• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Žemī
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Ji partī, rźxistin, sazī siyasetmedar, rewženbīr, nivīskar ū hunermendźn kurd re
Ji partī, rźxistin, sazī siyasetmedar, rewženbīr, nivīskar ū hunermendźn kurd re Binivīse E-posta
 
tzpkurdi-logo.jpgTevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZPKurdî) bi mebesta Roja Zimanê Kurdî bangawaziyeke ji bo raya gižtî ya kurd wežand. Em jî vê bangawaziya girîng bi we re parve dikin.

“Ziman nasname, rûmet û hebûna gelekî ye. Her çiqas di têkožîna 30 salan de wekî gel li gorî ku tê xwestin me zimanê xwe neparastibe û em lê xwedî derneketibin jî, wek xwerexnedayîna vê kêmasiyê ev ji du salan zêdetir e ku em wek TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) bi awayekî sîstematîk û rêxistînî xebatên zimanê kurdî dimežînin. Di vê demê de, tevî hemû bêderfetî û kêmasiyên xwe TZPKurdî li gelek bajar û navçeyan xwe bi rêxistin kiriye, ji bo parastin û pêžvebirina zimanê kurdî xebatên gelek birûmet kirine û serkeftinên mezin bi dest xistine. Lê belê hatiye destnîžankirin ku zimanê kurdî tenê bi TZPKurdî nayê xilaskirin. Jixwe pirsgirêka ziman ne tenê pirsgirêka hin kes, sazî û rêxistinan e, berevajî pirsgirêka gel û neteweyê bixwe ye. Wê gavê çareserkirina vê jî dê bi pižtgirî û hevkariya hemû sazî û dezgehên kurdî çêbibe. Heta ku hemû sazî û dezgehên kurdî di vî warî de proje û bernameyên xwe diyar nekin û bi awayekî aktîf li zimanê kurdî xwedî dernekevin, xilasbûna zimanê kurdî jî ne gengaz e.


Pižaftin û xwepižaftin bipêž ket

Ji roja avabûna xwe heta îro TZPKurdî ji bo parastin û pêžvebirina zimanê kurdî gelek caran bi saziyên sivîl û demokrat ên kurd re dan û standin kirine, ji bo pêžvebirin û parastina zimanê kurdî gelek biryar girtine. Lê belê ev biryar ji aliyê sazî û dezgehên me ve pêk nehatine û ji bo parastin û pêžvebirina zimanê kurdî tižtekî berbiçav nekirine û hesasiyeteke manîdar nîžan nedane. Bi vî rengî pêžî li pižaftin û xwepižaftinê nehate girtin. Berevajî pižaftin û xwepižaftin hîn bipêž ket.


Perwerdehî ferz e

Gelek zanyar û zimanzanan desnîžan kirine heke ku pižaftin û xwepižaftina li ser zimanê kurdî têk neçe, zimanê kurdî bi zagonên fermî neyê parastin û zimanê kurdî nebe zimanê bazar û perwerdehiyê û di cihên fermî de neyê bikaranîn dê di nava 30 û 50 salan de ji holê rabe. Niyet çi dibe bila bibe ev sekna saziyên me -ku sedemê hebûna xwe dispêrin gelê kurd- ya li hemberî ziman û nirxên neteweyî (çandî, hunerî wêjeyî û hwd.) bivê nevê xizmetê ji polîtîkayên jiholêrakirina ziman û nirxên neteweya kurd re dike. Sekneke berevajî vê yekê, dê ziman û nirxên neteweyî bigihîjîne asteyeke herî jor ku ziman û nirxên neteweyî layîqî wê ne. Dê li Tirkiyeyê zimanê kurdî wekî zimanê fermî yê duyemîn bide pejirandin. Her wiha dê pêžiya siyaseta kurd û gelek xebatên din veke. Yanî hebûn û tunebûna zimanê kurdî jî û ya nirxên neteweyî jî di destê me de, bi taybetî jî di destê sazî û dezgehên kurdan de ye. Baž an jî nebaž berpirsyarê her du encaman jî sazî û dezgehên kurd, ango em bixwe ne.


Roja Zimanê Kurdî

Weke ku tê zanîn KNK’ê du sal berî niha 14’ê Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” îlan kiribû. TZPKurdî jî di konferansa xwe ya 1’em de tevî îlankirirna “Roja Zimanê Kurdî” ya KNK’ê 14’ê Gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û biryar da ku her sal 14’ê Gulanê wekî cejn bi žahî û bernameyan pîroz bike. Ji bo ku “Roj û Cejna Zimanê Kurdî” di nava gel de bê qebulkirin û bi awayekî což û girseyî bê pîrozkirin, divê ku berî her tižtî sazî, dezgeh û pêžengên civaka kurd vê rojê qebul bikin û wekî cejnekê pîroz bikin. Ji ber vê yekê bar dikeve ser milê hemû sazî û dezgeh û pêžengên civakê, ku ew jî li vê rojê xwedî derkevin, bi wesîleya vê rojê peyam biwežînin, daxuyanî û îlan bidin rojnameyan û hwd. Ev yek hem peywir hem jî hewcedariyeke neteweyî ye. Bêguman nêzîktêdayîneke bi vî rengî dê bibe sedem ku gel jî vê rojê bipejirîne û li vê rojê xwedî derkeve. Bi taybetî jî peyama “Cejna Zimanê Kurdî” û nêzîktêdayîna pižtî vê peyamê dê bandoreke gelek baž li ser gel çêke.


Li zimanê kurdî xwedî derkevin

Ji ber vê yekê em ji hemû sazî, partî, rêxistin, siyasetmedar, rewženbîr, nivîskar û hunermendên kurd dixwazin ku li “Cejna Zimanê Kurdî” xwedî derkevin û bi wesîleya “Cejna Zimanê Kurdî” peyam biwežînin, her wiha hemû sazî û rêxistinên girêdayî xwe di vê mijarê de hižyar bikin û ji niha û pê de di xebatên xwe de zimanê kurdî esas bigrin û ji bo pêžvebirin û parastina zimanê kurdî hesasiyeteke herî baž nîžan bidin. Her wiha em hêvîdar in ku polîtîka, plan û projeyên xwe yên ji bo parastin û pêžvebirina zimanê kurdî ku heta niha nehatine zelalkirin, zelal bikin û têxin pratîkê.

Bi van hest û ramanan em “Cejna Zimanê Kurdî” li hemû sazî, partî, rêxistin, siyasetmedar, rewženbîr, nivîskar, hunermend û gelê xwe pîroz dikin, tevî rêz û silavên xwe serkeftinê dixwazin.”

TZPKurdî

(Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî)


09-05-2008 09:10 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 09-05-2008 09:10. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 09-05-2008 09:10
Views: 56    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;