Li qada gulaþê dilhejî bi
halana pêþkêþvan olan dide. Ew dibêje:
“Heyyyt ha werin meth û berada
Ya yêzdan û ya navê
Xwedê,
Du lewend derketin vê qadê,
Em ê bibînin kemend û
fenda! Heyyt! Yallah! Yallah!”
Belê ev lîstika jor di bin
navê “mizgeft û baregehê” de bi salan e, li ser
azînên dek û dolaban di nava serkariya tirk de ji
bo xapandina gelan tê lîstin.
Ew pir baþ dizanin ku gelê me
girêdayiyê dînê xwe ye. Ji ber vê egerê
jî; wan bi zanistî; hilbijartinek di navbera mizgeft û
baregeha leþkerî de danîn ber gelê me. Daku
bikarin gelê me bigirin bin kontrola xwe. Mizgefta wan; bi
“sentêze tirk-îslama” di xizmeta leþkerî de
hatiye herimandin. Baregeha leþkerî jî tê wateya
kuþtin û talanê Yanê çawa ku ji me re
bibêjin: “Heyy tu çil satiran, yan çil qantiran
dixwazî ?” Ji bo vê rewþê jînde hîþtinê
jî, lîstikên tarîqatên mêjîgenî
derxistin pêþ gel.
Sal 1946 - 60
Di salên pênceyî de
Partiya Demokrat (DP) piþta xwe dabû mizgeft û DYA´yê,
CHP dîsa bi singuyên baregehê derxistibûn pêþ
me. Di þêstî de bi þûrê demokles DP anîn
rayê. Li pey baskê mizgeftê navekî din
wergirtibû, qaþo Partiya Edaletê (AP), bi tevê
partiyeke çêlik Partiya Mîlî Nizamê,
paþê jî bi navê MSP ew anîn hîzanê.
Lê lîstik neguherîbû. Ev partî baskên
mizgeftê bûn, CHP jî dîsa baskê
baregeha leþkerî. Vê carê li gor rewþa cihanê
çoyê baskê baregeha leþkerî MHP jî
hatibû. Ew e bingeha “Ergenekonê” baskê
rastgir, lewra ew hatibû ji bo tehdît û
provokasyonê. Bêguman ta di wê demê de baskê
Ergenekonê yê çepgir jî hatibû
damezrandin, lewra Dogu Perînçek berhemê wê
demê ye.
Sal 1970 - 80
Ber bi salên heftêyî
tovên serhildanan daketibûn erdê, zanyarî
dipijiqî ji zanîngehan. Ciwanên xwendekar pêl
bi pêl ketibûn nava lêgerînan, bi awayê
çirûskên þoreþê. Ji wê ji baskê
baregehê veriþiya bi girêza harbûnê, þingand
mihtira 12 Adarê, ji bo ku van çirûskên
hêviyê bibin ber ben û sêdarê. Li gel
wê, baskê mizgeftê jî wek leþkerên
amade, bi dil erkên xwe pêk dianî. Ango bê
navan tu tiþt neguherîbû, tenê lîstika wan
hinek rengê ewropî girtibû.
Li dawiya salên heftêyî
tovên mirovbûnê rêberiya serhildanê
afirandibû. Hêdî hêdî sextekariya
polîtîka di navbere mizgeft û baregehê de
deþîfre dikir. Lewma jî baregeha leþkerî hat bi
xwînxwariya Cengîz, bi talana Tîmûrleng, bi
erjengiya Îdî Amîn, da ku bikare hêviya
jiyaneke mirovbûnê têk bibe. Xewa mirinê wek
tirsekî di dilan de biçikîne. Lê bi
serxoþiya lîstikên osmanî dereng mabûn,
tovên berxwedanê þûrên wan þikandibû.
Baskê mizgeftê bi bayê hêzên rojavayî
parçe parçe bûbû, bi navê cuda cuda
Sal 2000
Di salên duhezarî de baskê
mizgetê bi navê “dîn îman Quran, hedef
turan” li ser bingehê eczîmendî, hizb-ul kontra û
fetociyên CIA`yî kirin partiyek. Lewra DYA´yê
li dijê îslamiya radîkal, partiyeke îslamiya
rûnerm dixwest. Ev dikarîbû biba zemîna
xapandina kurdan, hem jî bi awayê “alavêre
dalavêre.” Lewma jî, generalan bi tevê çoyên
xwe yê Ergenekonê bi baskê çepgir û
rastgir piþtgirî da vê koma sextekaran. Nav naveke
xapînok, hem jî bi navê dadê(Edalet) û
avakirinê (Kalkinma). Sembol hê ji nav sextekartir qaþo
“ampûla ronî”. Serokê wê durû, bi
çivên lîstikan, dek û dolabên kuçên
Qasimpaþayê, ango beroþ gilor bûbû, rastê
derxûna xwe hatibû. Minafiqî, sextekarî û
lîstikên osmanî bi dek û dolaban di nav axa
zexel de wek striyên bêkêr fijiqîbû bi
navê AKP’ê.
Erdogan
Kurê devþîrmekî ye,
bi çîrokên qehremaniya tirkan mezin bûye, li
Qasimpaþayê wek kulhanbegan hînê qurþdayînê
bûye, gotinên wî hev du nagirin, bi mentiqê
“do do bû, îro îro ye”tevdigere. Wekî
evdekî girêdayê pîrê xwe Fetullahe
CIA´yî ye. Di xeyala wî de; meqamê Yavûz,
Kanûnî Evdilhemîd û Xomeynî heye, ji wê
yaweriya generalan tenê ne bes bû. Lewma xebitî ku
bi lîstikên Osmanî pirsgirêka kurd
bifetisîne. Benê artêþê bigire destê
xwe, lê siwar be û bajo ser Wiyanayê.
Artêþ û Ergenekona artêþê
jî, ji bo armanceke din, rê dabûn minafiq Erdogan û
AKP´ê: Armanca wan ya bingehîn; têkbirina
hêviya kurdan bû, li pey jî dîsa domandina
polîtîka di navbera mizgeft û baregehê de bû.
Lewma jî muhtira 27´ê avrêlê dan. Baskê
çep yê bi taya alakolîk li Enqere, Îzmir,
Stenbolê daxist qadan, AKP xist rewþa mexdûriyetê,
li gel wê bi alîkariya çoyê zorê û
tarîqatan, reyên AKP gihand rêjeya ji sedî
47`an, tenê bi vê mabestê. Ji bo firotinê bi
boyaxa Qeyseriyê meqamê bavên xwe þêlavkirin,
yanê serok-komariyê bi vî awayî firotin Gulê
rûnermikê bi dek û meqikan.
Lîstika dawiyê
Li pey artêþ bi bombebaranê
bi ser neket, di þerê Oramar û Zapê de derbên
xedar xwar û têk çû, serê tîrên
rexneyan di dilê generalan de çik bûn. Evîna
artêþê di bala giþtî de melûl bû. Li
gel wê, di nava rewþenbîr û çapemeniyê
de bi melûlî be jî, hin nîqaþên li ser
çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê
ket rojevê. Bi alîkî ve, ji bo guhertina vê
rojeva çareseriyê, lewra çareserkirina pirsgirêka
kurd û demokrasiyê ne li gor armanca Erdogan e. Li aliyê
din ji bo hevsarê generalan bi destxistinê bi gor wî
dem kemilîbû. Tam di vê kêliyê de
lîstikên osmanî yên li kuçeyên
Qasimpaþa hat bîra wî. Ji wê jî. Erdogan
berê xwe da çeteyên Ergenekonê, xwest di
cîhê wan de bi koma mehterê damezrîne çeteyên
xwe yên bi îmana Hizb-ûl kontra û Fetoyê
CIA`yî. Bi eþq bigire destê xwe hevsarê generalan,
di nava xwînê de bixeriqîne hêviyên
kurdan û derkeve sefera ji Adriyatîkê ta Sûrên
Çînê, belê, bi wê mebestê dest
bi operasyanan kir.
Generalan jî dixwest rojeva
nîqaþkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê
biguherîne, lewra çareserkirina pirsgirêka kurd
lîstikên wan pûç dike. Li aliyê din
dixwestin benê xeta mizgeftê ya di bin serkariya Erdogan
de careke din bigire destê xwe û hikumraniya xwe her û
her bajo. Ji ber vê egerê jî, mirov dikare bibêje;
Erdogan di vir de pêlê deliya pisîkê kir.
Lewma jî helpiþkîn rûçikên hev. Yê
yek ji bo girtina AKP doz da vekirin, yê din derketiye nêçîra
endamên Ergenekonê. Bê guman bihevketina her du
dijminan tiþtek pir baþ e.
Encam
Belê ew bihevketine, li ser benên
“alavêre û dalavêre direqisin.” Di armanca her
du aliyan de jî; di nava xwînê de fetisandina
hêviyên kurdan heye. Erdogan ne demokrat e,. ew li pey
firsend û keysê ye. Di dema li dij DTP’ê doza
girtinê hat vekirin de, bêdeng bû, heta dixwest ku
DTP hema were girtin, da ku qada Kurdistan ji wî re bimîne.
Lewra ev qanûnên niha di jiyanê de berhemê wî
û Cemîlê faþîst in. Ew niha jî
dixebite ku baskê Ergenekonê yê rastê MHP
bikiþîne aliyê xwe û qanûnekê ji bo
rizgarkirina xwe derîne. Ev êriþên li Wan, Sêrt
û li Hakkarî li gel tevan û sextekariyên
þaredarên AKP’î veþartinê, ji bo îknakirina
MHPê û bala hin derdorên leþkerî kiþandine
jî bû. Erdogan bi awayekî rovîtiyê di
bîranîna miriyên þerê Çanaqelê
de jî, ji bo bala van derdoran kiþandinê, wek genaralekî
axivîbû. Ango bi dek û dolabên bîzansî
tevdigerin. Her du alî heman tiþt in. Bi kurtî wek
gotina gel “Her du seriyên ço jî bi gu ne!” Em
ji wan dûr rawestin bila nepeke me.
Divê em tenê hewl bidin xwe
ku her du hêl jî hê zêdetir hev û din
rezîl bikin; “potikên hev û din ên qirêj”
hê zêdetir li ber çavan raxînin. Lê
divê em nebin pêpilikê lîstikên wan. Em
bi her awayî bixebitin ku tewan û qirêja wan bi gel
bidin nasandin û fêmkirin.
Da ku gotina pêþkêþvanê
pehlîwanan wiha bigihîje dawiyê:
“Heyyt wan xwarine nanê
garisîn
Li ser benê alavêre
dalavêre reqisîn
Hêviyên wan ên xiniz
li wan fetisîn
Ne hewce ye ji bo wan wax û pesin
Bila her kes bi sextekariya wan
bihesin! Heyyyt! Yallah! YallAh!”
This entry was posted on 27-03-2008 12:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 27-03-2008 12:29 Views: 64
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 64