Çawa ku di Tirkiyeyê bi
taybet di Anatolyayê de bi dehan qewm û nijad di encama
tevkujî û siyaseta nijadperest de hatin tune kirin, kurd
jî gihîþtîbûn asta tunekirinê. Lê
kurdan tevî hemû astengiyan li ber xwe dan û xwe ji
tunekirinê riha û rizgar kirin.
Lê di pêvajoya
heyþtê salî de 28 serhildan çê bûn,
bi salan þer û pevçûn çêbûn,
gelê kurd di tevkujiyên mezin re rû bi rû bû,
zimanê wan ji binî ve hate qedexekirin, navê gund û
bajarên wan hate guhertin û bi piranî hatin
biþaftin. Êdî asta xeteriyê gihîþtibû
wê astê ku kesî nedikarî peyva kurd bi lêv
bike û hebûn û nasnameya xwe bîne ziman û
heta, kesî nediwêrîa bi kurdî xewnan bibîne…
Di sala1949’an de cirûska vîna
azad li gundê“Amara” þewqa xwe da ser Anatolya û
Mezopotamyayê. Abdulah Öcanan ew lawê çeleng
û lewend çavê xwe li cihana bê dad û
sitemkar vekiribû. Vê ciwanê çeleng di
heyama ciwanî de hemû rastî bi hest û çavê
xwe dît. Êdî hedara wî nedihat. Dixwest
bireve, lê nedikarî li ti derî bitebite. Hewa û
atmosfera sekan û bêdeng nefes û henaseya wî
teng kiribû dixwest di hewayek azad de henase bigre. Lê
cam û camekanê pergala Tûranîzmê ew
difetisand. Wî ciwanê delal bi kulmekî xurt ew
camekan þikand û hilma xwe ya dawî li Enqerê girt.
Civîna “Bendava Çubuk”ê
Abdullan Öcalan û çend
hevalê wî ên zanîngehê bi
gotina,”Kurdistan bindest e” stratêjî û nexþeya
rê dana bûn. Ew di vê riyê de micid û
bi hêvî bûn. Rewþa dramatîk a gelê
kurd bi hestên pak û sade hatibûn nirxandin û
biryar hatibû girtin ku “ pewîst e ev gel careke din ji
nû ve were vejandin”.
Wan jî dizanîn, parastina
gulê li hember bahozê dijwar e lê neçar bûn
ku gulê bi neynûkên xwe di nav didanê tûj
ên bahozê de derxînin.
Ev raman di heyameke kurt de bi lez û
bezek mezin de perdeya zexm a dagirkerî û sitemkariyê
lihev pêçand û hemû dîwar yek piþtî
yekî xirab kir û li dora Kurdistanê hisarek
damezrand. Ev hisar, PKK bû.
PKK êdî xewnên þevan
li neyaran kiribû hesret. Rûbarê azadiyê bi
pêlên xwe yê bi þox û þeng li qiraxê
xwe de bi bêhna gulên nêrgiz û binevþ mirov
serxweþ dikir. Êdî wargehê azadiyê çiyan
bi germahiya hinavên dilê hevalan di kelek mezin û
bêhempa de difûriya. Êdî kesî ji
kurdbûna xwe þerm nedikirn û ji bilêvkirina wê
neditirsiyan, berevajî her kesî bi dengek bilind sirûda
“Ey Reqîb” dimizmizand. Te digo qey Hezretî Mesîh
bi hilma xwe mirovên bêgiyan, rihber kiriye.
Karvanê azadiyê bi mîlyonan
dimeþin
Ramana Apogerî bi þeþ kesî
dest pê kir û îro bi mîlyonan dewam dike. Kî
bawer dikir ku îro li qada Newrozê milyonek mirov bi
yekdengî bêje“ Bê Serok Jiyan Nabe!” Kî
bawer dikir ku di merasima cenazeyê hevalekÎ þehîd
de sî hezar kesên bimeþin! Reng e ev, demekî xeyal
bû lê îro rastî û heqîqeteke. Kî
bawer dikir kî þeþ mîlyon kes cejna Newrozê bi
coþ û xiroþeke herî bilind di qadan de pîroz
bikin! Kî bawer dikir ku gerîlayê kurd di geliyê
Zapê de artêþa tirk bi serþoriyeke mezin biþkêne
û derbeyeke mezin lê bixîne û …
Sazûmankarê mezin ê
vê organîzasyonê Serok Apo û raman û
îdeolojiya wî ye. Lewra jî em îro roja
dayîkbûna wî yanî roja 4 Nîsanê
bi coþeke mezin pêþwazî dikin û wê weke
mîladekî dinirxînin.
4 Nîsanê, destpêkeke
dîroka nûjen
Dema ku mirov bûyer an tiþtekî
dinirxîne dibê mirov bikaribe heqê wê bi
temamî bidê nexwe eger wisa nebe mirov derheqê wê
de niheqiyê dike. Lewra jî dema ku em qala 4 Nîsanê
dikin dibê ku mirov bi hûr û kûr li der barê
vê berwarê bikole û li ser þîrove bike.
Jixwe zayîn û jidayîkbûn tiþtek xwezayî
ye rojane bi hezaran kes ji dayîk dibin.
Em li vir qala þexs nakin qala civakê
dikin. Em qala rojê nakin qala dîrokê dikin. Em
qala bûyerê nakin qala pergalê dikin. Roj, takekes
û bûyer di rasterasta dîrok, civak û pergalê
de ye. Mirov nikare wan ji hev qut bigre dest. Eger mirov bi awayekî
eklektîk bigre dest, di gelek waran de em rastî nakokî
û xeletiyên mezin dibin. Dibe ku mirov dema þîroveya
xwe de hevsengiya navbera her sê xalan de bi awayek zelal diyar
bike. Nexwe mirov nikare obje û sûbjeyan(sedem û
encam) ji hev veqetîne û têkiliyên wan bi hev
re çêbike.
Lewra jî li vir qala zayîna
þexsekî nayê kirin belkî qala zayîna netewe,
pergal û dîrokekî tê kirin. Û qala
pîrozkirina cejna dayîkbûna netewe, dîrok û
pergalekî tê kirin.
Gelo çima ‘Bê Serok
Jiyan’ nabe?
Ma qey serok jî ne takekesekî
vê civakê ye? Çima bê wî jiyan nabe?
Ma qey çi têkiliyê Serok bi jiyana kurdan re heye
ango taybetmendiyê Serok çi ne? Gelo rist û
bandora Serok li ser jiyana kurdan çi ye ku her kes bûye
dildar û evîndarê Serok?
Di pêþketina seyra mirovahiyê
de gelek bûyer û þexs hene ku li ser jiyana mivovan û
civakê de bandoreke mezin çêkirî û
bûne beþeke ji dîroka mirov û civakê. Bi
sedan lîderên siyasi, leþkeri, olî derketine ku
mohra xwe li dîrokê dane û bûne qehreman û
rizgarkerê jiyana mirovan. Weke mînak mirov dikare qala
gelek pêximber, feylesof û fermandeyên lêþkerî
bike. Ev þexs di proseya pêþketina jiyana mirov de bûne
sembola berxwedan û rizagariyê. Di vir de mijara me gelê
kurd ên bindest û hejar e. Serok Apo bi guherandina
ramana gelê kurd binesazî û binyada jiyana wî
jî guherand. Yanê bi guherandina binesaziya rewþa jiyanî
rewþa ramanî jî guherand. Ev her du digel hev û
din her gav xwediyê têkiliyên dualî yên
sedem û encam in. Yanê di þert û mercên herî
dijwar an di civakê girtî û paþverû de mirov
û pêþengên mezin derdikevin. Bi awayekî din
her tezek antîteza xwe diafirine.
Serok Apo jî encama rewþa jiyana
gelê kurd e. Serok Apo bi çandina ramanekî,
çalakiyek, bi çalakiyekî fêrbûnek, bi
fêrbûneke xûyek, bi xûyekî karakterek,
bi karakterekî çarenûsek çêkir. Ew,
bi vî awayî bû mîmarê kesayetiya xelkê
kurd û hestên azadixezî û berpirsiyarî
di xelkê kurd de raçand. Wî ji bo azadî û
bi vîn kirina xelkê kurd di destpêkê de heta
niha bûyînê de ye û bûye çêkerê
mahiyet û çarenûsa xwe. Wî, midaxeleyî
qedera xelkê kurd kir û ew ji nûve çê
kir. Wî ji her tiþtî yanî ji koletî,
bindestî, dagirkerî, tezîtî, birçîbûn,
serqotî û pêxasiyê re gote, Êdî
Bes e!Ev mijareke felsefîk e. Dibê ku em felsefe û
îdeolojiya raman a Serok Apo baþ fêm bikin. Serok Apo,
kole û bindest rakirin ser piyan û da diyar kirin ku riya
vê cîhanê di riya dîrok û civakê
de derbas dibe. Li pêþberî pergala dagirkerî,
antîtez û dijberî di nav xwe de hewand. Lewra jî
lê xebitî daku di giþtê dîrokê de
edaleta civakî û wekheviya mirovan pêk bîne.
Gelê kurd ê hejar û
bindest berî her tiþtî fêm kir ku felat û
rizgarî di þoreþa rizgarî û ramanê Serok
Apo de veþartî ye.
Vî gelî, di felsefe û
îdeolojiya Serok Apo de, bawerî, berxwedan, jiyan, huzûr,
rastî, aþtî, çareserî, feraset, ramana
azad, azadiya ramanî, coþ û xiroþ, behremendî,
dilnizimî, rêgez, yekitî û serfirazî
dît. Ji ber wê ye ku îro her kes dibêje, Bê
Serok Jiyan Nabe! Gel dît ku Serok Apo bi mêjî,
giyan, sekn, helwest, cism, feraset û hebûna xwe, bi gel
re bûye yek û peþengiya wî dike. Gelê kurd
fêm kir ku Serokê wî ji hemû serokên
din cudatir e. Dît ku di zîhniyeta wî de hiyerarþî,
çîn, desthilatî, çewisandin, mêjokdarî,
qurebûn û zayendparêzî nîn e. Ji bo wê
ye ku îro bi milyonan gel dora wî dorpêç
kirine. Felsefeya meþa Ýmralî, meþa Amara, meþa Cûdî
pêwîst e bi bi kûrayî were lêkolînkirin.
Ev tiþtekî ne asayî ye. Newroza 2008’an û 8
Adarê û berxwedana Zapê bûyerên
xaruqulade bûn. Dost û dijmin matmayî hîþt.
Gelê kurd da nîþanda ku
dikare bi felsefe û îdeolojiya Serok Apo rêberî
û peþengiya Rojhilata Navîn û dinyayê bike û
bibe motora demokrasî û azadiyê. Ji ber vê ye
ku gelê kurd Serok Apo, garantiya jiyana xwe dibîne.
Lewra jî dibê her kes bitaybet kurd li hember vî
mirovê mezin(eber insan) spasdar be. Çimkî gelê
kurd îro xwedî serok, pergal, çand, dîrok,
civak, siyaset,huner, wêje, ziman, artêþ, enî,
partî, kongre, sazî, dîplomat, kenveþop, merasim û
jiyana xweser e. Ev destkeft bi xwerayî û hêsan
bidest neketine, belkî bi berxwedan û tekoþîneke
bêhemta hatine bidestxistin û sazûmankar û
mimarê wê jî Serok Apo ye.
This entry was posted on 04-04-2008 15:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 04-04-2008 15:42 Views: 180
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 180