• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow PDK û YNK çi dikin?
PDK û YNK çi dikin? Binivîse E-posta
 
Di nava van rojan de dîplomasiya li dijî PKK’ê gur dibe. Aliyekî gotinên Talabanî û li ser van gotinan, gumana ku hatina Talabanî ya Tirkiyeyê hîn dihat payîn, lê beriya wî Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê bi heyetekê hat Tirkiyeyê. Mijar jî dîsa li ser PKK’ê ye jixwe. Ji aliyê din jî Serokwezîrê Dewleta Tirk Erdogan ji bo ku tevli civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, bi Wezîrê Karên Derve re li Amerîkayê ye. Dîsa tê payîn ku Erdogan dîsa mijara PKK’ê bîne rojevê û dîsa di ber Amerîkayê de hêsiran bibarîne û stûyê xwe xwar bike.

Ji bilî van hevdîtinan tiþtekî balkêþ hate holê ku ew jî; vegotina parlemana Baþûrê Kurdistanê bû. Di vegotinê de daxwazên weke dewletên Tirkiye û Îranê anîbûn ziman û li dijî PKK û PJAK’ê vegotinên li ser dijminahiyê dîsa raxistin.

PDK û YNK bi salan e li dijî PKK’ê, bi dewleta tirk ve di nav hewldanan de bûn û gelek operasyonên dewleta tirk bi wan re li hember PKK’ê þer meþandin. Berpisyarê PKK’ê li baþûr digirtin û teslîmî dewleta tirk dikirin. Ev tevgerên wiha li dijî têkoþîna azadiya gelê kurd dida meþandin. Ev tevgerên hêzên baþûr heta sergirtina Amerîkayê ya li ser Iraqê dewam kir. Dema pergala partiya Beasê belav bû þûnve, PDK û YNK’ê li ser azadiya kurdên baþûr hinek gav avêtin, wekî tê zanîn ku dewletên weke Tirkiye, Îran û Sûriye li hember van destgirtiyên kurdan bertek nîþan dan û li hember PDK û YNK’ê ketin nav hewldanan.

Hîn çend roj berî niha, serleþkerê hêzên bejahiya Tirkiyeyê Îlker Basbûg, dîsa li hember hikûmeta baþûrê Kurdistanê bertek nîþan da û got; “Hebûna welatekî kurd a li bakurê Iraqê wê bo kurdên li nava sînorê me bibe mînak. Ji bo wê em tu caran ji çêbûna welatekî wiha re destûrê nadin û ji destê me çi bê em ê bikin”. Di van gotinan de aþkera xuya ye ku ne tenê ji bo PKK’ê dikevin nav hewldanan û dîplomasiya dewleta tirk ku dimeþîne dîsa ne tenê ji bo         PKK’ê ye.

Hikûmeta baþûrê Kurdistanê jî heke van tiþtan baþ analîz neke ew ê ziyanê bibînin. Û heke li hemberî van hewldanên dewleta tirk ew jî sekna xwe nîþan nedin û li dijî tevgerên neteweyî yên kurdan tevbigerin, bi navê dijî PKK’ê bi dewleta tirk re di nava hewldanan de bin ev destgirtiyên girtine jî wê winda bikin û wê dîroka têkoþîna gelê kurd wan her dem bi îxanetê bi bîr bîne. Heke Amerîka bixwaze jî pêwîst e hêzên baþûr careke din li hember azadiya gelê kurd neçêbûneke din nekin. Heta niha dewleta tirk ew qas bertek nîþandan, dewleta Îranê baþûr da ber bombeyan dîsa jî ka çi bi dest xistin? Em bêjin ku PKK û PJAK li baþûr nebe jî hewldanên van dewletan ên li hember kurdên baþûr nayên guhartin. Armanca wan a li ser baþûr a yekemîn ne PKK û PJAK e; di serî de azadiya baþûrê Kurdistanê ye.

Di binê van gotinên hikûmeta baþûrê Kurdistanê de ez bawer im tiliya Amerîkayê heye. Ji ber ku hikûmeta baþûr, bi serê xwe nikare bi carekê de ew qas vegotinên balkêþ bike. Ji hêla din ve jî heyeta ku ji Iraqê hat Tirkiyeyê, li ser mijara PKK’ê hat. Ji bo wê gumana pêvajoyeke nû heye. Ji bo wê hêzên baþûrê Kurdistanê heke tiþtekî wiha hebe pêwîst e wê pûç bikin. Jixwe derî li hember dewletên desthilatdar Tirkiye û Îranê vekin di serî de yên ziyanê bibînin ew in, destkeftiyên kurdên baþûr e. Ji ber ku dewleta tirk heta niha bi dehan operasyonên dersînor li dar xistin lê tu encam negirtin. Ji bo PKK û PJAK’ê tiþtekî ku were guhartin tune ye.

Li hêla din dibêjin ku bila PKK û PJAK ji baþûr derkevin; ez bawer im tu kes nikare wan ji baþûrê Kurdistanê derxîne. Weke birêz Bahoz Erdal got; “Em di welatê xwe de ne”. Çiqas mafê PDK û YNK’ê li ser wan xakan hebe, mafê PKK û PJAK’ê jî li ser van xakan heye. Heke PDK û YNK çiqas kurd bin û li Kurdistanê bin, PKK û PJAK jî kurd in û li Kurdistanê ne.

Heta ku dereng nebûye pêwîst e hikûmeta baþûrê Kurdistanê vegotina xwe ya li ser PKK û PJAK’ê sererast bike. Ji hêla din jî, fikara ku li dijî azadiya kurdan berdin û ji bo azadiya gelê kurd tevbigerin. Heke hikûmeta baþûr xwedî li soz û gotinên xwe yên beriya niha kiribûn dernekeve û gavên xwe þûnve bavêjin dê rûmeta wan li nav gel nemîne. Aliyê din jî dê wêrektiyê bide dewletên desthilatdar ên wekî Tirkiye û Îranê. Pêwîst e li ser referandûma Kerkûkê jî bisekinin û referandûmê di dema xwe de çêbikin. Pêwîst e dev ji feraseta ‘kurmê darê…’ jî berdin û pêþiya yekitiya kurdan vekin. Ji ber ku tirsa dijminên kurdan a herî mezin; ‘Yekitiya kurdan’ e.

BERWAR LEHENG


30-09-2007 08:58
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-09-2007 08:58. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 30-09-2007 08:58
Views: 164    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;