Dema mirov jiyana rojane dinêrê,
mirov gelek zêhmetî û zordariye dibînê.
Sedemên van zehmetiyan jî polîtîkayên
kirej e yên hikûmeta îro li ser kar e. Dema mirov
bala xwe didê ser revebirina ve hikûmetê, mirovê
bizane çiqas jiyana rojane xistiye nav zehmetiyan.
Dema ev hikûmet piþtî
hilbijartinan, desthilatdarî xist destê xwe û dest
polîtîkayên xwe yên xapandina aborî û
nûsaziyan (reform) kir mixabin îro ew gotinên wê
yên ji rezê yek û yek vala derdikevin peþberî
me. Digot ez ê ciwanên be kâr re cihe kargeha vekim
û eze kâr zêde bikim; an jî digot ez ê
pereyên kal û pîran zede bidim û nûsaziyê
di warê tendûstriyê de bikim. Bes ev gotinên
wê berevajî derketin û îro bêtalî
û xîzanî zêde bûye. Mirov îro
bala xwe bide ekonomî ango aboriya Tirkiyeyê mirov dê
vê ketinâ aborî, bêtalî û jiyana
giran ber çavan bibîne. Gelo hûn dizanin îro
çiqas lazimiyen rojane buha bûne û ev pereyên
mirov di mehekî de bi dest dixe êdî têra
mirov nake. Xwediyê desthilatdariyê ji ber ku hin deng
bigire dest avêt meqarne û komira belaþ belav dikir, me
nedigot gelo ma ne wan perê van tiþtê rojekî ji me
bistîne; ev e binêrin buhayê wan çawa çedikê
û ji me ve dike.
Berî dema desthilatdariya AKP’ê
buhayên lazimiyan:
1.kg rûn…………………….
3 ytl
1.kg þekir………………… 2 ytl
1.kg meqarne…………. 1 ytl
1.kg birinc………………. 1.2 ytl
1.kg savar………………….1 ytl
1.kg nîsk…………………….1
ytl
Dema îro de ev tiþtê em
binêrin çiqas buha hatiye ser kîloyekî.
1.kg rûn…………………….
3.4 ytl (yek teneke 70 milyon)
1.kg þekir………………… 3.3
ytl ( yek çiwal 40 milyon)
1.kg meqarne…………. 1.5 ytl (yek
çiwal 7 milyon)
1.kg birinc………………. 1.5 ytl
(yek çiwal 40 milyon)
1.kg savar………………….1.2 ytl
(yek çiwal 40 milyon)
1.kg nîsk…………………….1.6
ytl yek çiwal 45 milyon)
Hûn dibînin ku çiqas
cudahî çêbuye ango sêdî 30-35 zêdeyî
bûye. Dema hikûmetên din de, lazimiyan zem
bixwarana digotin em ê filan tiþtî sedî hin lê
zêde bikin, mixabin ev hikûmeta desthilatdar bê
deng ev zem li gorî keyfa xwe li cem xwe çêdike û
dema mirov ji xew radibe mirov dibîne her tiþt wa ye gûheriye.
Derbeya herî giran jî herema kurd lê dijîn
xwariye. Ji ber ku her mal xwedî þeþ-heft zarokan e û
dema herin sûkê û lazimiyen xwarine bikirin lazim e
ne bi kîloyan, bi çiwalan bikire. Dema çiwalek
þekir, nîsk an jî birinc kirî li gorî dema
borî 10-15 lîrayan zêde dide. Ev sedem jî
feqîrî û xîzaniyê jî xwe re tînê.
Ev serê çend rojanê
ciwanên herêmên Cizîr, Nisêbîn,
Silopî û çend deverên din, ber bi bajarên
wek Stênbol, Îzmir û Edeneyê ve diçin
bi karê destan debara xwe bikin. Ev cudahiya navbera herêman
de rastiya her tiþtî dane ber çavên mirov. Jixwe
digotin em ê deriyê sînorê Xabûr em ê
xweþ bikin û debara vê herêmê sedî sed
zêde bikin. Ev li ber çavan e ku çawa hatî
bi zêde û bi îstihdamkirin. Pêwîst e em
vê cudahiya di navbera herêm û mirovan de baþ
nîqaþ bikin û bizanin ev hikûmet ji xwe de tu
meqarne û komirê belaþ nade tu kesî; yê bi
kevçî bide û hesk bistînê.
Divê gelê kurd baþ bizane
ku kes hale vî gelî nizaneû tu kes ji vî gelî
re nebûye alîkar û ji vir pê de jî kes
nabe alîkar. Ev li ber çavan e ku çawa me
dixapînin ji ber ku rayan ji me bigirin. Hê em dereng
nemane bila li bîra me bê ku çawa li ser me
lîstoka dileyîzin. Gelo çima kurd diçin
karên destan di nav bajarên tirkan de dikin. We tirk di
nav herêmên kurdan de bi karên destan debara xwe
kirî dîtine gelo! Çima em nav tirkan de dixebitin
û ew di nav me de naxebitin? Çima her dem em kurd dibin
karkerê karê xelkê? Bersiva wê hûn
bidin.
This entry was posted on 30-03-2008 10:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 30-03-2008 10:27 Views: 51
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 51