MalMalForum 'Hefsarê Tirkiyeyê dikeve destê xelkê'
'Hefsarê Tirkiyeyê dikeve destê xelkê'
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan doza girtina AKP'ê û bûyerên Newrozê nirxandin
Ocalan spasiya xwe ji beþdarên
8’ê Adarê û Newrozê re kir
Li Rihayê Akademiya Îlahiyatê ava bikin
Ocalan pêþniyara "2 akademî
dikare bê avakirin" kir û wiha got: "A yekem,
li Amedê Akademiya Siyaseta Demokratîk, li Rihayê
jî Akademiya Îlahiyat û Siyaseta Demokratîk.
Li gor rewþ û pêdiviya her derî dikare akademî
bên avakirin û pêþvebirin. Ji bo Dêrsimê,
ji bo siyaseta demokratîk xebat dikarin bên meþandin.
Dibe ku min sûcdar bikin, bila bikin, ne girîng e, ku wê
min berpirsiyar bibînin jî, bila bibînin. Ji bo
çanda elewîtiyê jî, li Dêrsimê
Akademiya Çanda Elewî û Siyaseta Demokratîk
dikare bê avakirin. Di mijara elewîtiyê de jî:
hetanî ku elewîtiyê ev qas dejenere dikin û
ev qas ji hev perçe dikin, divê elewîtiyê
rasterast lêkolîn bikin. Di vê mijarê de divê
xebat bêne kirin."
Ocalan, li ser pîrozbahiyên
8'ê Adarê û Newrozê jî rawestiya û
wiha got: "Li gorî salên berê bi beþdariya
zêdetir kesan derbas bûne, bawerim 5-6 milyon kesan pîroz
kirine. Ez ji bo mirovên me yên ku di dema van
pîrozbahiyan de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê
dixwazim. Ji malbatên wan re û ji gelê me re
sersaxiyê dixwazim. Ez gelê me yê ku tevlî
Newrozê bûne jî pîroz dikim. Bi vê
wesîleyê ez dixwazim Tayhan jî bibîr bînim.
Tayhan li Moskowayê bedena xwe da agir. Mahirê nemerd
(rezîl) dizanibû ku wê çi biqewime, paþê
perê rêxistinê girt û reviya. Lê balkêþ
e, dema Tayhan li Moskowayê bi min re bû, qet nediaxivî,
her tim xemgîn xuya dikir. Min rojekê jê pirsî
'tu çima qet nakenî, her tim xemgîn î?',
bersiv neda. Rewþa me ya ku em tê de bûn hîs
dikir, fêm kiribû. Ji Çewlikê bû.
Çewlikî, mirovên mêrxas in. Pir wêrek
bû, mêrxas bû, yek ji mirovên herî
wêrek ê di cîhanê de bû. Çalakiyeke
muazem pêk anî, min nedixwest ku ev çalakî
bên lidarxistin, lê ew li Moskowayê, li navenda
sosyalîzma reel canê xwe da ber agir. Birastî wî
li hemberî vê pergala heyî, li hemberî hemû
tekelên cîhanê çalakiyekê lidar xist.
Lehengiya wî di kurdîtiyê de tuneye, wî
çalakiyekê ji bo mirovahiyê lidar xist, ew
lehengekî mirovahiyê ye. Piþtî çalakiyê
demekê di nexweþxaneyê de ma lê ji biryarbûna
xwe tu tiþtekî winda nekir, rastiya çalakiya xwe heta
dawî parast. Ez ji her kesî re spasdar im, silavên
xwe pêþkêþ dikim. Silav ji her kesên ku tevlî
çalakiyan bûne û ji girtîgehan re."
Ocalan: Tirkiye qels dibe û hêzên
derve wê îdare dikin
STENBOL – Rêberê Gelê
Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya hefteyî de
nirxandinên girîng kirin. Ocalan doza girtinê ya
AKP’ê, çalakiyên Newroz û 8’ê
Adarê ê û êrîþên dewletê
nirxandin.
Ocalan, diyar kir ku piraniya peyvên
siyasî xwedî kokek olî ne û got ku ji bo
siyaset baþ bê kirin, divê ev peyv baþ bêne
famkirin. Ocalan, wiha dom kir: "Divê ev bên zanîn
û baþ bêne famkirin. Laîqtî, peyveke xwedî
koka olî ye. Laîqtî û îslamiyet, piþtre
anîne ser van axan. Laîqtî û îslamiyet,
peyvên aydî vê derê nînin. Gelek peyvên
ku em pê dizanin, xwedî kokek olî ne. Olê û
termînolojiya siyasî, koka vana nîqaþ dike.
Xwendina vê pirtûkê ji bo herkesî pêþniyar
dikim. Min berê jî anîbû ziman ku 3 mezhebên
Protestanîzmê hene. An jî, sê mezheb ava
kiriye: Reel Sosyalîzm, Demokrasiya Civakî û
Netewparêzî (Ulusçuluk). Ol, çavkaniya
gelek tiþtan e. Ez ê di xebatên ji niha û pê
de, van mijaran bi berfirehî binirxînim. Tiþtek bi navê
Judaîk Îslam afirandin, yanî ‘îslama cihû’.
Hûn dizanin ku qîbleya yekemîn a Hz. Muhammed,
Qudûs e. Berê xwe didan Qudûsê û nimêj
dikirin. "
'Teorîsyenên tirkparêziyê
jî cihû ne'
Ocalan, diyar kir ku tirkparêzî
jî di sala 1926'an de ji aliyê cihûyan ve hatiye
pêþxistin û wiha pê de çû: "Ew
tirkparêziyê bipêþ dixin. Gotina "Xwezî
bi wan ku dibêjin ez tirk im" jî aydî cihûyek
e. Gotinek wiha ji devê Mustafa Kemal derneketiye. Ez vêya
bi aþkerayî diyar dikim; Teorîsyenên tirkparêziyê
jî tirk nînin. 2 teorîsyenên cihû ne.
Heta, ev nêrîn bi Hîtler jî dan qebûlkirin.
Hîtler, ji aliyê wan ve hate afirandin."
'Amerîka planên xwe bi riya
Îran û Iraqê pêk tîne'
Ocalan, destnîþan kir ku van
derdoran ji bo pêkanîna planên xwe pêþî
Saddam derxistine pêþ û wiha got: "Jê re
gotin em ê te bikin Împaratorê Ereb. Piþtre jî
Saddam têk birin û daketin Iraqê. Halê
Saddam, li ber çavan e. Xistin halekî wisa ku mirov jê
ditirse. Ahmed-î Necad jî ji aliyê Emrîkayê
ve hate afirandin. Ew ê bi rêya wî dakevin Îranê.
Emrîka planên xwe yên li Rojhilata Navîn, li
ser van herduyan pêk tîne. Lê çekên ku
derdixin holê, dîsa berê xwe didin wan. Li
Tirkiyeyê hûn dizanin ku Hîzbullah, her wiha wek
El-Kaîde."
Planên Îsraîl ên
li ser Tirkiyeyê
Ocalan, diyar kir ku dibêjin ku
bêkarî heye û nerazîbûna xwe ya li
hemberî vêya, bi van gotinan anî ziman: Çima
avê tenê bi qanalek tenê dibin Herranê? Ji bo
famkirina vêya, li evîna Þaredarê Herranê
binhêrin. Hîn kesan bi vê rêyê kirin
parlementer. Lê ji bo wan milet ne girîng e. Piþtî
ku deverên din ên Rihayê jî bigirin bin
kontrola xwe, wê avê bidin wan deran jî. Îsraîl,
balafirên sîxur dide Tirkiyeyê. Na, ev qencî
bi Tirkiyeyê nakin. Xerabî dikin bi Tirkiyeyê. Hewl
didin ku me zêdetir bi destê hev bidin qirkirin. Ev
dixwazin ku pêþî li pevçûnên
kurd-tirk vekin û bikin halê Îsraîl-Fîlîstînê.
Serfermandarî wê êrîþî PKK'ê
bike û bêje 'me evqas PKK'yî kuþtin', PKK jî
wê bêje 'me evqas leþker kuþtin', ev e çareserî?
Bi vî awayî, tenê wê Tirkiye parçe
bibe. Ev, xwîn e, rondik e. Ez naxwazim bibim wek Fîlîstînê.
Ez dixwazim ji vana re bêjim bes e, pêþî li vana
bigirim. Ev hêza min jî heye. Divê çareseriya
demokratîk bipêþkeve. Hemû kes bi van nêrînên
min dizanin. Dewlet jî dizane. Ji Hikûmetê tika
(rica) dikim, dawî li van pevçûnan bînin,
bila çareseriya demokratîk pêk bê."
‘Bi provokasyonan pêþketin
asteng kirin’
Ocalan, li ser doza girtinê ya li
AKP'ê hatiye vekirin, wiha got: "Çima ev doz li
AKP'ê hate vekirin? Bi rastî, eleqeya vêya bi
laîqtî û îslamê tuneye. Mesele aborî
ye, berjewendiya kesan e. Ev herdu klîk pev diçin. Hûn
dibêjin qey wê kî Tirkiyeyê birêve
bibe. Wê Tirkiye bêhêz bibe, hêzên
derveyî û Îsraîl jî wê birêve
bibin. Ger ku AKP biçe, Baykal, Bahçelî dimînin
li dû wê. Rewþa vana li holê ye. Hêza wan a
ji bo birêvebirina welêt tuneye. Tirkiye wê zêdetir
ber bi tevliheviyê de here."
'Ez vê þorbeyê venaxwim'
Ocalan, careke din balkiþand ser
lîstikên Îngîlîzan jî û
wiha got: "Ji sedsala 16'an û vir ve ye tiþtên ku
wê li cîhanê bibin, li Londrayê plan dikin û
servîs dikin. Wek þorbeyek datînin ber me, lê ev
þorbeyek xirab e. Ez vê þorbeyê venaxum. Ev plan, ji
sedsala 16'an û vir ve ye hatine destpêkirin.
Împaratoriya Avusturyayê, Îspanya, Îtalya,
Fransa, Yewnanîstan, yeko yeko parçe kirin. Louîsê
XIV darda kirin. Piþtre Reel Sosyalîzmê, þoreþa
1917'an a Lenîn, piþtre jî Lenîn kuþtin. Lenîn
nemir, hate kuþtin. Bi awayekî balkêþ, bi guman hate
kuþtin. Nayê zanîn ku ji aliyê kî ve hatiye
kuþtin. Reel Sosyalîzm li hemberî vê plan-sîstemê
têk çû. Mao, xwest þoreþa çandê
bike jiyana xwe, lê biser neket. Anha rewþa Çînê
li holê ye. Anha sîstema aborî ya herî girîng
a ku kapîtalîzma Emrîkayê xwedî dike
ye."
'Ataturk zagona perwerdehiya kurdî
derxist'
Ocalan, diyar kir ku lîstikên
li ser Împaratoriya Osmanî jî hebûne û
wiha pê de çû: "Dest avêtin
Împaratoriya Osmanî ya 600 saleyî jî. Mustafa
Kemal nehiþt ev yek pêk bê. Ev bûyerek mezin e.
Nehiþtiye ku îngîlîz daxwazên xwe yên
li ser împaratoriyê bicih bînin. Loma îngîlîz
ji Mustafa Kemal pir bihêrs bûne û wî li
Çankayayê dîl dikin. Bi vêya re, heyfa xwe
ji Mustafa Kemal distînin. Vaye Mustafa Kemal, yek ji mirovên
hindik ku vê yekê dibînin e. Mustafa Kemal hewl da
ku gel jî bigre ba xwe û van lîstikan têk
bibe. Lê ji bo ku pêþî li vêya bigirin, wî
li Çankayayê dîl kirin. Nameyên ku Mustafa
Kemal wê demê ji Lenîn re þandiye hene. Kî
ku dixwaze vana fam bike, bila li axaftina yekemîn a Mustafa
Kemal li Meclîsê kiriye binhêre. Mustafa Kemal, ji
bo ku biserkeve, hevgirtina ku tê zanîn kiriye bi kurdan
re. Di destpêka salên 1922'yan de zagonek der barê
perwerdehiya kurdî de jî derxistiye. Li Meclîsê
dengdan çêbûye. 374 an jî 378 kesan gotiye
'erê', 64 kesan gotiye 'na' û ev zagon derxistiye. Lê
kadroyên îttîhatparêz dora wî girtine.
Komunîzmê, îslam û kurdayetiyê têk
birin."
'Bi provokasyonan pêþketin
asteng kirin'
Ocalan, destnîþan kir ku Mustafa
Kemal ji bo lihevhatin û bi hev re jiyankirina tirk û
kurdan xebitiye û wiha dom kir: "Lê nehiþtin vêya
jî bike. Her aliyê Mustufa Kemal bi kadroyên
Îttihat Terrakî yê ve hatibû dorpêçkirin.
Vana bi provakasyonan pêþketina viya asteng kirin. Jixwe hûn
dizanin, bûyera Þêx Seîd, dîsa bûyera
Mustafa Suphî. Bûyera Menemenê. Mustafa Suphî
hate kuþtin, haya Mustefa Kemal jî ji viya tunebû.
Firkaya Komarê ya Terakîperwer jî li hember Firkaya
Gel a Komarê lêgerîna dengeyê bû.
Makbûleya xwiþka Mustafa Kemal jî di nav damezrînerên
wê de bû. Makbûle ji bo pêþî li Îsmet
Înonî bigire, di nav Firkaya Komarê ya Terakîperwer
de cih girtiye."
'Bi vî awayî çawa
siyasetê dikin?'
Ocalan ji bo van kesan got ku "Ev
dixwazin her tiþtên di cîhanê de kontrol bikin"
û wiha dom kir: "Di pênc salên dawîn de
þirketan rêjeya xwe ya karê pênc qatî zêde
kirine, dibêjin ji yekî pênc kar digirin. Yanê
ku lîrayekî danîbin, pênc lîrayan jê
digirin, sed milyarî danîbin, 500 milyaran jê
girtine. Bankaya Îþê, Bankaya Garantiyê dibêjin
di sala dawîn de ji sedî 58 kar kirine. Ji vana tenê
ji sedî 10 ji bo karmend û karkeran tê dayîn,
ê mayî jî di nav hev de parve dikin. Ev þirket
hemû ji yekî pênc digirin, lê mehaneyên
karmend û karkeran jî dikeve. Tu kes viya nabîne?
DÎSK, KESK, TURK-ÎÞ, ew vana hemûyan nabînin?
Heta hûn vana hemûyan nebînin, tênegihîjin,
hûn çawa dikarin siyasetê bikin? Heta hûn
nizanibin bazirganiyeke çawa tê kirin, çi bi serê
çandiniyê ve hatiye nizanibin, hûn çawan
siyasetê dikin? Wisa tenê bi gotinan siyaset nabe. Vana
her wiha bi Kapîtal Fînansê bêyî ku tu
hilberînê bikin, cîhanê digirin bin tekela
xwe. Çawa Fîr'ewnên Misrî ji bo çêkirina
wan Ehraman sed hezar kole dixebitînin -ji aliyekî ve jî
tu nirxa hilberînê ya van pîramîtan jî
tune ye- ev jî ji bo çêkirina balaxane û
plazayên li metropolan, sed qatîn zêdetir mirovî
didin xebitandin. Ên ku van plaza û tekelan ava dikin,
sed carî ji Fîr'ewnên Misrê zêdetir
fîre'wn in."
'Li Rihayê erd çawa bidest
xistine!'
Ocalan, destnîþan kir ku li
Tirkiyeyê çandinî nemaye û wiha got: "Ez
niha erdê Rihayê yê çandiniyê
bixebitînim, wê pirsgirêka 10 milyon mirovên
bêkar çareser bibe. Wê pirsgirêka gel a
aborî nemîne. Li Rihayê erdê ku wê
bikaribe 10 milyon mirovî xwedî bike çima û
çawa bidest xistine! Vana wiha bi bidestxistina çandiniyê,
bi xerakirina ahenga ekolojiyê, civakê jî xerab
dikin û me hemûyan jehrî dikin. Pençeþêrê
diafirînin. Birastî pençeþêr nexweþiyeke
civakî ye. Her tiþtên ku em dixwin û vedixwin wekî
tiþtên pençeþêrî me jehrî dikin. Ku
em xwarinên paqij nexwin, ava paqij venexwin, hewaya paqij
negirin, em ê çawa bijîn? Evana bîrdoziyê
diafirînin, her tiþtên ku em dixwin û vedixwin
bîrdozî ye. Wesayîta ku hûn lê siwar
dibin, firoke, xwarina ku hûn dixwin, her vexwarinên ku
hûn vedixwin, bîrdozî ye.
Her tiþtî Londra plan dike. Her
tiþtî dikin tekel. F. Braudel jî di pirtûka xwe ya
Þaristaniya Madî de vê þaristaniyê nivîsandiye.
Ji bo ku vê þaristaniyê fêm bike, 30 salan lêkolîn
kiriye, dîsa jî kêm e, di pirtûkê de
berovajîkirin jî zêde ne. Dîrokvanê
îngilîz Collingwood jî dixwaze viya binivîse,
nivîsek an jî rêzenivîsek mezin a lêkolînê
plan dike, lê paþê nikare binivîse, temenê
wî têr nake, tenê dikare 3/1'ê vê yekê
temam bike."
'Ev hemû planên Îngîltereyê
ne'
Ocalan, got ku dor hatiye Tirkiyeyê,
Tirkiyeyê dorpêç kirine û got: "Li
aliyekî wê Ermenîstan, Ermenîstanê jî
biçûk kirine û di qadeke biçûk de
jidandine. Li aliyê din jî Yewnanîstan, paþê
jî Qibrisekê biçûk ava kirine, yek jî
li Baþûr dewleteke biçûk ya kurd. Ev hemû
ji aliyê Îngîltereyê ve tên plankirin.
Ku ez vana dibêjim, dibêjin tu bi netewperestan re heman
tiþtan difikirî. Bi zanebûn van tiþtan ji bo min
dibêjin. Dixwazin min jî tengav bikin û ji qewetê
bixin, ya rast yên ku van tiþtan ji min re dibêjin
netewperestên herî mezin ew in. Ew nikarin tu analîzan
bikin, ji rewþa ku mirovahî tê de ye fêm nakin,
tenê dixwazin pev biçin, wek Îsraîl û
Filistînê. Ez li vir ji bo çareseriya demokratîk,
ji bo gelan hewl didim. Fikrên min têra xwe zelal in, tên
fêmkirin. Ergenekon þerê nav dewletê ye. Ez li vir
planê her kesî/ê xera dikim. Ji ber vê yekê
êrîþî min dikin. Tayê vana di destê
hinekên din de ye, ew çi bibêjin wisa dipeyîvin,
bibêjin çi bike, wî dikin. Baykal û Bahçelî
her du jî cihûyên tirk in. Ev her du jî ne ji
bo Tirkiyeyê, ji bo Îsraîlê dixebitin. Ez
tirkan nas dikim, dostên me yên tirk hene, Hakî
Karer, Kemal Pîr dîsa hinek keç hebûn bi me
re, wêrek bûn, leheng bûn."
'Bi pergala niþtecihî jin bûne
kole'
Ocalan, destnîþan kir ku dewlet
azadiyê nayne û azad nake. Ocalan wiha got: "Ku
dewletê azad bikira, wê gelê herî azad ereb
bûna. Pêncî dewletên ereban hene, lê
îro gelê herî kole, ereb in. Tiþtê ku em lê
digerin û dixwazin azadî ye. Ji bo jinan; ev pênc
hezar sal in jin hatine kolekirin. Piþtî ku pergala niþtecihî
û bi desthilatdarî dest pê kiriye jin bûne
kole. Berê li nav sumeran jinan fahîþetî dikir.
Fahîþetî wê çaxê wek pîþeyeke
girîng dihat dîtin. Ji berya pênc hezar salan û
vir ve jin bi temamî hatin kolekirin, azadiya wan ji destê
wan hat girtin. Ez dibêjim netewa pêþîn û ya
dawîn ya mêtingeh jin e. Ez wiha nêzî
femînîzmê dibim. M.Foucault jî mijara jinê
vedikole lê kûr venekolaye û lê hûr
nebûye. Li Tirkiyeyê derdorên Amargiyê
dibêjin em femînîst in, lê pir di ser re nêz
dibin, mijarê bêy kûrahiya dîrokî
digirin dest. Wek mînak zewac di cewherê xwe de bûyereke
pir erjeng e! Ev pênc hezar sal in ku jin bi çanda
tecawizê re dijîn, rastî tecawizê tên,
bi þev û roj rastî tecawizê tên."
'Divê têkiliyên kurd
û tirkan azad bin'
Ocalan diyar kir ku siyaseta
demokratîk, tevahiya tiþtên ku ew dibêje ye û
wiha got: "Biaxivin, nîqaþ bikin, biaxivin nîqaþ
bikin, biaxivin nîqaþ bikin. Xwe bi rêxistin bikin, xwe
bi rêxistin bikin, xwe bi rêxistin bikin. Ez careke din
dibêjim, berê jî min bi caran got, ku çareserî
pêk bê jixwe wê çek bên berdan. Divê
hikûmet bangeke erênî bike, bangeke cidî
bike. Divê hikûmet gavekî bavêje, piþtî
wê jî dê mîsogeriya makezagonî bê.
Em dixwazin azadiyê tevlî têkiliyên kurd û
tirkan bikin. Em dixwazin azadiyê bixin nava makezagonê.
Tiþtê ku Mustafa Kemal jî dixwest bike, ev bû."
'Kongreya Komara Demokratîk
girîng e'
Ocalan, diyar kir ku Kongreya Civaka
Demokratîk jî dikare bi awayê komîsyonan
bixebite û wiha pê de çû: "Ji
komisyonan re kesên pispor bên hilbijartin. Ev komîsyon
dikarin bi awayê civaka sivîl bixebitin. Divê kesên
bidil, bicoþ û bixwestek tevlî van xebatan bibin.
Xebatên Kongreya Komara Demokratîk girîng e.
Kongreya Civaka Demokratîk û Kongreya Komara Demokratîk
divê ku bikaribin di nav hev de xebatên bi koordîne
û paralel bimeþînin. Tiþtê ku ji Tirkiyeyê
re lazim e; ev her sê peyv; aþtî, demokrasî û
antî- tekel (dij-tekel) in. Hêzên demokratîk
dikarin hêzên xwe bikin yek û di bin banê
partiyekê de bigihîjin hev."
This entry was posted on 05-04-2008 01:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 05-04-2008 01:19 Views: 218
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 218