• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Gula DTP'ê Meta Sêvê
Gula DTP'ê Meta Sêvê Binivîse E-posta
 

ERDOGAN ALTAN

MÊRDÎN / DÎHA - Li Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jina bi navê Sêvê Aktaþ an go Meta Sêvê, ji ber di sala 1992'an de mala wan a li gundê bi navê Þibêbiyê ya li ser navçeya Kerboranê ji hêla leþkeran ve tê þewitandin. Ew ne bes e leþkeran li ber çavên wê li diya wê didin û dixin binçav.

Ji ber vê yekê Meta Sêvê ji wê rojê û vir ve derûniya wê xirab dibe. Sêvê Aktaþ ku niha li Navçeya Kerboranê bi tena serê xwe di malekî de dimîne, li navçeyê wek gula Rêxistina DTP'ê ya navçeyê tê dîtin û her wiha bi navê Meta Sêvê tê nasîn. Meta Sêvê bi van gotinan "Ez ê wan rojan qet ji bîr nekim, ez ê dev ji vê dozê bernedim, heke Apo jî dev jê berde ez dev jê bernadim" bertekê xwe nîþanê bûyerên qewimî yên berê pêkhatî, dide.

Sala 1992'an de ku demekî herêm di nav þerekî çavsortî de diqele û dipijiqe de ye. Hêzên ARGK'ê avêtine ser Qereqola Cendirmeyan a Gundê Çêlikê Eliyê Remo û di encamê de 20 leþkeran jiyana xwe ji dest daye û qereqol bi tevahî nebe jî ji holê radibe. Li ser vê yekê leþkerên girêdayî Alaya Cendermeyan a Kerboranê dikevin operasyonê û di vê çerçoveyê de li ser Gundê Çêlikê Eliyê Remo digirin. Bi hinceta alîkariya 'PKK'ê kirine gund diþewitînin. Di operasyona berdewam de, davêjin ser Gundê Þibêbiyê jî. Leþker rast diçin mala Sêvê Aktaþ ango Meta Sêvê. Di roja ku bav û bira ne li malê ne, an jî em wisa bêjin bav winda ye ji bilî malbatê pêþtir kes nizane li ku ye û birayê wê jî di girtîgehê de ye. Leþkeran ku avêtin ser malê, malê belavela dikin tiþtekî saxlem nahelin. Meta Sêvê ku li gor ew dibêje temena wê 22 salî bûye, direve dikeve Koxtîka mirîþkan. Leþkeran piþtî di malê de tiþtekî saxlem nehiþtine, dilê wan rehet nebûye agir berdidin malê û diþewitînin. Meta Sêvê ku ew tirsa li ser ne bes bû, îcar þewtandina malê jî dît, hêrs, kîn, nefret, tirs di nava wê de cihê xwe digirin. Li ser vê yekê jî, bi hinceta dayika wê ya bi navê Hecî Stiyê li gorî gotina wê 'Hevalan' dema avêtine ser qereqolê di mala wan de xwe veþartine, qebul bike, li dayika wê dane. Wisa lê dane ku mirov ji vê yekê re çiqas bitirse jî bêhemdî peyva 'ev hovîtiye, mirovahî nemaye' bi kar bîne. Meta Sêvê ku di koxtîkê de ye êdî nema îdare dike û ji ber vê yekî singa wê teng dibe, bê zar dibe û ji koxtikê bêhemdî derdikeve û xwe davêje ser dayika xwe. Fermandar an jî li gorî gotina Meta Sêvê JÎTEM'ê 'Teyfiqo û Kemalê Serxweþ' li herêma Kerboranê tên naskirin, lêdana çawa li dayika wê dane heman wisa li Meta Sêvê jî didin. Li ser fermana endamên JÎTEM'ê 'Teyfîqo û Kemalê Serxweþ' bi dayika wê xwe re dibin qereqolê. Li qereqolê jî ku tiþtê nema bi dayika wê Hecî Stiyê dikin, piþtî berdidin dikevin bin milê wê û wê radikin nexweþxaneyê. Ev bûyer Meta Sêvê bêzar dike, nizane çi bike. Meta Sêvê û dayika wê ya temen mezin û nexweþ ji ber mala wan þewitiye her roj li Kerboranê li malekê xizmên xwe an jî kesên 'welatparêz' dimîne. Di ser bûyera ku îþkenceya li dayika wê û Meta Sêvê tê kirin re 2 meh derbas dibin, dayika Hecî Stiyê jiyana xwe ji dest dide.


Bu koçber

Meta Sêvê, li ser vê bûyera kambax, nema xwe li xizmên xwe jî digire û hiþê wê ji serê wê diçe. Ji ber ku ji bo wê ne hêsan bû, dayika wê ya ji canê wê kuþtin, ji ber ku dayika wê bû, ji ber ku heta hatibû vê salî jî be dayika xwe nikaribû biçûya heta kaniyê. Hêstên, kîn, nefret, bêzarî, bêrîkirin, hêvî di mejiyê wê de kon vedabûn êdî. Nema xwe bigire êdî. Meta Sêvê, ligel xizm û bi gotina wê 'welatparêzan' dixwest xwedî lê derkeve û wê li ba xwe bihêle jî, wê ev yek qebûl nedikir, ji ber ku êdî jiyana wê ya bê dayika wê, bê wate bûbû.


Pêþî Êlih piþt re Amed

Meta Sêvê, dikeve rê û berê xwe dide warên ku ew tucar neçûye û nizane cihek çawa ye, Êlihê. Li wir ku ev hiþên berê de di mêjiyê wê de digeriyan hê jî, didomandin. Li Êlihê, çend meh ku hesin û qirþqar dicivand û rojê heqê çend nanan derdixist. Meta Sêvê ku belayê sîstemê ji wir jî bela xwe jê venekir, bi hinceta di nasnameya wê de ne Êlih dinivisand, bi guman hat dîtin û ji hêla polîsan ve ji bo ku ji bajêr derkeve gef lê hate xwarin. Ji bo Meta Sêvê ew der jî jê re heram bûbû, biryar da û berê xwe da Amedê. Meta Sêvê ku li Amedê jî wekê her malwêranên, bindest, ji ber zilm û zordariyê an jî bêþerefî (cerdevanî) qebûl nekirine û koçber bûne û li dora bajêr bi cih bûne, ji xwe re di xaniyekî servekirî de jiyana xwe domand. Her çiqas Meta Sêvê derûniya wê xirab bûbû û ji qewlê polîsan ve 'dîn' bû jî, lê wê her tiþt fêm dikir.


Vegeriya Kerboranê û bi ya xwe kir

Meta Sêvê, li ser daxwaz û hêviyên xizmên xwe yên li Kerboranê vedigere Navçeya Kerboranê. Meta Sêvê ku çend roj di malên xizmên xwe de dimîne, ji bo têkoþîna xwe, ji bo xatirê heyfa dayika xwe ya ku li ser gora dayika xwe jê re sond xwaribû ku ew dê heyfa wê hilîne, divê dest bi têkoþînê bikira. Hemû gotinên 'tû dînî' ji bo li nav çavên wan bide, çû qeymakamtiyê. Li qeymaqamtiyê çalakiya rûniþtinê kir û ji wan re got 'we mala min xirab kir, heta hûn malek bi dilê min çênekin ez ji vir dernakevim, an go ez ê jî mala we xirab bikim' her wiha Meta Sêvê axaftinên xwe bi van tenê jî xilas nekir "Hûn deyindarên min in, nebêjin 'em ê xaniyek çêkin û xilas bibin ji te' na wila hûn heta û heta deyindarê min in." Li ser vê yekî qeymeqamê demê, talîmateke bi nivîskî jî îmze kir û ji bo xaniyek çêbibe jî talîmat da. Xaniyê Meta Sêvê di çend mehan de temam bû û kete xanî û hemû tiþtên nava malê de jî bi wan da standin. Ev helwesta Meta Sêvê di nava gel de jî wek, pîroz hate nirxandin.


Bûye Gula DTP'ê

Meta Sêvê ligel van yekan, dîsa xwe bernade. Êdî hêzên ewlehiyê jî nikarin, xwe nêzîkê wê bikin. Ji ber ku Meta Sêvê polîs û leþkeran heta û hetayê wan wek deyindarê xwe dibîne û li gorî wê mafê wan qet tune ye tiþtekî jê re bibêjin. Ev yek jî bi wan daye qebûlkirin. Meta Sêvê, piþtî vekirina HADEP'ê re, çûn û hatina wê çêdibe. HADEP, DEHAP û ya dawî DTP'ê re, Meta Sêvê bi dirûþme û helwestên xwe yên radîkal di demek nêz de dibe 'Gula DTP'ê'. Di her þahî, her çalakî, di her helwestî de hûn dikarin Meta Sêvê bibîn in.


'Ez dev ji vê dozê bernadim'

Meta Sêvê dema hîn bû ku em dê pê re hevpeyvîn bikin, di serî de þert danî ber me û got "Ez bi þertê ku hûn bi min re mûameleya 'dîn bûye' nekin, ez ê hevdîtinê bikim". Ji xwe me jî, dema em serpêhatiya hatî serê wê hîn bûn, ji bo wan tiþtên ku bi salan di dilê wê de hîn bibin, wek 'Gula DTP'ê' nêzî wê bûn. Meta Sêvê, dema bi me re diaxivî ew keser, jan û êþa di dilê ku jiyabû, carekê din jî dijiya û vedigot ji me re. Meta Sêvê, di nav axaftinên xwe yê dema serpêhatiya xwe ya bi kul û êþ dikir, her tim navên fermandar an go li gorî wê endamên JÎTEM'ê 'Teyfiqo û Kemalê Serxweþ' dikir û tiþtên hatibûn serê wê ji bîr nedikir. Meta Sêvê, dema qala dayika xwe Hecî Stiyê dikir girîn di qirika wê de dibû girêk û dikir ku rondikan bibarîne. Lê dihat bîra wê ku divê ew xwe jêhatî bike û kêfa dijminê xwe neyine. Meta Sêvê, bi gotinên wekî "Na na wilo ez ê tu caran wan bûyeran ji bîr nekim. Ez ê dev jî vê dozê bernedim. Ev têkoþîna min e, min bi jiyanê ve girê dide. Binêrin ez ê dev ji vê dozê bernedim. Xwedê û pêxember wê þahid bin, heke Apo jî dev ji vê dozê berde ez bernadim" êþ û jana dîtiye kurtebar kir. Meta Sêvê nezewiciye.

08-05-2008 11:25   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 08-05-2008 11:25  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 08-05-2008 11:25
Views: 19
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;