Her wekî hûn jî
dizanin di 21’ê meha sibata 2008’an de bi gotinên xwe
yên em ê “terorê” biqedînin dest bi êrîþa
gerîlayan kir. bi vê fikir û armancê bi dehan
teyare û balafirên xwe û bi hezaran leþkerên
xwe kete baþûrê Kurdistanê. Temamê dinyayê
jî dizane niyeta wan Mûsil û Kerkûk bû.
Lê ji bo wê jî qedandina “teror”ê lazim
bû.
Lê belê hefteyekê li
ber xwe dan û piþtre revî revî þûnve
vegeriyan hatin. Çend gerîla û gelek leþker hatin
kuþtin.
Dû re serokwezîr got, “Ez
hemû leþkeran pîroz dikim. Me ‘teror’ qedand. Niha
jî em hewl didin ku pakêtên aboriyê vekin. Em
ê her kesî bi nan û av bikin.”
Gelî kurdno, nêçîrvanên
li hêla cemseran(kutup) dijîn dema dixwazin nêçîra
hirçan pêk bînin satoreke mezin û dirêj
û devê wê jî ji cilêtê tujtir di
nav cemedê de diçikînin. Hinek xwîn û
goþt jî bi devê satorê didin, pê ve
diqerisînin.
Dema ku hirç tê wê
satorê dialêse, xwîn û goþtê pê
ve vediçire zimanê wê jê dibe û tîj
tîjî dibe. Ji wê birîna wê xwîn
dikiþe. Lê çima ku devê wê tije xwîn
dibe û tehmeke xweþ dide devê wê, nizane ku xwe bi
xwe xwîna xwe dimije û dialêse. Ji bo ku zikê
xwe têr bike bi wî awayî alastina xwe berdewam
dike. Hetanî ku xwîna bedena wê vala dibe û
serê wê gêj dibe û çavên wê
reþ û tarî dibe dikeve û dimire.
Dûre nêçîrvan
diçin post dikin û tînin postê wan difroþin.
Bi van pakêtên aboriyê
dikin me bixapînin û wekî hirçê xwîna
me bime bidine mêtin û me pê bêrûmet û
mirar bikin. Di dawiyê de ez we hiþyar dikim û dibêjim
pêþiyan gotiye: “Bila pariyê mirovan nîvcû
be, bila rûmeta mirovan li cih be” Ji bo wê çavbirçîtî
nekin û destê xwe dirêjî wan pakêtên
wan ên pîs nekin û xwe neherimînin.
Dîsa pêþîyan gotiye:
“ Goþtê însan ne tu tiþtek e ku postê wî
jî tiþtek be”
Hûn dizanin… nebêjin
negot, ev e min ji we re got.
This entry was posted on 31-03-2008 11:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 31-03-2008 11:14 Views: 34
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 34