Lozanê.
Di vê navberê de žerê
Koçgiriyê li Kurdistana Bakur, serhildana Berzecî
jî li Bažûr dest pê kiribû. Berzencî
di qada îngilizan de serî hildabû. Îngilizan
berê pižtgirî dan Berzencî pižtre jî pižta
xwe lê vegerandin.
Tirk bi pižtgiriya kurdan bi ser
ketibûn. Qet nebe Anatolî rizgar kiribûn û
destên wan xurt bûbû. Dema Konferansa Lozanê
dest pê kir rewža tirkan û yên aliyan wiha bû.
Konferansa Lozanê 9 mehan ajot. Di vir de dîsa dîplomasî
û siyaseta îngilizan derdikeve pêž. Wezîrê
karê derve yê Îngilistanê Lord Curzon serkêžê
vê konferansê bû. Beždarên wê
konferansê yên rûs jî tev de her kes
dipejirîne ku rêvebirina konferansê bi her awayî
di destê Lord Curzon ango destê Îngilistanê
de bûye.
Lozanê qedera Rojhilata Navîn
û Kurdistanê diyar kir. Kurd wek aliyekî li ser vê
maseya guran tune bûn. Kurdên hevkarên tirkan ev
îrade teslîmî tirkan kirin. Tirkan jî bi ser
navê wan ew înkar kirin. Îradeyeke ku bibe alî
jî di nav kurdan de neqewimîbû. Firotin an jî
nebûna kurdan ji bo îngilizan ne xem bû. Siyaseta
îngilizan ew bû ku hêzeke xwe pê bikaribin li
ser lingan bigirin pêk bînin. Ji bo wê jî xwe
bispêrin. Ew hêz bi kurdan re nedîtibûn. Tenê
kurd ji bo ku siyaseta xwe li dijî hêzên pê
re têdikožiyan bi kar anîbûn. Xwe spartibûn
žêx û mîrên ereban. Ji bo wê jî
kurd tune hesibandibûn û ji dewreyê derxistibûn.
Bi gelek sedemên wek van
îngilizan kurd li ser vê maseyê nedîtin û
nehesibandin. Peymana Lozanê ji derveyî Mûsil û
Kerkûkê hat îmzekirin. Bi Peymana Lozanê
Kurdistin bi çar parçeyan hat parçekirin.
Îngilizan tunehesibandina kurdan û parçekirina
Kurdistanê de tu pirsgirêk nedîtibûn, fikar
nekiribûn.
Di qada cîhanê û
Rojhilata Navîn de Peymana Lozanê kevirekî
kîlometreyan ê mezin e. Ev tê wê wateya ku hê
jî Îngilistan serkêžiya emperyalîzmê
dike û cîhana emperyalîst bi rêve dibe. Bi vê
peymanê ve di Rojhilata Navîn de nêzî 15
dewletên nû hatin damezirandin. Pirên wan di bin
mandatiya Înglistanê de bûn. Înglizan
polîtîkaya “parçekirin, dabežkirin û
birêvebirin”ê mežand û bi ser ketin. Mixabin ne
di cîhana emperyalîst, ne jî ya sosyalîst de
kurd tune bûn. Ev jî berhema Peymana Lozanê ye.
Îngilistanê di pêvajoya
ku dem anî Lozanê de ji aliyekî ve nehîžt
Tirkiye bikeve bin bandora Yekitiya Sovyetê, ji aliyê din
ve heta dawiyê destê xwe ji siltanî û
xelîfetiya hê jî nehilwežiyayî nebirî.
Jixwe ev polîtîka di nav žer de jî mežandibû.
Di bin bandora almanan de bi riya hikûmeta Damat Ferît
polîtîkaya xwe mežandibû.
Dema Yekitiya Sovyetê ava bû
îngilîz û fransizan Sovyet ji bo hakimiyeta
emperyalîzmê xetere didît. Ji aliyê ležkerî
ve pê nikaribû lê ji aliyê aborî
qelsiya Sovyetê ji bo rûxandina dewleta nû wek
firsetekê nirxand û ambargoya teknolojîk û
aborî pêk anî.
This entry was posted on 28-03-2008 09:48. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 28-03-2008 09:48 Views: 112
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 112