• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
9
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Newrozname
Newrozname Binivîse E-posta
 

MERDAN NEWAYÎ

Rûkena min, delala xalê xwe bila cejna te û ya hevalan jî pîroz be berxê. Ez nizanim vêga tu li avaciyan an li xerabciyan î. Tu li serê çiyan yan li binê þikeftan î. Tu têr î yan birçî yî. Bi cil î yan tazî yî. Bila devê min biþkê ez nizanim tu sax î yan ligel þehîdan î kezebê!

Bi hêviya ku bibe dûa û biqebile Cejna We Pîroz Be.

Newroz e yan noroj e kes nizane; li hêleke welatê min cejn e, li hêla din girîn e. Îd û sersalên xelkê bi coþ û þahî ne, di qirna çardehan de yê me kunde-kurdên belengaz hê jî bi serhildan û raperînan in. Dagirkerên Kurdistanê nemaye goþtê laþê xwe bixwin ew çend har û çavsor bûne, dev ji malmîratiya xwe berdane dû bi herimandina Newroza me ketine.

Xezal, min ji hevalan þerm e ku cejna te pîroz bikim, li min negire!

Rûkena min, delala xalê xwe bila cejna te û ya hevalan jî pîroz be berxê. Ez nizanim vêga tu li avaciyan an li xerabciyan î. Tu li serê çiyan yan li binê þikeftan î. Tu têr î yan birçî yî. Bi cil î yan tazî yî. Bila devê min biþkê ez nizanim tu sax î yan ligel þehîdan î kezebê!

Ev çi karesat e, çi sosretî ye, ev çi bêolî û bêxwedatiya kesî nedîtî ye. Ev çi kenegirî, cejneþîn û þîneþahî ye Xwedayo, qurbana rehma te bûmo, ma êdî ne bes e, çi li me qewimî, ev gunehê me çi bû, çi li me ciriya ji bo sufyanî û tîraniya van tûraniyan nîþan bidî te em kirine qurbanî! Van bêbavan em tefandin. Ne keç ji me re hîþtin ne law. Van xweþikên ku tayeke biska wan hêja ye malê dinê,van qeþengên ku mirov ji Xwedê xof dike li nava çavên wan binihêre bi bêbextî didin erdê, ezîzên ber dilên me qelandin.

Gelo Xwedayo rojek heye ku Newroza nûroj bê. Kelegerma dilê dayikên kezebþewitî agirê vê dojeha sotîner bitefîne. Roj agir berde guliyên xwe. Kulîlk û pirpizêk ken bi coþin. Çûk bê tirs biçîkin. Zarokên têrþîrxwarî destekulîlkên bi keskesoran aliyayî bidin destê abîdeyên rûmetê, þêrlehengên ji Zap û Qendîlê ve werin. Poseîdon lêborîna xwe ji Ahura Maxda bixwaze. Xwedawend bi dizba xweþiyê bikevin… Ez delala xwe, Rûkena xwe, þîrîna xwe , ezîza xwe, lehenga xwe, sosin, binevþ, rihan, nêrgiz û beybûna xwe… keybanû, gulperî, horî û ferîþteya xwe himbêz bikim, bêxim nava kezaba xwe. Û rabim bi don û teniya heft agirên newrozê ruyê xwe tenî bikim, bibim qirdik û kêfa zarokên Kurdistana xwe bînim.

Baxizî ne baþ e. Bila dinya ava be, em jî wekî herkesî di navê de bijîn.

Xizna Xwedê tijî ye. Bi bêsebriya kulîlkên behîvan, bi tewazûya binevþ û þilêran, bi masûmiyeta zarokên þîrmij, bi pîrozweriya nan û avê, bi helwesta lavlavkê, bi israra pirparê.. bi hewar û gaziya enbiya, esfiya, ewliya, þêx, miþayix, ziyaret, urt û ocaxan em deþt û dilê xwe li ber rehma rebbê izzetê vedikin da ku Newroza 2008’ê bibe destpêka rojên xweþ, mizgîniya xêrê, fereca sibê, wesîleya yekîtî û tifaqa kurd û kurdistaniyan.

Newroza we pîroz be, ax û xwelî, teht û zinar, lat û çiyayên welatê min.

Newroza we pîroz be, gil û giya, gul û kulîlk, dehl deviyên welatê min.

Newroza we pîroz be, teyr û tilûr, ajal û sewal hemû giyanewerên welatê min.

Newroza we pîroz be, zar û zêç, xort û ciwan, jin û mêr, pîr û kalên welatê min.

Newroza we pîroz be kurdîstanîno.

Newroza te pîroz be Kurdistana min.

 


 



 

 

26-03-2008 10:37 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-03-2008 10:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 26-03-2008 10:37
Views: 46
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;