• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow GAP jiyana kurdan dijwartir dike
GAP jiyana kurdan dijwartir dike Binivîse E-posta
 
gap562.jpgRAHMÎ YAGMUR

GAP ne ji bo kurdan e

Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, îlan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pakêta herêmî ya pêþvebirinê ya bi milyaran YTL ku di nav de projeya GAP’ê jî heye dê bidine destpêkirin.

Projeya GAP’ê ku Demîrel, Ozal û Ecevît jî di dema îktîdara xwe de anîbûn rojevê, di 40 salên dawîn de her tim di rojevê de bû. Pisporên mijarê balê dikiþînine ser ku bi projeya GAP’ê çareseriya pirsgirêkê bidin aliyekî, jiyana kurdan a civakî û aborî dijwartir kiriye û destnîþan dikin ku GAP’ê ji kurdan zêdetir kêrî nifûsa ku li rojavaya Tirkiyeyê dijî bê. Pisporê Akademiya Zanistan a Rojhilat ê Rûsyayê Nodem Masekî destnîþan kir ku Tirkiye bi projeya GAP’ê ligel bidestxistina kontrola li ser heyînên xwezayî, dixwaze karta avê ku li herêmê heyatî ye bixe destên xwe.

Pisporê rûs Nodem Masekiyê ku bi navê “Bikaranîna Heyînên Xwezayî yên li Kurdistanê” pirtûkeke wî ya du cildî heye, bal kiþand ku projeya GAP’ê esas ne ji bo wilayetên kurdan, ji bo rojavaya Tirkiyeyê hatiye plankirin. Masekî bi ANF’ê re axivî û got: “ Mebesta projeya GAP’ê ya li pêþ bidestxistina enerjiya erzan a ji bo Tirkiyeyê ye. Nîþandana hikûmeta tirk a wek navgîna çareseriyê qurnaziyeke polîtîk e.”


Pisporê rûs Masekî diyar kir ku heyîna avê herî qasî petrola Kerkûkê girîng e û wiha nirxand: “Dema behsa hêyînên xwezayî yên bala her kesî diçe ser petrola Kerkûkê. Lê belê avên Kurdistanê jî herî kêmtir qasî petrolê heyînên girîng ên enerjî û jiyanê ne. Bi destpêkirina kontrola li ser avê û bi vê ve bidestxistina enerjiyê planên li ser Dîcle û Feratê jî pêþde çûn.


Berê Sûriye û Iraqê sûd wedigirtin

Li Tirkiyeyê Ataturk fermana lêkolînkirina van avan dabû. Yên ku ev lêkolîn kirin, di sala 1936’an de Komîsyona Feratê ava kirin û dest bi xebatan kirin. Encax di sala 1970’an de bi bilindbûna bihayê petrolê re Tirkiyeyê ji bo hilberîna enerjiya erzan li ser avên li Kurdistanê dest bi avakirina bendavan kir. Kebanji van a pêþî bû. Piþtî Kebanê Sûriye û Iraqê fêmkirin ku Tirkiye avên Mezopotamyaya Jor kontrol dike bertekên mezin nîþandan. Dîsa di heman salan de ji bo hî zêdetir ji çavkaniyên enerjiyê sûdwergire projeya GAP’ê pêþ xist.


Avaya komprodor a nû

A rast enerjiya erzan a ji GAP’ê tê girtin ne li Kurdistanê, bajarên Tirkiyeyê tê bikaranîn. Ji niha bi 32 milyaran pere hatine razandin. Dibêjin ku ev bendavên ji bo avdanê bên bikaranîn. Lê belê Tirkiye vî karî pir bi plankirî pêk tîne û plankirin û avakirina van bendavan, pergala avdanê avahiyeke komprodor a nû diafirîne.

Jixwe gundiyên kurd ne hatine wê astê ku cotkariya plankirî pêk bînin. Pereyên ku kurd bi cotkariyê qezenc dikin, ne wê astê de ne ku standardê jiyana wan biguhirîne. Wek ên ku li Rihayê bi vê qadê sûdwerdigirin pirên wan hevkarên dewletê yên axa û û wek wan in. Jixwe li Tirkiyeyê aboriya cotkariyê, ne ew avahî ye ku kêrî bilindkirina asta halxweþiya gundî û gelê ji rêzê bike. Gundiyên ji rêzê ew xizan in ku her tim di sînorê birçitiyê de dijîn.


Bo bendavan kurd ji warên xwe bûn

Erdnîgariya Kurdistanê ji bo bendavan pir guncaw e. Rewþa cografyayê bo pêkhatina golên bendavan guncaw e. Pergala birha(debî- mîktara herikîna avê) robaran, dest dide ku li ser kontrol pêk bê. Dîsa iqlîm, ji bo ku pêþî li çêbûna hilma zêde digire jî kafî ye. Lê bes di serî de Keban, çêkirina bendavên Ataturk, Bîrecik, Karakaya bi hezaran kurd ji cih û warên wan kirin.

Bi rastî jî Turgut Ozal, difikirî ku li Kurdistanê avaniya demografîk biguherîne. Dizanibû ku hîkariya(bandor) bendavan dê ji bo vê yekê bibe. Piþtî wî ev yek Tansu Çillerê bi rêbaza leþkerî kir û bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe bûn. Bi van koçberkirinan ve marjînalkirina beþeke kurdan hat hedefkirin. Qasî rêbazên leþkerî nebe jî çêkirina bendavan jî bû sedema terkkirina bi sed hezaran kurdan ji warên xwe.

Wek mînak; mîna ku di çêkirina bendava Ilisû det derkete holê, çêkirina bendavan de tu nirxên madî û manevî li ber çavan nehate girtin. Di çêkirina vê bendavê de, tunekirina nirxên dîrokî yên kurdan wek mebesteke sereke hat destnîþankirin.

Bendava ku di demên dawî de li Dersimê çêkirina wê tê plankirin, li ser riyên þervanên kurd tê re derbas dibin û geliyên ku girîngiya wan jeopolîtîk e. Ango dewleta tirk ji bo ku kontola leþkerî pêk bîne jî bendavan çêdike. Ku em van tevan didin rex hev, dev jê berdin pirsgirêka kurd çareser bike, projeya GAP’ê jiyana kurdan a civakî û aborî dijwartir dike.


Ferat û Dîcle karta Tirkiyeyê ye

Piþtî 20 salan Iraq, Sûriye û Tirkiye ji bo hevpar bikaranîn Çemê Ferat û Dîcleyê ji nû ve dest bi hevdîtinan kirin. Tirkiye dibêje ev her du çem jî di nav sînorên dewleta wan de dizên û israr dike ku ji bo wê jî bi her awayî mafê tesarufê di destên wan de ye.

Iraq û Sûriye jî dibejin ev çem yekpare ne û bal dikiþînin ku beþek ji wan çeman jî ji welatê wan re derbas dibe, ji bo bikaranîna wan çeman divê berjewendiyên her sê dewletan li ber çavan bên girtin û di yekê de israr dikin.

Iraq hinekî polîtîktir nêzik bû, siyasetmedarê kurd Latîf Reþîd anî wezîrtiya Heyîna Avê ku ji bo wê pir girîng e. Reþîd ji bo bikaranîna avê xwest ku komîsyona sêalî bê fonksiyonelkirin.

Ev lihevnekirinan û guhertina iqlîmê bû hincet ku Tirkiyeyê Konvansiyona Avê ya ku Neteweyên Yekbûyî di sala 1887’an de ji bo îmzeyê vekiriye imze nekir. Ji ber Tirkiye li ser van çeman dixwaze kontrola xwe pêk bîne.

Ev çeman mîna rehên Kurdistanê ne, ev çem bi tevî milên xwe çar parçe ango bedena wê dorpêç dikin. Dema Kurdistan hate parçekirin ev çem jî hatin parçekirin û li ser wan mafê tesarûfê bi dest xistin. Mesela irkiye bi enerjiya elektrîka ku ji van çeman bi dest dixe li hember Kurdistana Baþûr wek kartekî bi kar tîne.


Maceraya serokwezîrên tirk a GAP’ê

Wextekî ji Demirel re digotin ‘qralê bendavan’. Wî daboriyê de digot kuem ê li Rojhilata baþûr(Guney Dogu) bendavan çêkin, em ê wan deran avdin. Bi vî awayî pirsgirêka kurd dê nemîne. Piþtî wî Ecevît û Ozal gotin. Niha jî Erdogan vê yekê dibêje. Yên beriya wî çiqas çareser kirin ew ê jî ew qas çareser bike. Dewleta tirk 50 salên dawî ji bo kurdan û dewletên eleqedar bixapîne vê projeyê derdixe pêþ. Lê tu encamê dernaxe ev.

Ji ber ku pirsgirêka kurd beriya her tiþtî problemeke polîtîk e. Heke Tirkiye bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, divê beriya her tiþtî dev ji zihniyeta mêtîngehker berde. Tirkiye ji çand û polîtîk nêzikahiyan bigirin heta her tiþtî pêkanînên li Kurdistanê bi mentiqê metîngehker dike. Divê Tirkiye berî her tiþtî vê derbas bike.”


27-03-2008 12:32 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-03-2008 12:32. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment. Last update on 27-03-2008 12:32
Views: 80    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;