• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Ji 4'ê Nîsanê ber bi PKK'a nû ve
Ji 4'ê Nîsanê ber bi PKK'a nû ve Binivîse E-posta
 

  4-nisan5701.jpgARJÎN DERSÎM

4’ê Nîsanê! Bi tîpên zêrîn ên dîrokê ye ku were nivîsandin û rojekê tu caran ji hafizeyan dernakeve. Tenê rojek û dîrokek nîn e. 4’ê Nîsan’ê fetloneke kî dîrokî, destpêke kî nû û zaynîneke. Zayîna jinan, Kurdan û tevayî mirovahiyê ye. Ji bo jinan û kurdan weke zayîna yekemîn wesifîn wê hîn rasttir be. Bûyera zayînê, (zayîn, hatina cîhanê) ji arîþeyek fîzîkî zêdetir derbirîna ramanî, felsefî, bîrdozî ye.

Ji bo gelan zayîn, gihiþtina asteya qedera xwe ya azad dana xuyakirin a wî gelî ye. Pêkanîna zayîna bi nasname û bi bîrdozî ye. Gihîþtina iradeyeke azad e. Ji aliyê kurdan ve zayîn, zayîna bi rêbertî ye. Rêbertî, li ser navê gelê kurd ku bi salan e zemîna wê bi xiyanetan hatiye lexemkirin (mayin), takekesek jî ne maye ku xiyenet li xwe nekiriye û ji rastiya gelekî li ber tinebunê afirandina gelekî þerker bi serê xwe mûcîze ye.

Tovê mirovatiyê ku li Rihayê, li warê pêxemberan hatiye reþandin, li her çar aliyê cîhanê hatiye belavkirin êdî ziviriye daristana jiyanê. Bi hilweþandina tevnepîrên ku li dilan û mejiyan hatiye bicihkirin û teqandina lexemên (mayýnlar) paþverûtî mucîze pêk hatiye. Ji bo jin û gelan dema zayînê hatiye. Ji zayînekê, gelekî zaye. Di wê de hemû mirovatî û dirok tê li ser ziman. Rêbertî, bûye vegotina hest, bêrîkirin û xeyalên herî mezin ku mirovek dixwaze j bijî, lê nikare bijî. Bû mejiyek ji bo milyonan dixebite, bû dilek ji bo milyonan lê dide.

4’ê Nîsanê ji bo jinên kurd ku çarenûsa wan wek a gelê kurd reþ hatiye nivîsandin, mîladek e. Jinên ku ji kirêta (çirkef) pergala þaristaniyê re hatine qurbankirin, bi zayîna rêbertî re ji nûve silav daye jiyanê. Her ku jin bi Rêbertî re hevdîtin kiriye ew qas bûye ya xwe, ferq kiriye ku ew çavkaniya jiyanê ye, kariye bibe xwedî nasname, vîn (irade) û þerefê. Ji ber vê jî 4’ê Nîsanê herî zêde rojbûyîna jin ê ye. ji bo jin ê 4’ê Nîsan ê ji kûletiyê ber bi azadiyê vekirina pencerê ye. Þînbûyîna xakên dêm (çorak). qolincên ku beriya zayîna Nîsan ê hatine kiþandin, di þibe êþên têkoþîna xwe, afirandina gelekî. Wekî din her þoreþek aliyê xwe yê bê rehm heye. Rêbertî, wekî ku wê ji diroka neletî re bigota bisekine û bi xwe re wê dest dîroka pîroziyê bikira. Ketina li nav fikrandina birdozî, sîyasî û rêkxistinî ji bo gelan riya azadiyê vekiriye. Rêbertî vê rewþê bi gotina xwe wiha dinirxîne. ‘‘Weke ku min ê çermsorê dawî bi lîsta. Bêyî ku ez ferq bikim hêvî û misyona nifþê dawî jî li ser min hatibû barkirin. Dema ku min bêwijdanî qalikê malbatê parçe dikir, ji xwe min ê dawî ferq bikira ku ez mîrasê pênç hazar salan dikim zehmetî ye. Dema ku ez nû hatim cîhanê û min xwe nû nas kir, min xwe li navbera þoreþa mal û gund de dît…’’.

Dayîka Uveyþ zayîna raperîneke ne serwext e. Bi wê rastiyeke zaye, jin zaye û raperîna azadiyê ya gelê Kurd zaye. Zayîna Rêbertî zayîna gele. 4’ê Nîsan ê zayîna me hemûya ne. Ya pêre jî pêvejoya afirandina gelekî bi felsefî, bi bîrdozî û bi exlaqî ku Rêbertî bi xwe re afirandiye. Ango afirandina gelekî ku þer dike ye. Zayîna duyemîn e. Rastiya Rêbertî û PKK’ê nebe, rastiyeke tê zanîne ku li Kurdistanê gavek jî pêþdeçuyîn nedibû û qet çi pêþketin ne diqewimî. Diroka me ya 35 salan þahidê vê meþa li ser piþta kêrê ye

Di rastiya Kurdistanê de her tiþt weke çolekî zip û ziwa ye. Li ser her tiþtî hatiye girtin, rastiyeke civakî ku bi tunebûna wî dane bawerkirin mijara gotinê ye. Yê ku ev rastiya civakî serûbin kir, rastiya PKK’ê û Rêbertî ye. PKK’ê civakeke di rastiya xwe de di kare jiyan bike derxist holê. Ji ber vê yekê di nav me de giringî ji rêxistinbûyînê re hate dayîn. Bingehê ku serkeftinê dest nîþan dike, rêxistinbûn e. Dema ku rêkxistin tê gotin, kadir û sekna wan tê bîra mirov. Tesfiyekerên dawî herî zêde tiþtê kirîn hedef, pêþengiya bîrdozî bû. Hedefa bingehîn ku rêkxistin û têkoþînê lawaz bike, ji holê rakirina rêxistinê û þêlûbûna bîrdozî afirandin e. Rêberê me, di pêvejoyeke tesfiyakeran dema ku dixwestin nêvenga me bikin destê xwe, li hember berevajîkirina bîrdoziyê, hemû rengên li dijî xetê, bê esilkirin û çewtkirinan wek tedbîrekê ji nû ve avakirina PKK’ê anî rojevê.

Li hember êrîþan, PKK ji bo gihîþtina kadirên dendik ên ku bîrdoziya PKK’ê pejirandine û bi îdîan e ku vê heya dawî bi domînin bikin zemîn. Dema ku ji nûveavakirin hat rojevê, Rêbertiya me ji bo yên bi bawer in û bi wî re îdîaya meþê didin xuyakirin bangewazî kir. Bi hedefa sererastkirina tegehîn û mehkûmkirina rêkxistinê yên tesfiyekeran, bi hedefa têgehînekî rêkxistinê rast û sekna kadro çêbibe PKK ji nû ve hatiye avakirin. Tesfiyekaran nêvenga me ya rêxistinê sor kirin (tahrik), pîvanên me yên kadro paþ de kiþandine. Rêbertî bi wateya pîvan zelal bibin hêjmar sînorkirî ye. Ji bo ji nûveavakirinê wek hewariyên Îsa, 12 îmamên wî peþniyarek kir. Xwest kesên ku ji hemû rengên malê dine, ferdparêziyê xwe xilas kirine; kesên bijartî û zelal di avakirina PKKê de cih bigirin.

4’ê Nîsanê 2005 dîroka ji nûveavakirina PKK’ê ye. 4’ê Nîsanê 1949’an de roja ku li Amarayê derket, 4’ê Nîsanê 2005’an de çiyayên azad yên Kurdistanê de dibiriqî. Careke din ev gel dizane ku li kêleka latê de bi bask bibe. Rêxistina me ya ku zayîna yekemîn û duyemîn bi serkeftî pêkbîne, 4’ê Nîsanê de ji nûveavakirina PKK ê re zayîna xwe ya sêyemîn jî bi serkeftî çêkiriye. Avakirina PKK’ê ya nû wek mînaka çinarê ku rayên pir kûr in û di nav de bû þînbûyîna biþkovka herî taze. Ji ber vê wateya ku kurdan û jinan dayî 4’ê Nîsanê pir cuda ye.

PKK, gelê kurd, jin û kombûyîna hemû nirxan bi Rêberê me re zan. Wê bi hev re hebin. Ji bo vê bi wesileya 4’ê Nîsan ê, em bangawazî her kesê dikin ku xwedî li vê zayînê derkevin, rast tevli avakirina PKK’ê bibin û di xeta Rêbertî de yek bibin. Em bi hêz xwedî li PKK’ê û Rêbertî derkevin, em ê hîn zêdetir wate bidin 4’ê Nîsanê. Em vê zayîna pîroz bi rêzdarî silav dikin.

04-04-2008 15:38 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-04-2008 15:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment. Last update on 04-04-2008 15:41
Views: 71    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;