Nameya Osman Pînç ku ji girtîgeha Elbîstan þandî di destê me de ye. Niha jî em li hest û dxwazên Osman guhdarî bikin:
Merheba Rêheval Jîr,
Berî destpêkê ez di kesatiya te de silav û rêzên xwe ji hemû xebatkarên Dengê Mezopotamya re diþînim. Dixwazim xwe hinekî bidim naskirin. Demeke dirêj li herêma Zagrosan mam. Piþtî kongreya 5’emîn hatim herêma Erzeromê. Gundê min Hesûna yê ser bi navçeya Melezgira Mûþê ye, gundekî li ber ava Muradê hatiye damezrandin e û dîroka wî diçe dema neolîtîkê. Sala 1997’an em bûn dîlê destê dewleta tirk. Êdî dixwazim werim ser mijara xwe.
Hevalê hêja komploya 15’ê Sibatê hê jî didome. Armanca Ewropa derxistina þerekî kurd û tirkan e. Pêwîst e em ciwanên kurd û ciwanên tirk ên ku baweriya wan bi biratiya gelan û demokrasiyê heyî, vê lîstikê xira bikin. Di vir de herî bêtir rayedar û rêveberên dewleta tirk pêwîst e gavan bavêjin.
Hevalê hêja, mijareke min a din jî ev e ku birayê min ev 17 sal in di nav þervanên azadiyê de ye. Agahiyên me û malbatê qet jê tune ye. Herî dawî min sala 1994’an ew li Çarçêla dîtibû û êdî haya min jê nema. Dayika min pir bi temen e û dibêje “Hema ku ez hê nemirime, min careke din dengê wî bikira” her wiha bi pêwana we me agahiyek jê bigirta em ê xweþhal bûbûna. Navê birayê min Siracedîn Pînç e, navê wî yê kod Mûnzur e ji gundê Hesûna yê ser bi navçeya Melezgira Mûþê ye.
Belê hevalê hêja em wiha bûn evîndarê çiyayên xwe. Weke ku ereb evîndarê Mekeyê û cihû jî evîndarê Qudsê ne, em jî herî bêtir evîndarê çiyayên Kurdistanê yên azad in.
Ez bi pêwana radyoya Dengê Mezopotamya silavên xwe ji xwîþkên xwe Herdem, wesîle, Gulbahar, Hîdayet, Mazbure re, ji Nûrcan, Îkram, Ozgul re, ji birayên xwe Ebûbekir, Feyzûlah, Hemdûlah û Bulent re diþînim hemûyan ji dil û can hembêz dikim. Ez silav û hezkirinên xwe ji dayîk û bavê xwe re jî diþînim û destê wan radimûsim.
Osman Pînç Ji Girtîgeha Elbîstan
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 27-09-2007 18:30. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 27-09-2007 18:37 Views: 192
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 192