• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Çarþem
14
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow KTAO: Jiyana Ocalan di xeterê de ye
KTAO: Jiyana Ocalan di xeterê de ye Binivîse E-posta
 
imrali555.jpgBEHDÎNAN / ANF - Komîteya Tenduristî û Azadiya Ocalan ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî rapora CPT’ê ya der barê Ocalan de aþkera kiribû nirxand. Komîteyê da zanîn ku sîstema Girava Îmraliyê li ser bingeha bi mîlîm mîlîm kuþtina Ocalan hatiye sazkirin.

Komîteyê bal kiþand ser rapora CPT’ê der barê rewþa Ocalan de, di 6’ê adarê de aþkera kiriye û got: “Rapor di cihê rastiyan bîne ziman û hesasiyetên gelê kurd li ber çavan bigire de, rastî berevajîkirine û hesasiyetên dewleta tirk li ber çavan girtine.”

Komîteyê bi bîr xist ku Ocalan bi komployeke navneteweyî hatiye girtin û got: “Bi dîl girtinê ji aliyê wateyê û piþtre jî bi dayina cezayê îdamê, xwestin bi awayekî fîzîkî Rêberê me tune bikin. Lê belê di serî de berxwedana Rêber APO û têkoþîna gel û Tevgera Azadiya kurd, ev plan pûç kir. Li ser vê jî, plana mîlîm mîlîm kuþtinê xistine dewrê. Sîstema Girtîgeha Îmraliyê jî, li ser bingeha mîlîm mîlîm kuþtina Rêberê me hatiye saz kirin.”

Komîteya Tenduristî û Azadiya Ocalan destnîþan kir ku, ji ber pêkanînên taybet, tenduristiya Ocalan xera bûye û wiha got: “Piþtî ku parêzerên Rêber Apo, bal kiþandin ser jehrdayinê gelê me li hundir, derve û li hemû qadan dest bi çalakiyan kirine û daxwaza tedawîkirinê anine ziman. Li ser vê jî, hikûmeta tirk bêyî ku lêkolînekê pêk bîne, hewldana jehrdayinê red kiriye. Piþtre heyet þandiye û vê heyetê jî, li gorî daxwaza hikûmetê raporek amade kiriye.”

Komîteyê anî ziman ku, li ser têkoþîna gelê kurd, Komîteya Pêþîgirtina li Îþkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT’ê di gulana 2007’an de heyetek þandiye Girava Îmraliyê û got: “Heyeta CPT’ê Rêber APO kontrol kir. Lê belê ligel hemû bangên Tevgera me û gelê me, encama raporê her tim paþde xistin. Piþtî 9 mehan, bi erêkirina hikûmeta tirk, rapor aþkera kir. Ev nêzîkatiya CPT’ê nayê qebûlkirin. CPT’ê bi vê helwesta xwe, hesasiyetên kurdan li ber çavan negirtin û îspat kir ku, wê hesasiyetên dewleta tirk esas girtine.”


‘Bi çi pîvanê jehrdayînê red dikin?’

Komîteyê bi bîr xist ku, CPT’ê tespîtên doktorê jehrnas Pascal Kîntzîn ên wekî elementên krom û stronsiyûm ên jehrdayinê nîþan didin, qebûl kiriye, lê belê der barê ev element ji ku û çawa hatine de, tu agahî nedaye. CPT’ê hem tu agahiyan nade û hem jî dibêje jehrdayin nîn e. CPT’ê li gorî kîjan pîvanan jehrdayinê red dike.


‘Sîstema milîm milîm ber bi mirinê ve’

Komîteya Tenduristî û Azadiya Ocalan da zanîn ku, êdî we jehrdayinê nîqaþ nakin û got: “Ji encama 2 raporan jî diyar dibe ku, jehrdayin heye. Madeyên di bedena Rêberê me de, ji ya normalê zêdetir in. Lewma jiyana Rêberê me di talukeyê de ye. CPT’ê bi xwe jî, behsa nexweþiyên kezeba Rêberê me kiriye. Dîsa xwestiye di her sê mehan de carek ji xwîna Rêberê me mînak were girtin û encama lêkolîna wê jî, ji wan re were þandin. Ev hemû jî, rewþa cidî ya tenduristiya rêberê me nîþan didin.”

Komîteyê, li Girava Îmraliyê bi mîlîm mîlîm kuþtina Ocalan, wekî cînayetekê bi nav kir û ji saziyên navneteweyî xwest ku nebin hevkarê cînayetê û ji gelê kurd jî xwest ku, pêngava ‘Êdî bes e’ û ‘Bi rêber bijî û bide jiyandin’ Newrozê pîroz bike û careke din dilsoziya xwe ya bi Ocalan re bîne ziman.


20-03-2008 10:22 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 20-03-2008 10:22. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 20-03-2008 10:22
Views: 114    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;