Disa feqirî û xizanî, rewþa xirab û
koçberiye.Di van pênc mehên zivistan û biharê de baran qet
nabarî.
Tenê carekê du caren reþêþêke
barî, hew. Erdê zeviyan zip û ziwa ma, toximê di nava xweliye de
ya sere xwe derxist a jî dernexist, tev bû risqê biçûk û
heywanan, niha jî risq namaye. Ji erdê bêhna þevatê û xweliya
agir tê, çawa ku her derê agir bibare. Perîþaniyeke mezin
derketiye holê. Gelê me dîsa dibin rêwiyên serê riyan, ji
welat dûr dikevin. Gel ji tirsa birçîbûnê mal û melalên xwe bi
erzanî firotin, warên bav û kalan cih hîþtin, li bajarên biyanî
li kar digerin
Gund, navçe û bajarên li bakur,
baþûr, rojhilat û rojava welatê me ji ber feqîrî û xizaniyê
tên valakirin û ber bi Anatoliya Tirkiyeyê, Balkanan û Ewropa ve
diherikin, li van welatan kar digerin. Di vê demê de li gund,
bajarok û bajarên welatên biyanî yên pêþketî dibînin. Bala
xwe didin pêþveçûnên li wan deveran, li van bajaran kolanên
fireh û modern, parkên fireh û þin, çarþî û bazarên pêþketî.
Li pey jî wan welatan û Kurdistanê dir û berînin û dibêjin:
"Gelo çima li welatê me feqirî û xizanî, þerê qirêj ê
taybet, kuþtin, zilm, lêdana dayikan û zindan ji gelê me re
hîþtine. Tenê deriyê koçberiyê vekirine, em li bajarên tirkan
li koletiyê digerin. Mirov dibinê ku çawa welatê me bi awayekî
hovane bi paþve hatiyê hîþtin. Ev zilma bi sedan salan e didome,
welatê me di nav feqîrî û xizanî de hîþtin, iro jî dixwazin
bigihîjine asta Afrîka û asta Afganistanê. Pirên wan li bajarên
biyanî qet kar nabinin. Li gel wê li van bajaran rastê êriþên
nijadperestên tirk tên.
Gava mirov xizaniya li welatê me û
rewþa bajarên Tirkiyeyê dide ber hev, rastî cudahiyên gelek
mezin tê. Bajarên tirkan diþibin bajarên Ewropayê, yên me
diþibin bajarên Afganîstanê. Herêmên kurdan dewsa modern û
þinbûnê bi toz û dûman in. Ev rewþ bandorê ji tenduristiya
gel jî dike. Her wiha rewþa kalên kurdan ên ku koçberî
Tirkiyeyê bûne jî, kêm zêde wisa ne. Ew li wan deveran wekî
penaber têne hesibandin. Heta li gelek cihan bi çavên dijminahiyê
li wan dinêrin û li wan bajaran carinan nanekî jî bi dest wan
nakeve. Herî zêde zarok ji vê rewþê zirarê dibînin. Sala îsal
jî nebarîna baran, kêmbûna çandinî vê rewþa malkambaxî hê
girantir dike. Wisa xuya ye, wê îsal careke din riya xerîbiyê
bide vekirin. Yên li ser wê xakê mane jî ji welat derkevin. Welat
vik û vala bimîne. Mirov dikare vê aloziya îroyîn biþibîne
demên xela û celayê. Hin derdor û kolonyalîst dixwazin vê rewþê
ji bo armancên xwe bi kar bînin. Valabûna welat tê wateya têkçûna
gelê kurd. Jixwe dijmin jî vê dixwaze. Her wiha li herêmên axa û
þêx û beq bi dagirkeran re li ser gelê me bazirganî dikin.Ew tev
di xizmeta dagirkeran de ne. Dewlet jî piþtê dide wan. Ew ê li
ser navê gelê me alikariyê ji dewletê dixwazin, dewlet alikariya
wan dike. Yên zirarê bibînin, yên di þer de bimirin, disa ew
xizan û feqîr in.
Li gorî nûçeyên dawiyê disa
dagirker li ser gelê me tên cem hev. Bi taybetî serkarên Îran û
Tirkiyeyê li ser parvekirina Kurdistanê li diji PKK û PJAK’ê li
Enqereyê civiyan. Wisa tê îdiakirin ku wan ji bo operasiyoneke
hevbeþ li diji gelê me li hev kirine. Ev jî tê zanîn ku Amêrîka
bo ku bikaribe Tirkiyeyê biþîne aliyê xwe, îstîxbaratê dide
Tirkiyeyê. Tirkiye hem vê îstixbaratê ji bo xwe bi kar tîne, hem
jî bi dizî dide Îranê jî. Jixwe her du welatan navendeke
istixbaratê ji þopandina PKK û PJAK’ê ava kirine. Dibe ku di
germa havinê de serkarî operasiyonên hevbêþ pêk bînin.
This entry was posted on 04-05-2008 11:32. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 04-05-2008 11:32 Views: 289
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 289