MalMalForum Qonaxa fažīzmź ū heta īro siyaseta īngiliz
Qonaxa fažīzmź ū heta īro siyaseta īngiliz
DOSYA-II-
YAŽAR EROGLU
Brîtanya û împaratorî
Îngilistan dewleteke ku bi navê
Brîtanyayê li ser yek jê mezin çend giravên
belavelayî ava bûye. Navê wê yê fermî
Qraliyeta Yekgirtî ye. Beriya Žerê 2’yemîn ê
Cîhanê jê re digotin welatê roj li ser naçe
ava. Ji Ewropa, Asya bigirin heta Awustralya û parzemîna
Amerîka li her derê serdestiya wê hebû. Roj
li Ewropayê biçûya ava li Asya û Awustralya
hildihat. Li ser rûyê cîhanê yek nimûne
bû, ya duyemîn çênebû. Ev împaratorî
li ser bingeheke aborî û siyasî ava bû û
di nav sedan salan de bû serweriyeke gerdûnî.
Otorîteyên welatan hema bêje bi yek dengî
qebûl dikin vê împaratoriya ku di nav sedan salan
re nisilî û derbasbûyî kevnežopiyek
afirandiye û žeklek jî daye cîhanê.
Brîtanyaya ku tekane li cîhanê bûye
împaratoriyeke gerdûnî hê jî bi
siyaseta xwe ya kevnežop ve tesîra xwe li ser cîhanê
bi pir awayan didomîne. Ew siyaset îro li Rojhilata Navîn
pir ažkera tê dîtin. Tev dewlet û gelên
Rojhilata Navîn yekser an jî îndîrekt di bin
bandora siyaseta îngilîz de ne. Mexdûrê vê
siyaseta
îngilîz a Rojhilata Navîn
gelê kurd e jî.
Birêz Abdullah Ocalan her tim
behsa vê
siyaseta îngilîz dike û
balê dikžîne ser
xetereyên vê siyasetê
ji bo kurdan. Kakilê
vê siyasetê çi ye,
çawa pêk tê, îro bi çi
rengî teže girtiye û li
ser kîjan bingehî
qewimiye? Divê bo ku bersiva van
pirsan
bê dayîn mirov vegere serî
û damezirîna
bingeha vê siyasetê.
Îngilistan û Fransayê
dixwest ku bi Almanyayê re tifaqê pêk bînin
berê wê hêza ležkerî ya zînde ya
Hîtler bidine Sovyeta Rûsya. Dijminatiya Hîtler a
li dijî wan her du dewletan derfet nedida ku Hîtler bi
wan re tifaqê çêbike. Dîplomasiya Almanya û
Rûsyaya Sovyet rê neda Înglistan û Fransayê.
Belkî jî cara yekem bû ku siyaset û
dîplomasiya Înglistanê têk diçû.
Ev žerekî giran bû encamên wê jî dê
giran bûbûna. Hîtler di destpêkê de
berê xwe da Polonya û Rûsyayê lê pižtî
demekî Înglistan û Fransa jî bê par
nehîžtin.
Înglistanê di nav žer de
hêza nû Amerîka kižande cem xwe. Žer dom dikir lê
di nav 6 salên žer de dîplomasî û siyaseteke
nedîtî hate mežandin. Tifaqa îngiliz û
amerîkan, Rûsya jî girte nav xwe. Dijminên
stratejîk mecbûrî hatibûne cem hev. Înglistan
û Amerîkayê di žer de hem dixwest Hîtler têk
biçe, hem jî ji bo Rûsya ji hêzê
bikeve siyaseteke nepenî dimežandin. Heta derfetekî
digeriyan ku bi Hîtler re bibin yek lê wî ew yek
qebûl nedikir. Almanya zêdetir li eniya Sovyetê têk
çû. Lê dema žer bi dawî bû, maseya
ažtiyê vebû ev rastî yek bi yek bi vî rengî
pêk nehat. Peymana Postdam û Yaltayê bû
žahidê dîplomasî û siyaseteke dijwar. Dîsa
tecrûbeyên Înglistanê li ser maseyê
bûn. Serokwezîrê Înglistanê Churchill
derkete pêž. Her çend ku žer Amerîkayê bi
ser navê bloka emperyalîst qezenc kiribû jî
aktorê herî mezin Churchill û Îngilistan bû.
Didestdegirtina Îtalya, Yewnanîstan, Berlîn,
Fînlandiya û pir deverên din bi tecrûbeyên
siyaseta îngiliz pêk hatin. Her wiha mežandina siyaseta
emperyalîst a pižtî žer jî.
Em dibînin ku pižtî Žerê
Duyemîn ê Cîhanê Înglistanê
pêžengiya xwe ya emperyalîzmê winda kir. Di warê
aborî, siyasî, çandî û dîplomasî
de pêžengî kete destê Amerîkayê. Lê
belê heta îro jî aktorê duyemîn û
hevparê stratejîk ê Amerîkayê yê
herî nêzik û herî bibawer Înglistan e.
Ji 1945’an heta îro Îngilistan
Ku îngilistanê dev ji
pêžengiya emperyalîst berda mecbûr ma ku hêdî
hêdî ji deverên din jî vekiže. Li cîhanê
hižyarbûnek di nav gelan de çêbû, li hember
emperyalîzmê serî hildan. Îngilistan ji Çînê,
Hindistanê, Afganistanê, Afrîkaya Bakur û
Navîn vekižiya yan jî desthilatdariya xwe sist kir. Li
Rojhilata Navîn jî Iraq, Misir, Erebistan, Yemenê
yan desthilatdarî dewrî mandayên xwe kir an jî
destên xwe ji nav desthilatdariyê kižand, dewrî
Amerîkayê kir.
Rola Rojhilata Navîn her çû
zêde bû. Îngilistanê li Rojhilata Navîn
cihê xwe da DYA’yê. Hem ji aliyê siyasî hem
jî aborî ve rola Rojhilata Navîn konjonkturel bû.
Li hember sîstema Sovyetê Rojhilata Navîn girîngî
qezenc kiribû. Sovyeta Rûsyayê jî dixwest ku
li wir berfireh be, hevparan ji xwe re çêke. Ji 1945’an
heta hilwežîna Sovyetê rewž li ser vê nakokiyê
pêž ve çû. Di vê demê de carinan
aqilmend, carinan wek aktor, carinan wek hêza alîkar a
stratejîk li cem DYA’yê bû.
Bi hilwežîna Yekitiya Sovyetê,
pergala du blok bi dawî bû. Pergaleke yek navend ava bû.
Jê re gotin pergala global. Žerkêžê vê
pergalê jî DYA bû. Asya Navîn ji bo vê
pergalê bazareke nû bû. Žerê nû yek li
wê qadê, yê din û yê herî girîng
jî Rojhilata Navîn bû. Ji ber ku Rûsyaya
Sovyet di van her du herêman de jî valahiyeke mnezin
derxistibû holê. Her du jî qadên petrolê
û gaza xwezayî ne. Ango herêmên stratejîk…
DYA’yê Asya Navîn bi žerê
siyaset, dîplomasî û navxweyî têkilî
û para bazara xwe zêde kir. Lê Rojhilata Navîn
ew qas hêsan nebû. Îran, Iraq, Tirkiye û
welatên ereban hebûn û nakokî berfireh bûn.
DYA’yê staretejiyeke nû dabû ber xwe, pêkanîna
vê stratejiyê di žerê çekan de didît.
Iraq di hedefa vê stratejiyê de bû. Dewleta Iraqê
di žerê Îran û Iraqê de pižtgiriya Îranê
hatibû kirin. Pižtî žerê Îran û Iraqê
her pêžî li Iraqê hatibû vekirin. Dîsa
bi zaneyî berê Iraqê dane dagirkirina Kuweytê.
Ji êrîžên xwe re hincet amade kirin. Di sala
1991’î de Žerê Kendavê dest pê kir.
Amerîkayê bi hêzeke pir mezin a ležkerî
Rojhilata Navîn dagir kir. Žirîkê DYA’yê
yê herî sadiq û dilsoz dîsa Îngilistan
bû. Îngilistan ne tenê sadiq bû, di heman
demê de yek ji avasazê (mîmarê) vê
siyasetê bû. Amerîka û Îngilistan wek
birayên mezin û biçûk û wek malbatekî
bûn. Di vê demê de sê serokwezîrên
Îngilistanê guhirîn lê polîtîkaya
wê neguhirî. Heta Partiya Karker qažo çepgir bû
lê herî baž û herî rêkûpêk
wê ev siyaset destek kir.
Stratejiya wê dagirkirinê
ev bû ku di cîhanê de dê pergaleke nû
ava bikin û navenda vê pergalê jî Rojhilata
Navîn e. Dagirkerên vê stratejiyê ji cîhanê
re ažkera kirin ku sînor û nexžeyên Rojhilata
Navîn dê biguhirin û li wê derê jî
pegaleke nû dê bê. Dema ku çarçoveya
vê stratejiyê diyar bû, dewletên herêmê
ketin nav pêžbaziyê yan jî parastinê. Îran,
Iraq, Sûriye, Tirkiye, dewletên ereban û Îsraîl
aktor an jî dij aktor bûn.
Dagirkirina Iraqê û
Rojhilata Navîn a Nû
Nakokiya rejîma Sedam û
DYA’yê her ku diçû zêdetir dibû. Di
sala 1991’î de li dijî êrîžên rejîma
Sedam sîwaneke ewlehiyê çêkirin. Di nav
10-11 salan de li bažûrê Kurdistanê statûyeke
fiîlî pêk hat. Hêzên emperyalîst
û dewletên stakoparêz xwestin ku kurdên bažûr
û bakur li dijî hev bi kar bînin. Di vê
pegalê de cografyaya Kurdistanê stratejîk bû.
Du aliyên vê rastiyê hebûn; li aliyekî
PKK hebû ku žerê çekdarî dimežand û
di nav gelê kurd de hêzeke xurt bû, li aliyê
din hêzên bažûrî hebûn. Ew yekser
muxalîfên Sedam bûn. Siyaseta ku dimežandin DYA û
hêzên koalîsyonê dikaribûn xwe bispêrin
wan. Vê nakokiyên van her du aliyan heta îro jî
di siyaseta li ser Rojhilata Navîn de du pozîsyonên
ji hev cudatir dane pêž. Nêzikahiya dagirkerên
Rojhilata Navîn jî li gorî vê pozîsyonê
yan wek dijber an jî alîgir xwe nîžan dane.
Dîsa aktoriya Înglistanê
pir ažkera bû. 1993’an de bi serfermandarê artêža
tirk Gurež û Çillerê re dijî têkožîna
PKK’ê polîtîkayeke kirêt mežand. Di
1996’an de jî serkežiya rûnižtižnên Dublîn
û Enqereyê kir.Hedef ev bû, bi her awayî
PKK’ê di çareseriya pirsgirêka kurd de li derve
bihêle. Ev pêvajo bû sedem ku hêzên
bažûr di nav xwe de (PDK û YNK) žer bikin. Pižtre jî
bû sedema pêvçûnên di navbera PKK û
PDK’ê ku wek birakujî hate binavkirin. Ev pêvajoya
bi derxistina Rêberê Gelê Kurd ji Sûriyeyê
û teslîmkirina wî ya Tirkiyeyê hate
mohrkirin.
Amerîka û Îngilistanê
ji bo Rojhilata Navîn plan çêdikirin. Her tižt
dabûne ber çavên xwe. Hê di sala 1996’an
de behsa Plana Mezin a Rojhilata Navîn dihate kirin. Bi hatina
ser kar a Bush re ekîba žer bû desthilatdar. Konsepta vê
klîkê ev bû; žerê sar û žerên
herêmî qediyan, lê xetereya herî mezin terora
global e. Ew jî bi çalakiya Kûleyên Cêwî
yên New Yorkê ku heta niha jî sedema wê ya
rasteqîn ne diyar bûye kirine rojeva cîhanê.
Berê Afganîstan dagir kirin pižtre berê xwe dane
Iraqê.
Di sala 2003’an de Iraq dagir kirin.
Dewleta Iraqê ji nû ve hate avakirin. Kurdistana Bažûr
statûyeke makeqanûnî û navneteweyî bi
dest xist. Pirsgirêka Kerkûkê çareser nebû.
Ji nîqaž û nakokiyên mezin re hate hîžtin.
Di dema žerê li hember Amerîkayê yê Iraqê
de Kurdistana Bažûr ji bo wan herêma herî ewle bû.
Lê dema Amerîkayê xetereyên mezin li ber xwe
dîtin zivirî ser polîtîkayên kevn ên
Îngilistanê mežand. Bažûr û Kerkûk da
aliyekî serokên ežîrên sûnî re
peyman çêkir. Li hember Tirkiyeyê tawîz da û
hêzên bažûrî ji dewreyê derxistin. PKK
wek dijmin îlan kir. Ji 5’ê mijdarê vir ve
dewleta Tirkiyeyê fonksiyoneltir bûye. Amerîka hem
bi hêzên bažûrî re, hem ereban re, hem jî
Tirkiyeyê re têkiliyên xwe xurt dike û
siyaseteke ku berê wê daye PKK’ê hêzên
gerîla dimežîne. Li aliyê din jî nakokiya bi
Îranê re bi rê ve dibe. Pir cidî tê
nîqažkirin ku siyaseta Îngilistanê ya Lozanê
dîsa tê ser maseyê. Ji salên 1990’an vir ve
destê Îngilistanê di nav siyaseta Tirkiyeyê
de ye ya ku li dijî kurdên bakurî ye. Bi çûyîna
serokwezîrê tirk Erdogan û serfermandar Buyukanit a
Îngilistanê ve ev nîqaž hê jî germ bû.
Tê gotin ku di pižt deriyan de petrola Iraqê, rewža
Kerkûkê, pozîsyona hikûmeta Bažûr,
daxwazên Tirkiyeyê yên li ser Iraqê û
têkiliyên Tirkiyeyê bi dewlata navendî ya
Iraqê re tên danîn li ser maseyê. Amerîkayê
van demên dawî zêdetir meyl daye ser siyaseta
Îngilistanê û ya pêk tê jî ev e.
Wisa dixuyê Amerîkayê
di Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de hin guhertin pêk
anîne û tifaqên nû re rê vekirine. Ew
jî dijî berjewendiyên Hikûmeta Kurd a heyî
ne. Bi rastî jî di proje û siyasetên
emperyalîst de rola Kurdistanê û kurdan pir
berbiçav e. Em dizanin ku siyaseta dewletên dagirker
heye û her roj li pey tifaqên ji bo berjewendiyên
xwe ne. Siyaseta Amerîkayê û yên ku bi wê
girêdayîne jî heye û her roj xwe nû
dikin. Belê her hêz kurd û Kurditanekê
dixwazin an naxwazin, ku bixwazin çawa dixwazin wê
dizanin. Ya herî girîg ev e ku siyaseteke kurdan heye yan
na, ew Kurdistaneke çawa dixwazin ev hê jî pirseke
bêbersivmayî ye. Ya rast ew e ku qasî her aliyên
ku rewža Kurdistanê re aleqe dibin siyaset û îradeyeke
kurdan jî hebe. Heke ew nebe dev ji xurtkirina federalîzma
heyî berdin destkeftiyên heyî jî di bin
xetereyê de ne.
Kakilê siyaseta îngiliz
Siyaseta îngiliz li ser
parçekirin, dabežkirin û rêvebirinê ava
bûye. Siyaseta kevnar li ser tecrubeyên 600 salan dimeže.
Berê vê siyasetê her tim ber bi dagirkirin û
kolonyalîzmê bûye. Ji ber wê jî em
dikarin bêjin ku bi gižtî tecrubeyên emperyalîzmê
yên Îngilistanê ne. Koka siyaseta empertalîst
dewleta Îngilistanê ye. Brîtanya dewleteke ku
tecrûbeyên serdema feodal, kapîtalîst û
ya emperyalîzmê di yek dewleta heta îro heyî
de berhev kirine. Tilsima wê di vir de ye. Bi rastî ew
mirîžka kurkê ye, emperyalîstên din jî
li hember wê wekî varika ne. Ew jî bi tecrubeyên
Brîtanyayê gihîžtine. Siyaseta îro em di
lihevkirina feodalîzm (arîstokrasî) û
bûrjûwaziyê de dibînin. Wî hîmî
rê daye ku monaržiya îngiliz heta îro bimîne,
tu žorežekî nikaribûye wê bigeherîne. Ne
tenê ew, rê ji bo monaržiyên din ên Ewropayê
jî vekiriye.
Siyaseta Brîtanyayê piralî
ye. Ji žîdetê bigirin heta lihevkirina bêxwîn
bi pir altenatîfan pêk tê. Ew li gorî žert û
mercên di nav de ye tevdigere. Hin dewlet hene tenê
žîdetê, hinek hene înkar û îmhayê,
hin hene židandinê û hwd didine ber xwe. Ji ber wê
jî ji xwe re tu alternatîfan nahêlin an bi ser
dikevin an jî dižikên û têk diçin.
Siyaseta Îngilistanê ya
derve heta niha wek siyaseteke emperyalîst-kolonyalîst
mežandiye. Ew cihekî bidest dixe berê bi mîsyonerên
xwe ji xwe re bingehekî çêdike. Hêz û
mutefîkan hildijbêre. Bi žer bibe, bi žer; bi diyalog
bibe bi diyalog xwe li gorî wê amade dike. Cihekî
bixwaze ku serdestiyê pêk bîne mutleqe hêzan
bi hev dide žerkirin an pev dixe. Mutefîkê xwe yan jî
pêwendîdariyê li gorî encama vê diyar
dike. Li ser nakokiyên wan serdestiya xwe pêk tîne.
Siyaseta ku di platforma Sewrê de hatiye mežandin pir balkêž
e. Kurd, ermen, asûrî û yên din dan dora xwe
lê di encamê de ew xurt nedîtin li ser pižtê
dan erdê, li Lozanê bi tirkan re li hev kir. Afganîstan,
Afrîkaya Bažûr, Hindistanê, Çînê
her tim li ser nakokiyan lîstiye, hêzên navxweyî
berî hevdane. Dema ku dîtiye žîdeta wê ji bo
mayîna wê terê nake yan taktîkên xwe
guhertiye yan jî xwe vekižandiye. Ji ber vê jî em
dikarin bêjin ku li gorî yên žîdetparêz
siyaseteke nispî nerm dimežîne. Ev jî li gorî
hêzê diguhere. Em dizanin ku cihê ku serdestiya xwe
misoger dîtiye heta dawiyê žîdet bi kar aniye.
Giravên wek Tasmanyayê koka nižtecihên režik
aniye. Tê zanîn ku tenê nižtecihekî
tasmanyayî maye ew jî bi serê jêkirî di
muzeya înglizan de ye. Li Zelandaya Nû û
Awustralyayê nižtecihên parzemînê ajotine
cihên herî bêkêr, çol û
berîstanan.
Dîplomasiya Îngilistanê
li ser van tecrubeyan teže girtiye û xurt e. Heye ku cihê
di žer de winda kiriye, li ser maseya dîplomasiyê berhev
kiriye. Ji ber vê yekê ye ku Amerîka heta dawiyê
ji vê siyasetê sûdwerdigire; Înglistan jî
bi vê hêzê car caran arasteyî ser ya xwe
dike.
Rewža Kurdistanê û
Rojhilata Navîn
Kurdistana bažûr îro di
nav vê sîstema emperyalîst de cih girtiye. Rola
cografyaya Kurdistanê û pêdiviyên DYA’yê
di vê noqteyekî de bi hev kirine. Rola Rojhilata Navîn
heyatî ye. Kurdistan jî di nav vê rastiyê
heyatî ye. Amerîka dixwaze hegemonyaya xwe ya siyasî,
aborî, stratejîk li vê derê pir xurt bike. Ev
siyaset hatiye merheleyekî. Li gorî daxwaza Amerîkayê
nebûye. Ev pêvajo xitimiye. Tam di vê noqteyê
de Brîtanya ketiye dewreyê. Dixwaze mutefîkê
xwe yê xežîm li ser siyaseta xwe ya klasîk bi rê
ve bibe.
Esasên vê siyasetê jî
ev in: Rola žiî û kurdan kêmtir bike. Sûniyên
ereb derxe pêž, li mutefîkên xwe yên klasîk
vegere û wan xwedî rol û înîsiyatîf
bike. Ji ber ku kozika berxwedanê warê sûniyan e.
Tecrubeya rêvebirinê li cem wan hene. Li Tirkiyeyê,
dewletên ereb jî vedigere. Ji bo pêžeroja xwe hin
tawîzan jî dide. Heta rewža Kerkûkê jî
ji nû ve dixe nîqažê.
Ji aliyê din ve bakurê
Kurdistanê wek dijmin îlan dike û dixwaze berteref
û tasviye bike. Halbûkî her du jî kurd in û
li heman cografyayê ne. Lê bakurê welêt ji bo
berjewndiyên xwe xetere dibîne. Bi aliyêkî re
žer dike û riya tasfiyekirina wî vedike, aliyê din
jî heta dawiyê dide qelskirin, ji bo tev daxwazên
xwe lê bide qebûlkirin.
Ku em encamê bi siyaseta îngiliz
ve girêdin; panjehra vê siyaseta îngiliz bûna
xwedî hêz û îrade ye. Helbet ji bo Kurdistana
Bažûr derfetên pir girîng hatine bidestxistin.
Divê ev bê tawîz bên parastin. Li hember
lokalîzekirina siyaseta emperyalîst divê
berjewendiyên biçûk nebin mebest, ji bo yekitiya
kurdan û bi gižtî berjewendiyên çar
parçeyên Kurdistan, bi taybet jî Kurdistana Bakur
bên parastin. Bi vî awayî žexsiyeta siyaseta
kurdan çêdibe û xwe dikare bide qebûlkirin.
Divê dek û dolabên emperyalîst û gefên
dewleta tirk neyên qebûkirin. Divê yekitî,
biratî û dostaniya bi kurdên bakur re û
destkeftên bažûr bên parastin.
Heke siyaseteke wiha bižexsiyet neyê
parastin di serî de federalîzm, her destkeftiyên
gelê bažûr dê di bin xetereyê de bin. Birayê
wan ên bakur her tim dê ji bo tasfiyekekirinê bên
bazarkirin û bi gižtî rewža bažûr her tim bi gef
û êrîžên tirkan, ereban û Îranê
re vekirî bin. Siyaseta ku Tevgera Azadî ya Kurdistanê
mežandiye û berxwedana Zapê nîžandaye ku bi vê
siyaseta biîrade, xwebawer, xwe spartî hêza gelê
xwe serkeftin mimkûn e. Ya xwe spartî hêzên
derve ne misoger e, seqet e. -Dawî-
This entry was posted on 29-03-2008 10:58. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 29-03-2008 10:58 Views: 58
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 58