Piþtî pêþpirsnameya ku birêz Hasîp
Kaplan da meclîsê ku navê herêm û gundên me pir bi zanebûn û
bi þeytaniyeke bozbeyarî hatine guherandin xist rojeva çapemenî û
hibiralêsan, êdî her roj li ser vê mijarê nivîsek tê
nivîsandin.
Bi rastî mijareke ku gelekî dereng jî maye. Lê belkî
heta niha derfeta ku doz bikin û bibêjin heyra bo çi ew navên ku
bapîr û dapîrên me li cih û warên me, li gund û bajarên me
kiribûn we guhertin? Birastî birêz Hasîp Kaplan tilha xwe danî
ser kuwînêrek a ku bi salan hilgirtî mabû. Ez dizanim dema ev
kuwînêr bê teqandin-derkirin dê dil û kezebên gelek fêlbazan
jan pê keve, lê ez ê jî hinekî tujikê xwe din bin re rakim.
Tenê behsa guhertina navê gundan tê
kirin. Kes nabêje armanca wan çi bû ku nav guhertin.
Armanca guherandina gund, bajar, cih û
warên kurdan çi bû, ez ê jî li gorî zanîn û fikra xwe þîrove
bikim.
Bê guman sedema herî bingehîn nefî
û koçberî ne. Bi taybetî kurd her tim bi nefî û koçberiyan re
rû bi rû mane. Eþîr ji hev du veqetiyane, neçar mane ku beþek
biçe herêmeke din. Her wiha bavik, êl, eþîr neçar diman ku ji
ber setema bozbeyariyan her yek bi aliyekî welat ve nefî bibe. Û
bozbeyariyan wek noka tu li kêvir bidî, her yek ji wan bi hêlekî
welatê bêwêrt ve koçber kirine. Ew jî ne bes bû, dilê
bozbeyariyan bi vê terteleyê jî rihet nebû, îcar jî li dû þopa
wan þopandin ka çawa dijîn. Çawa dijîn, rewþa wan çi ye,
jiyaneke kurdewar dijîn an jî hinekî hiþê wan hatiye serê wan.
Bi “birayên xwe” re kelijîne yan na…
Lê kurd asî ne, serhiþk in, zû bi
zû bi neyarê xwe ve nakelijin, xwîna wan li wan nakele; cihê ku
biçin ger ev war li serê heft çiyan be jî dê navên warên ku jê
bar kirine-neçar mane ku jê bar bikin bidin, cihê ku konê xwe tê
de vedane.
Mînak; eþîra Muqrî-Muqriyanî li
Rojhilata Kurdistanê ye. Di demên berê de ji ber pesta
bozbeyariyan û ya Lawê Fêro ji hev zerziliye û mîna nohka li
kevir bidî tert û belav bûye. Baskek ji vê eþîrê hatiye li
derdora Midyadê niþtecih bûye, gundek ava kiriye û navê eþîra
xwe lê daniye. Navê vî gundî Miqrê ye, di navbera Midyad,
Nisêbîn û Hezexê de ye….
Yekî din, îhtîmalek a herî mezin di
salên 1071 û virdetir bozbeyarî-tirk destên xwe yên qirêj
xistin nav dewleta Merwaniyan û bira li ber birê rakirin, berdan
hev du û di encamê de ew dewlet hatiye ruxandin û ew jî mîna
Muqriyaniyan ji hev belav bûn, beþek ji wan çûn di keleha ku îro
navê gundê ku dawî di binê quntara kelehê de ava kirine û navê
wî danîne Merwaniyê de xwe parastine. Erê, Merwaniyê jî di
navbera Heskîfê, Kercewsê de ye û ez bawer im tu kesî Merwanî
belkî nizane ku ew ji ezbeta Merwaniyan e…
Dîsa eþîra ‘Etmana-‘Etmanka
heye. Ev eþîr jî bingeha wê li Rojhilata Kurdistanê ye. Ew jî
wek bi sedan eþîr û xanedanan ji ber pesta setema bozbeyariyan, an
jî farisan koçber bûye û li her çar hêlên welêt belav bûye.
Baskek wî bi hêla Merdînê ve teriqiye, yê din hinek li derdora
Bedlîs Mutka, Hezo niþtecih bûye, yê dinê jî heya Meletê
pijiqiye. Niha li Meletê bi navê Etma hem gund heye, hem jî bi
dehan gundên Etmanan hene…
Mînaka çarem jî eþîra Sûrçî ye.
Eþîra Sûrçî bingeha wê li Baþûrê Kurdistanê ye. Ew jî ji
heman setem û hovîtiyan koçber bûne û niha baskekî wê eþîrê
jî li derdora Stewra Merdînê ye. Her çendî ji wan re Surgûçû
bê gotin an jî gotine lê ew ji eþîra Sûrçî ne…
Îca ez ê pirsekê ji xwendevanan
bikim. Gelo ji bo çi navê gundên me guhertin? Çima navê
Merwaniyê veguherandin (Ýrmakli) ez navê Miqrê û ‘Etma ya
Meletê nizanim ka ew kirine çi. Bi sedan mînakên van dikarim
bidim, lê ji bo feraseta wan a qirêj bê fêmkirin ev bes in.
Kurdên reben ji bo ku navê eþîr, gund û herêmên wan winda
nebin, navê eþîr, gund û herêmên xwe bi xwe re birin û deþt û
çiyayê ku tê de niþtecih dibûn ew nav li wan warên xwe yên nû
dikirin. Lê feraseta xwînxwar ji bo ku tu car û tu deman ev kes,
eþîr bi ser hev du ve nebin, ji ber hev winda bibin, yekî Muqrî
bê hemd neyê rastî Miqriyên Midyadê neyê, Surçî bi ser
Sûrgûçiyên Stewrê ve nebin, ‘Etmankî dema werin li pismamên
xwe bigerin bi ser ‘Etmankiyên Omeriyan, ên Meletê ve nebin û
hew xwe li hev û din nedin hev, komikan çênekin, birêxistin nebin
navê gund û herêmên wan guherandin. Wan digot dema hinek ji wan
bêtin û bipirsin dê rastî pismamên xwe yên biþaftî werin ên
ku navên gundên wan bûne Bayrakli, Turkalý, Irmaklý Bayýrlý
Bozbezli û her wekî din …
Tiþtekî hê balkêþtir jî deranîna
zagona paþnavan e. Feraseta derxistina paþnavan jî heman feraseta
guherandina navê gund û herêman e; belkî hîn jî kambaxtir e.
Mînak; berî derêxistina zagona
paþnavan her beþên civakê bi navê eþîra xwe, bi navê bavikê
xwe dihatin zanîn. Dema hewarek dadiket çi li hember dewletê, çi
jî li hember eþîrên dijber, yek radibû dengê xwe li eþîra xwe
yan jî bavikê xwe dikira “Rabin ser xwe Heverkîno îro
Hevêrkaniye” dema wisa bigotana, eþîra Heverkiyan hemû ji koç
û mal dest diavêtin tiving û rext û xencerên xwe û bi yek carê
amade dibûn. Lê mixabin bi derketina zagona paþnavan re eþîr,
bavik ji hev parçe parçe bûn. Belkî hûn bibêjin çawa? Ez ê
niha ji we re bêjim. Mînak; Ez Wezrînî me. Wezrîn baskekî Aþîta
ye ku pir ji kevn ve ji eþîrê qetiya ye û ji hezar salî zêde ye
ku ev gund ava ye. Du bask e ev gund. Mala Hisên û mala Qaso yan jî
Þehlî. Gundekî serbixwe bû Wezrîn. Di navbera çar eþîran de
serxwebûna xwe diparast. Dema þerê wan û yekê ji van eþîran
derketa ji civandina wan re yek gotin bes bû. “ Rabin ser xwe
Hisênkîno, dest bavêjin çapiliyan..” Tenê bes bû ku hemû
Hisênkî di çend kêliyan de li hev biciviyana…
Lê piþtî ku paþnav bi wan ve
zeliqandin tenê Hisênkî bûne 30-40 parçeyî. Û ya herî mixabe,
tenê yên ku paþnavên wan yek in, xwe xizm û pismamê hev du
dihesibînin. Li ser vê yekê ez ê mînakeke pir balkêþ ji we re
binivîsim û dawî li vê mijarê bînim.
Di salên 1965’an de dibistaneke ku
ji sac ango baraka ku jê re dibêjin li gundê me yê nû Difnê
çêkiribûn. Mala Xwedê ava wê çaxê em ji çaxê mektebê derbas
bûbûn, me zêde di berqefaka xwe de nebiþavtin. Birayê min,
kurmamê min û keçpismama bavê min bi hev re diçûn dibistanê.
Keçmama min Wesfiye ji bavê xwe tenê ew keç bû, zarokên mektebê
li Wesfiyayê dixin, bela xwe tê didin, dijûna jê re dibêjin lê
ne birayê min, ne jî kurmamê min lê xwedî dernayên. Rehmetiyê
bavê min jî ji dûr ve li vê rewþê temaþe dike. Piþtî ku
zarok têne malê bi birê min û birazê xwe de hêrs dibe; “ Kuro
bênamûsno, çima zarokan li dotmama we dide û we dengê xwe
nekir?” Çi bêjin baþ e ev her du zarok hûn dizanin? “Bîze
ne, o Yaman’dir, bîzîmkî Akdag’dir niye kariþalim” (Ji me
re çi, paþnavê wê Yaman e, ê me Akdag e. Çima em ê ser re
werin”. Lewre di malbata me de 30-40 paþnav hebûn. Baþ tê bîra
min bavê min ji vê yekê pir hêrs bûbû hema bêje li ser vê
yekê ders dida me û dijûnî vê feraseta xasûkî ya qirêj
dikirin… Bi vê mijarê ve girêdayî dixwazim xasûkiyek
bozbeyariyan a ku li ser goristana qedîm a ku jê re goristana
Mecûsiyan dihat gotin pêk anîn vebêjim. Ev goristan li Heskîfê
bû.
Sal 1968 bû, ez bawer im. Pira Heskîfê
a nû ku inþaeta wê qediya bû, plana riya ku dê biçûya Kercews
û Midyadê di nav wê goristana qedîm re derbas dikirin. Jixwe berî
ku pir çêbe plana ku rê di nav goristanê derbas bikin, hatibû
xêzkirin. Ew jî ne bes bû, ji niþka ve serokwezîrê Tirkiyeyê
yê humanîst û ê xoþewîst fermanekê derdixe ku ha hakê ji gelê
Heskîfê yên di wan þikevtên kevnare de dijiyan re xaniyên
“hemdemî” çêbikin. Dê 245 xaniyên belaþ ji welatî û
“birayên” xwe yên heskîfî re çêbikirana. Qaþo li erdekî
rast ku bikariya 140 xaniyan tê de çêkin digeriyan. Lê ew ger û
lêkolîn jî xasûkiyeke ji ya bozberiyan bû. Lewra ji zû ve cihê
ku wan xaniyên wek qinikên mirîþkan li ser çêkiran hatibû
diyar kirin. Ew jî ser wê goristana qedîm bû. Gorê Kurdistanê
hemû çêkirîbûn. Kêlê goran metreyek bilind û neqiþandî bûn.
Kêla bênivîs hema bêje tunebû. Li ser gelek kêlikan sembola
rojê hebû. Lê me belengazên xwedê, hay ji van nivîs û dawera
rojê tunebûn. Qaþo zanyarên me Mecûsî jî kafir dizanibûn û
wisa hînî me kiribûn. Ji xwe dayik û bavên me ji zû ve bûbûn
korê zanyariyê. Her wiha mîzkirina bi wan kêlikan ve xêr bû li
gor “zanyarên” me. Lê bozbeyariyan wateya wan kêlên bi
dawerên rojê ji zû ve dizanîbûn. Ditirsiyan ku zarokên kurdan
di pêþorejê de bixwînin û ew jî bi wateya wan nivîs û daweran
bihesin. Lewra dîroka kurdan di wir de veþartî bû. Ji ber wê
yekê bi lez û bez dozerê xwe berdan ser û her der sererast
kiribûn. Ew kêlên ku her yek ji wan dîrokçeyek bû, hûr û hela
kiribûn û xistibûn riknê wan xanîkên weke koxikan. Xwezî
xanîbûna jî. Ez ber wê jî nakevim, bêedebî û bêsinciya herî
mezin bozbeyariyan çalên mitêvskên( tuwalet) wan xaniyan bi
destên kurdan li ser gorên bapîrên me dan kolandin û bi me bixwe
rojê sê caran bi gora pêþiyê me de dane kirin. Ango me xwe bi
xwe bi gora pêþiyê xwe ve dikir. Gelo bêsincîtiyeke wiha di
dinyayê de hatiye dîtin?
This entry was posted on 07-05-2008 12:15 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 07-05-2008 12:15 Views: 49
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 49