• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Kî terorîst e
Kî terorîst e Binivîse E-posta
 
polis-sidet.jpgEMÎN USLU

Partiya AKP ê di sala 2002’yan de bû desthilatdar. Di sala 1999’an de li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCALAN pêvajoyeke nerm û aþtiyane dest pê kiribû. Di destpêka desthilatdariya AKP’ê de zext û tecrîta li ser birêz Ocalan dijwartir bû. Di serî de hevdîtina wî, bi parêzer û malbata wî re ji heftê du caran daket heftê carê û ew jî bi piranî asteng kirin. Di nava tecrîdê de bi cezayê tecrîdê hate cezakirin. Bi kamerayan her liv û tevgera wî hate qeyd kirin û þopandin. Ev zext û zordariya gihîþte asta jehîdanê.

Gav bi gav wek bûyera alê ya Mêrsînê li gelek deveran provakasiyon pêk anîn û bi boneya van bûyeran êrîþ birin ser gel û bi van êrîþan gelek mirov kuþtin, birîndar kirin, girtin û îþkence kirin. Bi vê helwesta þerxwaz pêvajo ber bi têkçûna agirbestê ve çû. Operasyon zêde bûn. Li ser tevgera azadiyê siyaseta tasfiyekirin û tunekirinê û li ser gel jî siyaseta çewsandin û teslîmgirtinê zêde bû. Li ser daxwaziya serokwezîr (di bûyerên Amedê de gotibû çi jin çi zarok hêzên ewlekariyê çi pêwîst be wê bikin.) jin û zarok jî di nav de insanên me dan ber guleyan, mîna bûyerên Amed, Þemzînan, Newroza Wan, Sêrt, Geverê û hwd. Îro jî Sakarya û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê...

Ji aliyekî ve serokwezîr mîna ku bixwaze pirsgêrêkê çareser bike helwest nîþan dide, (mînak di axavtina xwe ya Amêdê de gotibû “pirsgirêka kurd heye û pirsgirêka min e…”) ji aliyê din ve jî ji bo ku nîjadperestiyê berz bike û ji vê nijadperestiyê sudê bigire bi CHP û MHP’ê re dikeve nava pêþbirkê. Dîsa ji bo ku xwe bi artêþ û nîjadperestan þîrîn bike partiya DTP’ê her dem nîþan dide û dibêje “ger hûn bi hev û din re nebêjin terorîst ez we nas nakim” Lê ji aliye din ve jî bi cîgirê xwe wek Cemîl Çîçek û Serokê Parlamenê re û heta bi serokomarê xwe re dibêje bi heyeta DTP’ê re rûnin.

Dîsa ji bo îmhakirina gelê kurd û Tevgera Azadiyê bi artêþê re ji hev kir. Artêþ sor kir çi li derveyî sînor çi li hundir gund û çiyayên Kurdistanê dane ber top û gulan û hê jî ev êriþkariya hovane didome.

Bi kurtasî di dema hukûmeta AKP’ê de erîþên li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê gihîþt asta wehþetê.

Gelo AKP dixwaze bi van êrîþan çi bike?

Wek tê zanîn AKP partiyeke îdeolojîk e. Li berî 12’ê Îlonê jî vê îdeolojiyê dixwest ku pergalekê li gorî xwe biafirîne. Îro bi piþtgiriya DYA û YA’yê ev derfet bi dest xistiye. Dewleta kûr jî ji bo ku þerê li dijî gelê kurd berdewam bike û gelê kurd tune bike çavê xwe jê re girtiye. Bi baweriya min bi giranî sîstema xwe pêk aniye. Ji ber ku di serîde walî, midûrên ewlekariyê û burokrat bi polîtîkayên AKP’ê ve girêdayî ne. Mirov dikare di bûyera Sakaryayê de vê rastiye bi awayekî zelal bibîne.

Gava ku mirov bala xwe dide van dîmenan dikare bipirse. Gelo terorîst kiye? Yên ku gelê kurd bi her rê û rêbazê dixwazin tune bikin û milê zarokên wana diþikînin, bi copan li jinên wan, kal û pîrên wan didin û li welatê xwe jî wana lînc dikin; yan jî, yên ku li dijî van hovitiyana gelê xwe diparêzin û ji bo azadiya wî gelî têdikoþin?

Ji kerema xwe re hûn bersivê bidin.


06-05-2008 12:45   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 12:45  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 12:45
Views: 41
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;