Kurdî Der'ê di 13'ê
Avrêl'ê de paneleke bi mijara "Ziman û
Siyaset" li dar xist.
Panela ku bi tevlîbûneke
xurt a gel pêk hat, panelistên panelê jî
siyasetmedar Leyla Zana nivîskar Gulçîçek
Gunel Tekîn û rojnameger Tayip Temel bû.
Axaftina vekirinê ya panelê
ji aliyê serokê Kurdî Der'ê M.Mazhar Aktaþ
ve hat kirin.
Aktaþ bi kurtasî got serokwezîrê
Tirkiyê Erdogan ji bo tirkên Almanyayê dibêje
asîmîlasyon ango biþaftin sûc e, sûcê
mirovahiyê ye û ji bo 25 milyon kurdên li vî
welatî xwedî helwesteke berevajî ye. Çawa ku
serokwezîrê Awusturalyayê Kevîn Rudd ji gelê
herî bingehîn ê Awusturalyayê Aborîjînan
lêborîn xwest û ji mirovahiyê re bû
mînakeke erênî û birûmet, divê
serokwezîr Erdogan jî ji kurdan lêborîn
bixwaze.”
Piþtî axaftina Aktaþ a
vekirinê, moderator Kadri Gokdere axaftineke kurt kir û
destnîþan kir ku bi sedan salan çewisîn û
pêkutî li ser zimanê kurdan pêk hatine lê
belê di 30 salên dawî de bi bîrdoziya tevgera
azadiyê û têkoþîna xurt a gelê kurd ji
nû ve vejiyaye û vegeriyaye ser çand û
zimanê xwe.
Nivîskar Gulçîçek
Gunel Tekîn jî bi taybetî li ser polîtikayên
serdestan ji osmaniyan û vir ve yên wekî yek al,
yek welat û yek ziman sekinî û got van polîtîkayên
qirêj ku li ser kurdan hatine meþandin, armanca helandin û
biþaftina zimanê kurdî dihundirînin û
peyamên girîng ên mîna” Ziman mala mirovan
e ku zimanê mirovan qedexe bibe mala mirovan jî xira
dibe, ziman ruhê mirovan e ku ziman tune be ruhê mirov jî
tune ye.Ji bo masî av çibe ji bo mirovan ziman ew e,
ziman rumeta mirovan e mirovê bê zimanê xwe
binivsîne, bixwîne û perwerde bibe” dan.
Rojnameger gerînende û
nivîskarê rojnameya Azadiya Welat Tayîp Temel jî
li ser girîngiya zimanê zikmakî, rojnamegerî,
çapemenî û weþangeriya neteweyî anî
ziman û got, “ziman ji bo mirov bi qasî ku hêmaneke
çandî ye, di heman demê de hêmaneke bîrdozî
ye. Ziman ji bo zarokan hinceta jiyaneke pak û paqij e. Siyaset
û polîtîkayên gelan li gorî bizava
zimanê wan teþe digire, rojnamegerî, weþangerî û
çapemeniya neteweyî ji bo pêþketina ziman hêmanên
girîng û jêneger in.
Rojnamegeriya neteweyî ji bo
gelan bingeheke wêjeyî edebî û hunerî
diafrîne.
Hewla nedîtinê ya pergalê
ya ji bo kurdan û nebilêvkirina nave Azadiya Welat û
bi salan di biryarên dadgehan ên di þûna navê
Azadiya Welat de weki rojnameyeke ku bi zimanekî nayê
fêmkirin propogandaya rêxistina derzagonî dike di
zept û belgeyên dadgehan de derbas dibu. Ji bo ku bûyerên
bi vî rengî dubare nebin divê siyaseta kurd li
zimanê xwe vegere.”
Siyasetmedar Leyla Zana jî li
ser girîngiya ziman sekinî û axaftina xwe wiha
domand. Dayikên kurd ziman zindî hiþtin. Barekî
gelek giran kete ser milê min lê ligel hemû nezanî,
bêhêzî û kêmtaqetiyan dîsa me
hewl da ku em karibin di binê vî barê giran de
rabin û layiqê gelê xwe bin. Ez dikarim bêjim
ku ji bo ziman keda dayikan li gorî bavan zêde û
girîng e ji ber ku jin ji serdestan re leþkeriye nakin
asîmîlasyon jî li ser jinan bandor nake û anî
ziman ku kursên ku di qada navneteweyî de wekî
mafekî kurdan hatibe dayîn dihatin vegotin ji bo kurdan
xetereke mezin bû. Ji lewre tu neteweyekî li tu derê
cîhanê zimanê xwe bi kursan û bi peretî
fêr nabe. Divê kurdan jî wê pêkanîna
xetere qebûl nekira.”
Belê rexneya Leyla Zana ya der
barê kursan de di cih de ye ji bo ku ew þaþiya ku di dema
kursan de pêk hat ji hole rabe Kurdî Der'ê niha
bernameyeke perwerdehiyê daye destpêkirin. Di çarçoveya
vê bernameyê de ji 100’an zêdetir mamosteyên
zimanê kurdî tên gihandin û dîsa bi
sedan xwendekar ji bo fêrbûna zimanê kurdî
perwerde dibin. Ez dixwazim ji bo kes û derdorên ku bi
zimanê kurdî re pêwendîdar in bêjim!
Heta ku ew jî ango nivîskarên me jî neyên
û xwe tevli van bernameyên perwerdehiya zimanê
kurdî nekin û ji xwe re berxuran (tüketici)
çênekin nivîs û pirtûkên ku
dinivîsin dê bi xwe bixwînin ango dê bikevin
rewþa kesên ku li welatê goþtnexuran (vejeteryan)
sewalkariyê dikin. Û neçar dimînin ku
sewalên xwe ser jê bikin û bixwin. Gotina dawî:
“Divê kesên ku li vî welatî siyasetê
dikin bi zimanê vî gelî zanibin ku nizanibin û
hîn nebin, vî gelî wan nake muxtar jî”.
This entry was posted on 17-04-2008 08:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 17-04-2008 08:53 Views: 86
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 86