• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Rejîma Sûriyeyê û aloziya çarenûsiyê
Rejîma Sûriyeyê û aloziya çarenûsiyê Binivîse E-posta
 

HOÞENG OSÊ

Dema ku artêþa Sûriye li Lubnanê bû, rejîma Sûriyeyê, Lubnan weke welatekî serbixwe nedipejirand, lê weke wîlayetek yan jî parêzgeheke Sûriyeyê didît. Û maf dida xwe ku destê xwe berde hemû karûbarên hundir û derve yên Lubnanê, ta qonaxa hilbijatinên serokomariyê û yên hikûmetê hilbijatinên herêmî yên parlementoyê. Û dema siyasetmedarên Lubnanê xwestin xwe û welatê xwe ji bin bandor û deshilatiya Sûriyeyê derînin, serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Elherîrî hate kuþtin.

Û piþtî kuþtina Elherîrî, gelek bûyer û sûîkastên li dijî kesayetiyên siyasî, ragihandinî û ramyarî, ku weke dijberê deshilatiya Sûriyeyê li Lubnanê dihatin dîtin, hatin kirin. Û di cih de, rejîma Sûriyeyê weke tawanbarê yekemîn yê van bûyeran hate dîtin. Û piþtre, Sûriyeyê bi zora biryara konseya ewlekariya navneteweyî 1559 ji Lubnanê hate derxistin. Û ta niha, Sûriye, nema zane dê çawa xwe ji nav gerîneka Lubnanê derîne. Helbet, gelek alîgir û kirêgirtiyên Sûriyeyê li wî welatî hene, di serî de "hizbûllah" û "tevgera emel", ku her dû rêxistin þiî ne, ji bilî hinek rêxistinên xirîstiyan, ku Sûriye wan weke çeperên pêþîn û kevirên satrencê di Lubnanê de, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ta qonaxa ku Sûriye li hemberî Israîlê þer bike di tîrmeha 2006, bi riya "hizbûllah"ê li dar xist. Lê, nikarîbû karûbar û xebata komîta lêpirsînê ya navneteweyî, ya di bin serokatiya dozgerê Elman Dêtlêf Mêlês û piþtre, serokatiya dozgerê Belcîkî Sêrc Bramêts de, ku tawana kuþtina Elherîrî diþopîne, asteng bike. Û krîzên kûr, di navbera hikûmeta Lubnanê û opozisyonê, (alîgirê Sûriyeyê), derxist, da zagona dadgeha navneweyî ku ji bo cizakirina tawanbarê kuþtina Elherîrî bike, asteng bike, lê nikarîbû. Ji ber ku konseya ewlekariya navneteweyî biryara çêkirina vê dadgehê stend û hewldanên Sûriyeyê, yên astengkirinê, pûç kirin. Dîsa Sûriyeyê pirsgirêka rêxistina "Feth Elislam", li wargeha "Nehr Elbaarid" a penaberên filistînî, li bakurê Lubnanê, ji hikûmeta vî welatî re derxist ku çawa zêdetirî 4 meh, þer û pevçûn di navbera vê rêxistina ku girêdayî hêzên ewlekarî yên Sûriyeyê ye û artêþa Lubnanê dewan kir.

Rejîma Sûriyeyê, ji guhartinên li herêmê, û bi taybet li Iraqê, pir ditirse. Ji lewra Sûriyeyê alîkarî û piþtgiriya rêxistinên radîkal û terorîst, ku li Iraqê, li dijî artêþa Amerîka þer dikin, kir. Û endamên partiya Baas, (rejîma berê ya Iraqê), li cem xwe veþart û parast. Ev yek jî, ji bo ku ji rêveberiya Georg W. Bush re bêje: Ez hîna xurt im û hêza min a parastinê heye û da aramî li Iraqê çêbibe, divê Amerîka bi min re bide û bistîne. Lê tevli vê yekê rêveberiya Amerîka, guh neda kiriyar û hewldanên rejîma Sûriyeyê.

Hin þîroveyên siyasî hene, dibînin ku her du navendên cîhana ereb, Siûdî Erebistan û Misir, êdî destê xwe ji rejîma Sûriyeyê þûþtine û tu hêviyên wan ku rejîma Sûriyeyê siyaseta xwe der barê welatên cînar de biguhere û têkiliyên xwe bi Îranê re kêmtir bike, nemane. Bi þêweyeke dizî, ne dijî planên guhartina rejîma Sûriyeyê ne, eger planeke wisa hebe. Lê, ezmûna guhertina rejîma Iraqê ya berê dubare nebe. Ango, çawa Amerîka, welatên ereb ji guhertina rejîma Iraqê dûrxist, ji ya guhertina rejîma Sûriyeyê dûr nexe û rola wan di vê planê de hebe. Ango, her du navendên cîhana ereb û Amerîka li ser guhertina rejîma Sûriyeyê êdî li hev kirine, lê ta niha, li alternatîfê vê rejîmê digerin.

Li ser asta hundirîn û bi taybet, di warê mafên mirovan û pirsgirêka kurd de, her ku diçe, rewþ xirabtir dibe. Û tevli ku serokomarê Sûriyeyê Beþar Elesed, sozên xwe der barê dana nasnameya Sûriyeyê ji bo kurdên bênasname li vî welatî, dubare kir, lê ta niha, tu gavên berbiçav, di vî warî de nehatine avêtin. Tersî vê yeke, anîna zêdetir 150 malbatên ereb li navçeya Þedadê ya ereban, ji aliyê rejîma Sûriyeyê û niþtecihkirina wan di navçeya Dêrikê, di Kurdistana Sûriyeyê de, ketiye rojeva kurdên Sûriyeyê. Partî û rêxistinên mafên mirovan yên kurdan li Sûriyeyê, li vê kiryarê dinêrin weke vejandina projeya kembera erebî, ya nijadperest ku rejîma Sûriyeyê, bi aramanca çêkirina guhertinên demografî li herêmên kurdan, di navbera salên 1975’an heya 1985’an pêk anî. Bi nêrîna min, armanc û metirsiyên vê kiryarê ji wisa mezintir in. Rejîma Sûriyeyê bi anîna 150 malbatên ereb, yan 1500 malbat, herêmên kurdan, dê nikaribe guhertineke demografîk di herêmê çêbike. Ew jî vê yekê baþ dizane. Lê mebest ji vê kiryarê, sîstema qorocîtî li Kurdistana Sûriyeyê pêk bîne, çawa ku rejîma tirk li Kudistana bakur pêk aniye.

Yek ji mebestên rejîmê ji çêkirina pravakasyona 12 adarê li bajarê Qamiþlo, ku bû sedema serhildana kurdên Sûriyeyê. Wê çaxê, anîna artêþa xwe herêmên kurdan. Û weke tê zanîn, niha tugaya 4’an, ji atêþa Sûriyeyê û di gel çekên giran û tang û topên dûravêj, îro li herêma Cizîrê ye. Û her kes dizane ku ji roja Sûriye ava bûye, tu carî artêþa wê nehatiye vê herêmê û niha li vir e. Û hemû endamên hêzên ewlekariyê û polîs ne bes in, pêwîstiya tûgaya 4’an bi hin kirêgirtî û qorocî heye. Dêmek, piþtî serhildana 12’ê adarê sala 2004’an, êdî rejîma Sûriyeyê ji herêmên kurdan ditirse û guman dike ku eger hêzên derve tiþtek li hemberî rejîmê bikin, herêma yekemîn ku serî hilde, dê ya kurdan be. Ango, tu nîþanên ku dê rejîma Sûriyeyê, pirsgirêka kurd bi þêwazeke aþtiyane çareser bike, di asoyan de xuya nakin. Berevajiyê vê yekê, xuya dike ku rejîm amadekariyên þer dike. Û tiþtê vê nêrînê dide pêþ, gefên serokê Sûriyeyê ku di axaftina sondê, li pêþiya parlamantoyê, di tîrmeha 2007’an de, li kurdên Sûriyeyê xwar û got:

"Eger piþtî em mafê nasnameyê bidin we û hûn tiþtên din ji me bixwazin, em ê vê yekê weke lîstika bi ewlekariya welêt bibînin". Û cihê mixabiniyê ye ku partî û siyastmedar û rewþenbîrên kurdên Sûriyeyê vê yekê nabînin, yan naxwazin bibînin...!.

Li gorî tiþtên me di jor de gotin, rejîma Sûriyeyê ji qonaxeke çarenûsî û nazik re derbas dibe. Û þansê hemû ihtîmalan heye ku pêk bên. Û ji bo xwe ambargoya herêmî û navneteweyî derîne û xwe ji dadgeha navneteweyî ya ji bo kuþtina Elherîrî dê li dar keve, xwe dûr bike, tenê li pêþiya rejîma Sûriyeyê maye ku welat têxe nava þerekî bi Îsraîl re, da neteweyên yekbûyî û hemû welatên cîhanê û yên ereb ên girîng, têkevin nava hewldanan bi rejîma Sûriyeyê re, da þer raweste.

Bi vê yekê, Sûriye dê xwe ji ambargoyê derxe. Û eger ev pêk were, dê Sûriye têkeve nava tevilheviyeke mezin. Îcar, pirs ev e ku kurdên Sûriyeyê, ta çi radeyê, ji van ihtîmalan re xwe amade kirine? Ev e ku cihê guman û metirsî û lêgerîn û lêpisînê.

30-09-2007 14:37
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-09-2007 14:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment. Last update on 30-09-2007 14:37
Views: 138    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;