• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Ji Mûnzûrê Bavê Baran re...
Ji Mûnzûrê Bavê Baran re... Binivîse E-posta
 

Niha li ber bayê payîzê, bi dilekî peritî digirîm ji bo te… Payîz zû hat û tu zû birî. Hê zû bû çûna te… Ma te xwe li benda me nedigirt? Bawer nakim, na naxwazim bawer jî bikim bi çûna te! Çima ew qas bêdeng çûyî? Mîna jiyana te ya bêdeng. Tu her dem wisa bêdeng bûyî… Niha di bêdengiya dilê xwe de li te û çûna te ya bêdeng difikirim. Dilê min diêþe.

Naxwazim bifikirim. Çavên xwe digirim, ji bo ku tiþtekî nebînim, lê dil û mêjî ji bîr nake. Tu têyî ber çavên min. Kenê te mîna zarokan bû. Çavên te her dem dikeniyan, dilê te dilê zarokan bû pak bû… Lê tu bubûyî bav hêja di zarokiya xwe de. Tu bavê Baran. Ax Mansûr -Munzûr çima tu wisa zû çûyî? Hêja em ê bi hev re salên nehatî bijiyana, li Botanê, wekî berê em ê biçûyana ber Ava Botan. Me yê masiyan bigirta, te yê dîsa ji me re li sazê bixista. Me yê bigirta govenda dilan.

Dilê te yê her dem bêdeng çawa di nava xwe de dikeliya min didît. Tu ne diaxivî jî lê min dizanibû bê çi digot wî dilî… Diherikî çiyan ew dil.

Payîza pêrar hevdîtina me ya dawî, ew þeva tarî, li ber wî agirê sar…

Tariya þevê, di bêdengiya þevê de winda bûbû. Wî agirê bizot bê çawa dilê me germ dikir. Min dixwest bêdengiya di nav agir de winda bikî, lê her du çavên te bêdeng di nav agir de sekinî mabûn.

Dû re min qala Baran kir, lê te nehiþt ez biaxivim! Çima min got dîsa bê bersiv mam. Te bersiva nama min ji te re þandî jî neda. Zanim çima! Min di nameyê de jî dîsa qala Baran kiribû.

Ez bûbûm Baran. Min pirs ji te dikirin. Lê te nedikarî bersiv bida.

Tu çûyî te Baran hiþt tenê.

Wekî mîna hezaran…

Min bihîst, tu û hevalên te birine girtîgeha Sêrtê. Dû re gazî malbatê kirine.

Çiqas êþiyam…

Wê demê min xwest ez li Sêrtê bûma, ew bêhna kesî /ê nebihîsta. Bêkesbûna we min ê bibihîsta. Çend roj bêxwedî man cenazeyên we. Digotin bêhn ketiye laþên we. Niha direcife laþê min. Çawa Sêrtê tu wisa bêxwedî hîþtî? Bi hevalên te re!..

Çûna te dilê min pir êþand.

Niha Baran li ber çavên min e, Baran çi dike?

Piþtî çûna te ez û heval çûbûn cem malbatê. Çawa Baran ez dîtim bi çavên pênoþ xwe avêt hembêza min got “Çima bavê min nehat”. Ez hingê cemidîm, di cihê xwe de mam, axaftin ji min derneket. Min nizanî çi bersivê bidim Baran.

Niha Baran tu çi dikî? Çûna bavê te jî wekî ya hemû bavên þoreþger, ji bo jiyaneke rind û azad, jiyaneke xweþik û delal bû. Bavê te pir ji te hez dikir Baran, wî ji bîr neke.

Hevalê hêja Mûnzûr, tu jî çûyî vê payîzê. Niha dilê me ne li cihê xwe ye. Stranên herî xweþ beziyane ba te. Tembûra te ya binalîn hê jî strana “Here ji te re oxir be!” lêdixe. Çiyayên Kurdistanê bîranîna te dane serê xwe. Tu yê qet neyê jibîrkirin. Here ji te re oxir be! Bila cihê te dilê tembûran be, mîna te digot. Baran! Baran ji dengê dilê te ye wê her û her hebe…

LEYLA SARAÇ

 

Ji Mûnzûrê Bavê Baran re...

 

Niha li ber bayê payîzê, bi dilekî peritî digirîm ji bo te… Payîz zû hat û tu zû birî.

Hê zû bû çûna te… Ma te xwe li benda me nedigirt? Bawer nakim, na naxwazim bawer jî bikim bi çûna te! Çima ew qas bêdeng çûyî? Mîna jiyana te ya bêdeng. Tu her dem wisa bêdeng bûyî… Niha di bêdengiya dilê xwe de li te û çûna te ya bêdeng difikirim. Dilê min diêþe.

Naxwazim bifikirim. Çavên xwe digirim, ji bo ku tiþtekî nebînim, lê dil û mêjî ji bîr nake. Tu têyî ber çavên min. Kenê te mîna zarokan bû. Çavên te her dem dikeniyan, dilê te dilê zarokan bû pak bû… Lê tu bubûyî bav hêja di zarokiya xwe de. Tu bavê Baran. Ax Mansûr -Munzûr çima tu wisa zû çûyî? Hêja em ê bi hev re salên nehatî bijiyana, li Botanê, wekî berê em ê biçûyana ber Ava Botan. Me yê masiyan bigirta, te yê dîsa ji me re li sazê bixista. Me yê bigirta govenda dilan.

Dilê te yê her dem bêdeng çawa di nava xwe de dikeliya min didît. Tu ne diaxivî jî lê min dizanibû bê çi digot wî dilî… Diherikî çiyan ew dil.

Payîza pêrar hevdîtina me ya dawî, ew þeva tarî, li ber wî agirê sar…

Tariya þevê, di bêdengiya þevê de winda bûbû. Wî agirê bizot bê çawa dilê me germ dikir. Min dixwest bêdengiya di nav agir de winda bikî, lê her du çavên te bêdeng di nav agir de sekinî mabûn.

Dû re min qala Baran kir, lê te nehiþt ez biaxivim! Çima min got dîsa bê bersiv mam. Te bersiva nama min ji te re þandî jî neda. Zanim çima! Min di nameyê de jî dîsa qala Baran kiribû.

Ez bûbûm Baran. Min pirs ji te dikirin. Lê te nedikarî bersiv bida.

Tu çûyî te Baran hiþt tenê.

Wekî mîna hezaran…

Min bihîst, tu û hevalên te birine girtîgeha Sêrtê. Dû re gazî malbatê kirine.

Çiqas êþiyam…

Wê demê min xwest ez li Sêrtê bûma, ew bêhna kesî /ê nebihîsta. Bêkesbûna we min ê bibihîsta. Çend roj bêxwedî man cenazeyên we. Digotin bêhn ketiye laþên we. Niha direcife laþê min. Çawa Sêrtê tu wisa bêxwedî hîþtî? Bi hevalên te re!..

Çûna te dilê min pir êþand.

Niha Baran li ber çavên min e, Baran çi dike?

Piþtî çûna te ez û heval çûbûn cem malbatê. Çawa Baran ez dîtim bi çavên pênoþ xwe avêt hembêza min got “Çima bavê min nehat”. Ez hingê cemidîm, di cihê xwe de mam, axaftin ji min derneket. Min nizanî çi bersivê bidim Baran.

Niha Baran tu çi dikî? Çûna bavê te jî wekî ya hemû bavên þoreþger, ji bo jiyaneke rind û azad, jiyaneke xweþik û delal bû. Bavê te pir ji te hez dikir Baran, wî ji bîr neke.

Hevalê hêja Mûnzûr, tu jî çûyî vê payîzê. Niha dilê me ne li cihê xwe ye. Stranên herî xweþ beziyane ba te. Tembûra te ya binalîn hê jî strana “Here ji te re oxir be!” lêdixe. Çiyayên Kurdistanê bîranîna te dane serê xwe. Tu yê qet neyê jibîrkirin. Here ji te re oxir be! Bila cihê te dilê tembûran be, mîna te digot. Baran! Baran ji dengê dilê te ye wê her û her hebe…

LEYLA SARAÇ

30-09-2007 08:57
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-09-2007 08:57. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 30-09-2007 08:57
Views: 131    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;