• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Pirozbahiya Çarþema Serê Nîsanê
Pirozbahiya Çarþema Serê Nîsanê Binivîse E-posta
 
carsema-sor-hek.jpgMADÎ HURMIZ

Hemû cejnên êzdiyan girêdayî Xweda, gerdûn, xweza yê ne. Bi xwedîderketina van cejnan êzdayetî her kesî dewatî mîrovatî, wekhevî, rastî, aþtî dike û mirovahî bi xwezaya ku ew lê dijî ve dide nasandin, da ku mirov bi hevkariya xwezayê ve, bê ku denge xirab bike jiyaneke hevbeþ tevî hemû benda û xwezayê bi xwe bimeþîne.

Çarþema Serê Nîsanê yek ji van cejnan e û girêdayî xweza, afirandin û azadiyê ye, di baweriya ola ezdiyan yek ji cejnên herî pîroz e. Ji ber ku di vê rojê de Tawisî Melek cîhanê diafirîne.

Di "Qewlê aferînê" de wiha tê gotin:

"Xwedawendê min danî esas e

þemiyê lê kir kiras e

Çarþemê kir xilas e

Heft sed sal paþ ev sûr hat dira nikas e"

Pîroziya çarþemê gor qewla girêdayî roja avakirina cîhanê ye. Weke ku hêk cîhanê sembolîze dike, avakirin jî di vir de sembolî ye. Dibê mirov balê bide van yekan. Yekþem roja Rojê ye, duþem roja Heyvê ye, sêþem roja Mars/Nêrgal/Vêrtranga, çarþem roja Mêrkûrî/Melik Adî/Odîn/Gêrmês e, pêncþem roja Jûpîtêr/Mardûk/Hormozd/Mem Reþane, în roja Vênûs/Anahîd/Înana/Afrodîte, þemî roja Satûrn/Kronos/Zêrvan-Keyvana hwd. Di vir de çarþem girêdayî gerika Mêrkûri ye, xwediyê wî gerikî jî /Melik Adiyê ola êzdiyan e/ Odînê ewropiyan e, Gêrmêse mîtolojiya Yewnaniyan e, Totê mîtolojiya misiriyên kevnar e. Ev gerik a herî nêzîkî Rojê ye. Ji gerikên heft rojên hefta temsîl dike, ya herî dawî ango herî dûrî Rojê xwediyê roja þemî Saturn e. Di nihêrîna me de, di sêrî de li gorî baweriya êzdiyan Tawîsî melek ji gerîka Satûrn avakirinê dest pê dike, di dawî Mêrkûrî de bi dawî dike. Bi vî rengî Satûrn-çemiyê kiras lê dike, ber bi rojê ve avakirinê dewam dike. Di Mêrkûrî-çarþemê de avakirinê xilas dike. Piþtî van avakirina gerika, dora rojê dide zivirandin. Destpêka zivirandinê ji nûqta 1 nîsanê ango ji 21 adare dest pê dike, dema roj û þev wek hev dibin, û ji wê þûn de roj dirêjtir dibin. Xwedewendê wî mehê gor roma Marse, gor Ezdiya Ezazile, gor zerdeþtiya Vêrtrenga /Vêrtragna/ye, gor Hindiya Skanda ye. Nîþana van hersê xwedawendên ariyan teyra perþeng e, yanî teyra Tawîs e.

Mijareke din a girêdayî Çarþema Serê Nîsanê, cejna pêþerojê ya hatina Mahdî-Þerfedîne, yê ku êzdiyan rizgar dike, textê Meda ji dest dûmayên Sîltan Osman derdixîne, li Amedê datîne. Dibe mîrê hemû Adebiya (ariya) û jiyaneka wekhev ku gur û mî bi hev re bijî ava dike.

Qewlê "Xwedanê malê" da wiha tê gotin;

"Çax dibeje xane /De ji ser texte rabe Osman e/ Li rûyê vê meclisê de/ Bête hikûmeta Mehdi Zemane./

Beyta Þerfedîn ev dem bi Çarþemê Sere Nîsanê ve girêdide.

Çarþema Serê Nîsanê/ Þerfedîn mîra li dîwanê /Ev îda Kurdistanê /Gul û çîçek, cewsen û beybûn

Bi navê Xweda û Tawisî melek kiþiyane dîwanê. "

Ala Madî-Þerfedîn jî wek sê rengên hêka yên temsîliya sê demsalan jîndar dike, sor e, zer e û kesk e. Gul û çîçek, cewsen û beybûn - keç û xortên rûgeþ weke gula bixemilin, dor û hundîrê dîwanê Þerfedîn rewastiyayî ne. Xemilandina dorberê malê di cejna Çarþema Serê Nîsanê çiqasî girêdayî xemla xwezayê be, ji wê jî zêdetir girêdayî Gul û çîçek, cewsen û beybûnên bi navê Xweda û Tawisî melek kiþiyane dîwanê ne. Heman bi vî rengî her sê rengên hêk pê tên reng kirin jî wek rengê ala Madî-Þerfedîn sor e, zer e û kesk e, yê ku neteweya xwe mirî zindî dike û bi wî neteweyî cîhan ristem dike û neteweya xwe û gelên cîhanê bi aþtiyane derdixîne asteyeka din a mirovahiyê.

Pîroziya çarþemê di ola kurdan êzdiyetiyê de, wek pîroziyan e ji bo misilmanan e, þemî ji bo cihûyan e, yekþem ji bo xaçparêza ye.

Saljimara êzdiyan li gorî roj û heyvê ye. Çarþema Sor dikeve çarþema yekê ya meha nîsanê, li gorî salnameya rojhilatiyan. Yanî 14 meha nîsanê li gorî nîha, li gorî salnameya êzdiya 1 meha nîsanê ye . Ji ber ku ferqa navbera salnameya rojhilatiyan û Grîgoriyan 13 roj in. Ji ber wê jî Çarþemê Serê Nîsanê li gorî her salekî di nav rojên 14 - 20 digere. Ev cejn bi çend nava tê bi nav kirin. Êzdiyên bakûr, baþûr, baþûrar serê salê di meha nîsanê pîroz dikin û ev cejn bi navê Çarþema Sor an jî Çarþema Serê Nîsanê tê binav kirin. Êzdiyên Þêxan vê cejnê ji Çarþema Sor bêtir wek Sersal bi nav dikin. Êzidiyên Soviyêtê sersalê meha adarê pîroz dikin. Ji ber ku di qewlan de taybet bi navê serê salê bi navê Çarþema Serê Nîsanê ve paralêl nîn e, ji ber ku li gorî saljimara Meda û Babîliyan sersal ji yêkê nîsanê, ango 21’ê adarê dihate pîroz kirin, ihtîmala mezîn sersala êzdiyên Kafkasê dirustir be.

Navekî din ê vê cejnê, cejna Tawîsî Melek e. Li gorî baweriya êzdiyan di vê rojê de mîrê Meleka Tawîsî Melek dadikeve ser erdê, cîhanê avadike û her sal di vê rojê de dedikeve ser erdê, derê xezîna xwezayê vedike, jî hemû zindiyên bi liv û bê liv re xeml tîne, mirovan re risq, xêr û xweþiyê tînê.

Di her roja çerþemê de bawermendên ezdiyan cilê xwe nadirûn û naþon, avê li xwe nakin, rûyê xwe kur nakin, bi hevserê xwe nakevîne têkiliya cinsî. Bi taybet di rojên Çarþema Serê Nîsanê de ev guneha herî mezin e. Kesên ku vê rojê emrê xwedê dikin, li gorî baweriya êzdiyan bê mehkeme di bin parastina Tawîsî Melek de derbasî bihuþtê dibin. Yêzdî meha nîsanê "bûka salê" yan "bûka mehê" bi nav dikin. Ji ber ku nîsan bûka hemle ye, li ber zayînê ye, ji ber wê jî di vê mehê de, li gel êzdiyan cotkirina erdê, nêçîrvanî guneha herî mezin tê ditin. Heta di vê mehê de nazewicin û dewata nakin. Rojek berê çarþemê ezidî kiloç dipêjin, hêkan direngînin. Her rengek mena xwe heye. Hêka spiyê bêreng - temsîla zivistana jiyanê ditevîzîne dike. Jiyan wek mirî xuya dike, hema binamkirina erdê hêza wê ya vejînê bi hêztir dike. Heman demê jî zordestiya pir bihêz, sedema avabûna ruhê berxwedana pir bihêz e. Ji bo vê jî hemû hêviyê kurdan li gorî ola wan a kevnar û pîroz girêdayî bîhara bijiyan e. Dema tê gotin kurd bihar tê bîra mirovan, dema qehremanî dikeve bîra mirovan, beranê kovî tê bîra mirovan.

Ji 21’ê adarê ta 20 nîsanê, li gorî salnameya rojparêza ango êzdanparêza meha beran destpêka salê ye. A din li gorî ola kurdan êzdayetî; Dasinî, Zêrvanî, Mîtrayîzm û mazdayîzmê de, beran niþana rêberê di pêþerojê de bê ye ku yê neteweya xwe rizgar bike. Yanî ew rêber di birca beran de tê cîhanê. Hêk yek ji sembolên giranbuha ye ola êzdiyan e û di gerdûnê de hêk destpêka destpêkan e. Hêk giyana cîhanê û sira jiyanê ye. Rengê kesk temsîla mehên biharê ya zayînê ye, rengê zer temsîla meha havînê ya giyana berhemên zayînê ye, rengê sor temsîla payîzê meha kedê ya kom kirinê ye.

Evarê cîwan diçin deþt û çiyan gulên rengane kom dikin tînin malê. Berî ku roj hilbê êzdiyên ji her temenî diçin devera bi xûnava ve rû yê xwe diþon, çûnda ji zeviyên xwe ax tînin bi avê þil dikin û girika çê dikin. Gul û qalþikên hêkan bi van girikan ve dikin û bi girêkên amede kiri her derîkî bi sê girikan dixemilînîn.

Cejn dest pê dike. Xwarinên curbe-cur yên teybet têne çêkirin. Her mal sifira cejnê yên bi xwarinên taybet û bi fêkî û rez amedakiri radixin. Qurban têne dayîn. Qurban esas gerek beran be. Piþtre civak diçe ser merzelê miriyên xwe. Bi xwe re xwarinê taybet amade kirine, sawik û hêkên rengkirî jî dibin. Edeta wan xwarina li derdora, li belengaza parve dikin. Ev xwarinên tinîn ser mezela re dibêjin xêra miriyan. Mirov kom-kom diçin malên cîran û mirovên xwe cejna hev du pîroz dikin. Wek hemû cejna vê cejnê de nanekî taybet di rûnê heywanan qurban hatiye dayîn ve tê çêkirin. Ji wî nanî re dibêjin sewîk. Êzdî vî nanî didin hev du, yan nav belengaza wek xêr belav dikin. Vê rojê mast têne çêkirin û belav kirin.

Ev sedema sembolî wiha tê þîrovekirin. Di tasa sebrê de hin mast ango rastî û bawerî maye. Bi havêna vê mastê, ji þîrê xwezaya xwe ve cuda ye û hebûna xwe pir e, ji havêna ka kêm ji wî þîrê mast bi xwe çê dibe. Meyandin di vir de sembola hevgirtine, yekîtiyê ye, yanî þîrê dikare di her alî de biherike, bi mast tê meyandin û hevgirtî dimîne. Veguherî þîr ber bi mastbûnê sembola di riya hevgirtinê de vegera ser rastî û baweriyê ye. Yan ev tê mana rastî û bawerîya rast a hêzeka biçûk dikare hemû civak biguherî, bigîne hev û wekî wê mastê veguherî û vejîne. Mast bi rengê spî - sembola rastî û paqijiyê ye, bi havêna veguhernertiyê va - hêza guhartinê ye, bi tîrbûyîn û hevgirtina xwe - yekîtî û hevgirtine.

di heman demê de mast ev rastî û baweriya leþkerê Þerfedîne, þîr civaka belav e, meyandina þîr veguhertin û yekîtiya wê civakê ye.


18-04-2008 11:15 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 18-04-2008 11:15. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment. Last update on 18-04-2008 11:15
Views: 66    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;