MalMalForum Rojeva civîna Bûkreþêprestîja NATO'yê ye
Rojeva civîna Bûkreþêprestîja NATO'yê ye
HEQÎ BOLTAN
NATO her ku diçe li Afganistanê
prestîja xwe winda dike. Heke NATO li Afganistanê Talîban
û El Qaîdeyê têk nebe prestîja NATO’yê
ne tenê li Afganistanê li gelek deverên din ên
cîhanê hilweþe û li dijî NATO’yê
rêxistinên dijber zêde bibin. Heta dê êdî
ne bi awayê îlegel dê bi awayê legal dewlet û
rêxistinên îlegal tifaqê çêkin û
li dijî NATO’yê þer bidin meþandin.
Mînaka Îran û
Hizbûlahê li holê ye. Îran bi tifaqa xwe ya
Hizbulahê û Hamasê re destê xwe kiriye paxila
Îsraîlê û Îsraîl her ku diçe
ji ber vê bêzar dibe. Gelek polîtîkayên
Îsraîl û di þexsê Îsraîlê
de jî polîtîkayên Amerîkayê yên
li Rojhilata Navîn ji ber vê tifaqê an bi ser
nakevin û an jî têk diçin. Heke di qada
Afganistanê de jî NATO têk here dê hewldanên
wisan di cîhanê de wek hewldanên rewa derkevin
holê.
Ev ne tiþtekî biçûk
e û divê ji rêzê jî neyê dîtin.
Heke tiþtekî wisan derkeve holê bandora wê li ser
rêxistinên navneteweyî yên wek NATO û
NY’ê dê pir zêde be.
Duh di bin vê fikarê de li
paytexta Romanya Bûkreþê civîna bilind a NATO’yê
pêk hat. Ligel hin dosyayên din ên germ dosyeya
Afganistanê wek dosyayeke esasî di rojeva NATO’yê
de dê bê nîqaþkirin. Di vê çarçoveyê
de ji welatên endam bê xwestin ku leþker biþînin
Afganistanê. Fransa û Gurcistanê ji niha de diyar
kirine ku dê leþkeran biþînin. Amerîkayê da
zanîn ku dê 3 hezar û pêncsed leþkerî
biþîne. Di nav Tirkiye û Amerîkayê de bo ku
leþker biþîne nîqaþ didomin. Lê hikûmeta
Tirkiyeyê ji ber nakokiya navbera xwe û burokrasiyê
hêz pêk nayîne ku biryar bide da ku leþker biþîne
Afganistanê. Lê heyetek berfire ku di nav de Serokomarê
Tirkiyeyê Abdullah Gul, Wezîrê Karên Derve yê
Tirkiyeyê Alî Babacan û Wezîrê
Parastinê Vecdî Gonul heyî diçin vê
civînê.
Ji ber vê jî li Bûkreþê
rojeva NATO’yê bi ser Afganistanê re prestîja
NATO’yê ye.
This entry was posted on 03-04-2008 12:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 03-04-2008 12:31 Views: 44
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 44