Li Îranê demokratîkbûyîn
roj bi roj dikeve rojevê. Kevneþopiya xurt a dewleta klasîk
êdî bi zehmetî bi serdemê re li hev dike. Li
cem xelkê Îranê heyecan û hêviyên
demokratîk zêde dibin. Piþtî Iraqê
federalîzma demokratîk dikare ji bo Îranê jî
bikeve rojevê. Îran ji parçebûnê
zêdetir xwezaya wê li gorî federalîzmê
ye. Di kevneþopiya dewletê ya 2500 salî de hêmanên
biþibin federalîzmê serdest in.
Eger hêviyên
gel ên zêde dibin bi federalîzmeke hemdem re bibin
yek, Îran dikare li herêmê bibe federasyona
demokratîk a herî xurt. Dikare bibe Rûsyayeke
duyemîn. Li dijî zextên DYA’yê yên
zêde dibin, di þûna helwesteke Sedamwarî de
gavavêtina ber bi federalîzmeke demokratîk ve
dikare ji bo Îranê bibe alternatîfeke mayînde
û rastîn. Wexta dîn pir zêde siyasî
dibe bandoreke neyînî li ser demokratîzebûnê
dike. Bandora îdeolojiya dînî dikare berovajî
lê vegere. Çanda Îranê li gorî
demokratîkbûyînê ye. Kevneþopiyên wê
yên dîrokî, ji Zerdeþt heta Mazdek, ji Babek heta
Hesen Sebah gelek kesayetên dîrokî ji çanda
demokrasiyê re bingeh amade kirine.
***
Piþtî belavbûna
Împaratoriya Osmanî Kurdistan hê zêdetir
parçe bû û ket nava þîdet û
dijwariyê. Îngilistan û Fransa wekî hêzên
nû yên mêtinger û emperyalîst di
nexþeya Rojhilata Navîn de li ser Kurdistanê sînorên
Komara Tirkiyê, Þahîtiya Îranê, monarþiya
Iraqê û serweriya rêveberiyên Sûriye-Fransayê
xêz kirin. Ya rastîn, ev xet li ser Kurdistanê ferz
kirin. Di bin rejîmên nû de berjewendiyên
tebeqeya jor a kurdên hevkar gelekî teng bûn, ji
lew re bi hewesên berê yên otonomiyê û
piranî bi tevdanê serî rakirin, vê yekê
jî bi xwe re teror dijwar kir. Serhildanên ku pêk
hatin, ji xurtkirina daxwazên netewî û demokratîk
dûr bûn. Ji ber ku feodalên kurd ên hevkar
rewþa xwe ya berê ya cihêwaz ji dest dabûn û
ji van rejîmên nû para xwe dixwestin. Rejîmên
nû yên ketibûn bin tesîra îdeolojiya
netewparêz a xwe dispêre kapîtalîzmê bi
fanatîzma dewleteke unîter, yek ziman û yek netew
radibûn, ji vê yekê jî para kurdan ji her
demê zêdetir înkar, zordarî, di dema
serhildanê de komkujî û asîmîlasyona bi
zorê diket. Kurd bi van polîtîkayan di tariya
serdema navîn de dihatin hiþtin. Kurd tam xistibûn
cendereyekê. Mirov dikare bibêje; li dunyayê piþtî
cihûyan di çarçoveya herêmî de herî
zêde terora neteweparêziya þoven, li ser etnîk û
hebûna kurdan hatiye meþandin. Kurd ji ber ku ji aliyê
xayînên xwe yên hevkar ve di nav paþverûtiya
feodalîzmê de hatin terikandin û nekarîn
maneyê jî bidin tevgerên demokratîk ên
netewî yên hemdem, di sedsala 20’emîn de rewþa
kurdan bû yek ji rûyên kirêt.
***
Þahîtiya Pehlewî ya li
Îranê wekî xanedaniya împaratoriyekê
mezin bû, kiryarên wê ji yên Komara Tirkiyê
ne cuda bûn. Ji serhildana Simko Îsmaîl heta Komara
Kurd a Mehabadê tevgera kurd ku xwe dubare kiriye, bi heman
sedemên îdeolojîk û çînî
li tasfiyekirinê qewimandine. Di dawiyê de rejîmeke
terorê ya xwedî helwestên neteweparêz ên
faþîstî xweser li sedsala 20’emîn ferz kirin. Li
ser Kurdistana Iraq û Sûriyê, kiryarên
Îngilistan û Fransayê xwe spartibûn xanedanên
hevkar ên ereb, bi heman awayî rejîmên zordar
û kedxwar ferz kirin.
***
Komara Tirkiyeyê di pêvajoya
damezirandinê de kurd wekî hêmanekî bingehîn
nirxand, lê paþê bi sedema serhildanan di bin nasnameya
xwe de ew bi tevahî li derveyî siyaset û huqûqê
hîþt. Ev her çend li gorî wê demê –
konjonkturel – maneyeke wê hebe jî, dema bû wekî
prensîbeke dewamî, bû xeta yan jî þaþiyeke
xeternak. Îdiaya min ev e; hêzên emperyal, nakokiya
ji vê þaþiyê derketiye holê, wê ji bo
kurdên xwe bi kar bînin û wê ji bo
rêveberiyên tirk, îran û ereb hê
zêdetir bi xwe ve girê bidin, bi kar bînin ku li
ser berjewendiyan bi van rêveberiyan re li hev nînin,
eger ev jî nebe ji bo bêtesîr bike, di þexsê
min de tasfiyekirina alternatîfa azadiyê ya Kurdên
kedkar û xizan bi zanebûn hedef girtin. Berhemê
yekemîn ê vê nakokiyê avahiya Federe ya Kurd
li Bakurê Iraqê ye, yên din jî wê pêþ
de bixînin. Rêveberiya Tirkiyê kengê Îranê,
Sûriyê û hin erebên Iraqê bide kêleka
xwe û bi ser kurdan ve biçe ha wê wextê
dikeve xefik û dafikê. Nexweþiya ereb û Îranê
jiya tirkan dîrokîtir e û baþ tê zanîn.
Piþtî ku berê kurdan bidin ser tirkan wê hin
pirsgirêkên dîrokî ji nû ve bêne
zindîkirin. Di nav van pirsgirêkan de wê Îyonya,
Ermenistan, Gurcistan, Îran û heta îdiaya Torosan a
ereban bikevin rojevê. Di vê rewþê de wê
statuya tirkan daxînin sedsala þanzdehemîn.
This entry was posted on 18-04-2008 11:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 18-04-2008 11:54 Views: 157
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 157