| 'Divê AKP tercîhekê bike' |
|
|
Riya AKP’ê þaþ û temenê
wê kurt e
NAVENDA NÛÇEYAN
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ku bi parêzerên xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk anî, li ser geþedanên dawî yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn, Cîhan û pirsgirêka kurd peyamên gîrgîng dan. Ocalan bi bîr xist ku heke AKP xwe neguherîne temenê pir kurt e û got ku Amerîka dê destûrê nede ku Îran û Tirkiye operasyoneke hevpar li dar bixin.
Ocalan, destnîþan kir ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê didomin û wiha dom kir: "Ji ber ava ji qirika min tê, dengê min ketiye." Ocalan, anî ziman ku rojnameyan hefteyê heft caran na, 3-4 rojan didin wî û got; "Di rojên din de çima rojnameyan nadin nizanim. Hinek kovaran jî nadim. Ev 8 sal bûn, min kovara Bîrîkîm digirt, lê di demên dawî de nadin. Ev tiþtek keyfî ye. Di van de tiþtek bi guman nîn e, kovarên zagonî ne, lê nadin. Min rojnameya Tarafê heta niha tenê carekê girt. Di navberê de min rojnameya Þafakê girt. Rojnameyên dan min, beþên wan ên der barê Newrozê de hatibûn sansurkirin. Wêneyên Newrozê ji rojnameyan derxistibûn. Mantiqa vê ev e; qaþo ez ê wêneyên Newrozê yên di rojnameyan de bibînim û bi vê yekê moralê bigirim, vê asteng dikin. Nirxên min ên moralê girêdayî çend wêneyên di rojnameyan de derdikevin nîn in, hîn kûrtir in."
'Operasyon dê nakokiyeke mezin çeke'
Ocalan, li ser hevdîtinên di navbera Tirkiye û Îranê de li dijî PKK'ê tên kirin jî rawestiya û wiha axivî: "Li Enqereyê hevdîtin, didomin. Bawerim, Tirkiye û Îran hewl didin ku biryara operasyona hevpar derxînin, lê zor e. Ji ber Amerîkayê operasyona hevpar gelekî zor e. Heke çêbibe, dê nakokiyek mezin derkeve, destûrê nadin vê yekê, bawer nakim ku bidin."
'Li gorî herêman netewetî pêþve birin'
Ocalan tesîra cihûyan a li ser tirkan û siyaseta tirkparêz rawestiya wiha got, "Li gorî rewþa her herêmeke netewetiyek pêþve bir û li ser van netewetiyan bûn hakim. Yên ku li Tirkiyeyê jî netewetî pêþve birin, cihû ne. cihûyên wekî Leon Kahun, Hermann Vambery teorîsyenên tirkayetiyê ne. Ev tirkayetî bi Ziya Gokalp re dom kiriye, piþtre bi Nîhal Adsiz, Turkeþ dom kir û niha jî bi Bahçelî dom dike.
Mustafa Kemal li dijî vê talukeyê demekê li ber xwe da, lê piþtre bi wan re li hev kir. Îsmet Înonu û yên din zor da ser Mustafa Kemal ku bi wan re li hev bike. Bawerim nirxandinên min têkildarî Mustafa Kemal kirine, bi awayekî berfireh tên nîqaþkirin. Niha di navbera Erdogan û Baykal de nîqaþa Mustafa Kemal-Îsmet Înonu heye. Taha Akyol jî dibêjê 'Kîjan Ataturk'. Rast e, 'Kîþan Ataturk?' Taha Akyol hinekê fêm kiriye, lê bi kurahî na. Mustafa Kemal piþtî bi wan re li hev kir, li ser xebatên wekî Saziya Ziman a Tirk û Saziya Dîroka Tirk ên tên zanîn mijul bû, fikrên xwe yên di vî warî de pêþve birin. Menderes jî, xwet ku vê netewetiyê, vê sîstemê hinekê nerm bike, lê destûr nedanê. Wekî ku hinekê ji nav derket lê hat, lê ew jî ji holê rakirin. Ev sîstemek wisaye ku serokwezîrek, hikûmetek bi tena serê xwe nikare, ji holê rake."
'Cihû li ser netewetiya kurd jî rawestiyan'
Ocalan, daxuyand ku Cihû li ser netewetiya kurd jî rawestiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Baþûr jî, netewetiyek wekî vê pêþve bir. Hewl dan ku netewetiya kurd jî li wir bikin yek û kontrol bikin, haya me jî jê nîn e. Dê hemû kurdan bi wir ve girê bidin û li wir kontrol bikin. Dê hewl bidin ku Baþûr bikin cihek wekî Emiriyên Ereban, Katar ê. Pere, wê ji faktorên leþkerî-siyasî, encamek girîngtir derxîne. Vê yekê dizanin. Bajarên beriya niha li Londra, Amsterdamê çêkirine, piþtî çarsed pênçsed salan li Suudî, Katar û niha jî li Baþûr ava dikin."
10 milyon betalên Rihayê
Ocalan, li ser nirxandinên xwe yên beriya niha têkildarî para karkirinê ya tekel û þîrketên li Tirkiyeyê kirin bûn rawestiya wiha pê de çû: "Min beriya niha di vê mijarê de hinek reqem dabûn. Bi tesadufî Mehmet Þîmþek jî piþtre daxuyanî da. Got ku þîrketan 5 qat kar kiriye -tam 5.4-. Hema bêje rêjeyek wekî reqema min dabûn e. Yanî yên sed milyarî didin, pênçsed milyar kar kiriye. Vê yekê wezîrek dibêje, muhtemelen rast e. Min agahiyên xwe yên der barê þîrket û tekelan de hîn jî pêþ ve bikin, hîn jî pêþve dibim.
Dema evên hanê evqas kar dikin, gel mehkûmî birçîtî û bêkariyê tê kirin. Ev berhema polîtîkayek bi zanebûn e. Projeya ku jê re dibêjin Projeya Baþûrê Rojhilatê Anatolyayê jî wiha ye.
Qamyon werdigerin, tê de karkerên demsalî hene, hemû jî mirovên herêma me ne. Roja borî dîsa qamyonek wergeriya, 9 karker mirî ne, her sal bi vî rengî bisedan kes dimirin. Dibêjin li Rihayê pirsgirêka bêkariyê heye. Axa Rihayê dê 10 milyon mirovan xwedî bike. Heke fersendê bidin min, ez ê li ser van axan di nava 10 rojan de pirsgirêka bêkariyê çareser bikim."
'Temenê AKP'ê 5 meh an jî salek e'
Ocalan, bal kiþand ku temenê AKP'ê 5 meh an jî salek û wiha ev tiþt anîn ziman: "AKP êdî nikare zêde xwe bigire. AKP an dê rewþa xwe ya heyî bi parêz e û bi vî rengî wekî CHP û MHP'ê marjînal bibe, an jî dê demokratîk bibe. AKP'ê ev 5 salin bi awayekî xirab, bi polîtîkayên berjewendî hewl da ku gel îdare bike. Ol jî ji bo berjewendiyên xwe bikar anî, lê AKP êdî nikare van polîtîkayên xwe bide domandin, ne artêþ, ne Amerîka û ne jî gel destûrê nade vê yekê. AKP, li duryanekê ye, divê tercîhekê bike."
Banga ji bo hikûmetê
Ocalan, bang li hikûmetê kir û wiha got: "Heke pêþveçûna demokratîk û çareserî çêbibin, dê gel qezenç bikin. Ez jî dê ji bo çareseriya demokratîk hewldana pêwîst nîþan bidim, ji bo vê hêza min jî heye. Behsa danîna çekan tê kirin. Dema çareserî çêbû, çek dê çima bimînin.
Tiþtê em dixwazin, bila mafên demokratîk ên kurdan nas bikin, bixin bin ewlehiyê. Heke ev çareserî çêbibe, di rojekê de dê çek bêne danîn."
Xweserî û birêxistinbûna kurdan
Ocalan, ji kesên beþdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne jî re silav þandin û got: "Ji gelê me yê li Suriye, Îran, Iraq, Rusya û Ewropayê, ji hemû kesên tevlî pîrozbahiyan bûne re diþînim. Dikarin li cihên lêne, birêxistinbûnên xwe yên xweser pêþve bibin. Ewropayê, ev bi qismî pêk aniye, lê divê hîn pêþve bibin û kûr bikin. Kurd dikarin li gorî xweseriya her cihekî xwe birêxistin bikin. nêrînên min ên têkildarî sîstema KCK'ê beriya niha hatibûn aþkerakirin, tên zanîn."
Ocalan, got ku difikire pirtûka bi navê 'Dîrok Çi ye?' ya Karl Popper, çend pirtûkên der barê dîroka cihûyan de, pîrtûka 'Sîstema Cîhanê' bixwîne. Ocalan got: "Texmîn dikim ku moral û motîvasyona gelê me baþ e. Hemû gelê me silav dikim."
'Nikarin 301'ê rakin'
Ocalan, anî ziman ku li Tirkiyeyê du alî hene û wiha got: "Li aliyekê CHP û MHP ku netewetiya hiþk temsîl dikin hene, li aliyê din AKP heye. Netewetiya MHP'ê, wekî feraseta xweda-dewletê netewetiyek hiþk e. Ecêp e, AKP jî dibêje xwenda-dewlet. Di vî warî derdu bi heman rengî difikirin. Netewe-dewlet jixwe ji xwedatiyê tê. CHP jî girêdayî locaya mason a Fransayê ye. Feraseta hiþk a berê ya Fransayê ecibandiye. Ev tirkayetî, tirkayetiyek sunî ye. Niha li ser tirkayetiya di xala 301'an de nîqaþê dikin. Nikarin 301'ê ji holê rakin, hewl didin ku bi guherin, biguherin jî, di bingeha wê de tiþtek nayê guhertin. MHP û CHP gelekî li berxwe didin, aciz dibin. Tirkayetiya van, tirkayetiya Yunus Emre, Mevlana, Karacaoglan, tirkmenan nîn e. Tirkayetiyek sunî ye. Li Tirkyiyê tirkayetiya Rojnameya Hurriyetê pêþve birin. Hurriyet her roj dibêje 'Tirkiye ya Tirkan e' Barzanî jî dibêje 'Kurdistan a Kurdistaniyan e'."
'Nikarin PKK'ê xilas bikin'
Rêberê PKK'ê Ocalan, da zanîn ku nikarin PKK'ê xilas bikin û wiha domand: "Balefirên bêmirov difiroþin Tirkiyeyê, her cura teknîk û çekan didinê û bi ser PKK'ê de berdidin. Zemînek, derfetek ku dê wan di nava PKK'ê de pêþve bibin, çêdikin. Ya rastî ev helwesta Amerîkayê, ji bo herdu aliyan tehdît e. Yên ku vê yekê pêþve dibin, li dijî Tirkiyeye, PKK'ê di hazirê de digirin. Bi temamî xilas nakin, PKK'ê wekî herêmek tampon amade digirin. Dibêjin 'emê ji bo xilaskirina PKK'ê alîkariya te bikin' îþte amûrên leþkerî didinê, balefiran. Lê destûrê nadin ku PKK'ê xilas bikin jî. Li hemberî Tirkiyeyê di destê xwe de digirin. Ev polîtikaya 'kêrûþ bireve, tajî bigire' ye. Beriya niha jî ingilîzan polîtîkaya 'seyan bi herve berdin' dimeþand. Ya rastî KDP û PKK yek in, tû nikarî ji hev veqetînî. Ez vê ji bo ku PKK'ê rexne bikim, nabêjim, ji ber ku li dijî wan im, nabêjim, bi awayekî objektîf rewþ ev e. Li dijî Îranê jî PJAK. Dibe ku bixwazin li ser vê mudaxeleyî Îranê bikin. An dê Îranê teslîm bigirin, an jî dê paqij bikin."
"Dema min 30 sal beriya niha di nivîya salên 1970'yan de, xwest vê têkþînê pêþve bibim, gelek astengiyên wekî DDKO, KUK, Ala Rizgarî derxistin pêþiya me.
Min lê nêrî ku her rêxistinek ji wan bi awayekî cihek girtiye, ev astengî bû. Yekê digor, tû nikarî derbasî rojhilatê xeta Riha-Çewlikê bibî, lê min zor da û derbas bûm. Yê din li aliyekê Colemêrg girtibû digot 'tu nikarî derbas bibî', yeke din digot 'tû nikarî sînor derbas bikî', yên din digot, 'tu ji vir, derbas nabî'.
Min jî got nexêr divê sînor rabin, divê em derbasî her derê bibin. Divê em pêþve biçin. Min zor da wan û min sînor derbas kirin."
Pîppa Bacca bi bîr anî
OCALAN, li ser bûyera kuþtina jina bi navê Pîppa Bacca ku ji bo tevkariya aþtiyê dixwest ji Îtalyayê biçe Îsraîlê, lê li Tirkiyeyê hate tecawîzkirin û kuþtin jî ev tiþt gotin: "Vê bûyera dawî, bûyera bûka aþtiyê Pîppayê, tiþtên min beriya niha li ser jinê û çanda tecawîzê gotibûn, bi awayekî sembolîk rast derxistin. Bûkaniyên spî li xwe kiribûn. Min beriya niha jî gotibû; ya rastî bûkanî na, kefen e. Ev tenê bûyerek e, her roj 2 qatî vê bûyer tên jiyandin û 2 qat tecawîz pêk tên. Bi vê munasebetê Pîppayê bibîr tînim."
'Bila bûka aþtiyê bike roman'
Ocalan, têkildarî nameyên ji girtîgehan ji wî re tên þandin jî wiha axivî: "Nameyên ji girtîgehan tên, ji ber peyvên wekî, Rêber, Rêberê Kurd nayên dayîn an jî tên sansurkirin. Yên li girtîgehan, di hinek mijaran de nameyên baþ dinivîsin, li ber hinek mijaran baþ mijul dibin. Lêhûrbûna bi vî rengî ya girtîgehan baþ e. Divê ev xebat bên domandin. Tukan Îpek a niha li Girtîgeha Uþakê ku carinan nameyên wê ji min re tên, li Ewropayê mabû. çanda wir jî dizane. Dikare herdu çanda gêre bike û bûyera bûka aþtiyê bike roman. Di nameyên ji min re tên, behsa hezkirinê tê kirin. Ez wisa tenê hezkirinê girîng nabînim, ev pêþve nabe. Ji zarokatiya xwe ve li dijî vî terzê hezkirinê bûm, vî terzî qebûl nakim. Tenê hezkirin, hezkirina dozîn (içgudu) a girêdayî fêmkirinê nîn e ye. Hezkirina dayikê ev hezkirin e. Ez hezkirina dayikê girîng dibînim, lê divê hezkirin tenê girêdayî dozînê nebe. Ez jî dibêjim, hezkirina bi wate. Heke hûn min fêm bikin, fikrên min fêm bikin, ev ji bo min girîng e. Hezkirina min, fêmkirina fikrên min e. Heke hûn min fêm bikin, hewl didin ku fêm bikin, ev gelekî girîng e."
'Kurd winda nakin'
OCALAN, li ser gotinên Alîkarê berê yê Musteþarê MÎT'ê Cevat Oneþ, ên têkildarî netewe dewletê rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevokek Cevat Oneþ girîng e. Ya rastî ew hevok ji bo artêþê jî peyamek e. Dibêje 'Divê netewe-dewletê bînin rewþek nerm.' Yanî dibêje netewetiyek nerm. Ev girîng e. Rapora MÎT'ê jî wiha ye. Pekî dê karibin artêþê îkna bikin? Dê karibin dewletê, hikûmetê îkna bikin? Zor e. Polîtîkayên artêþê, polîtîkayên hikûmetê, polîtîkayên Amerîkayê yên têkildarî Rojhilata Navîn destûrê nadin vê yekê. Amerîka dê niha çi bike? Dê tirk û kurdan bi hevre berda. Dê wekî Îsraîl-Filîstînê lê bê, lê çi dibe bila bibe, di vî þerî de kurd winda nakin, dê serkeftî derkevin. Hêza birêxistin a kurdan heye, derfetên wan hene. Nabin aliyê ku þer winda dike. Heke Tirkiye di vê rewþa heyî de israr bike, dê encama wê wekî Iraqê lê bê, lê ez þerê tirk û kurdan nxwazim. Yên þer dixwazin, li gel van hemuyan çima nayên û bi min re na axivin? Ji ber ku heke bi min re bi axivin, dê maskeyê li ser ruyê wan bikeve. Ez ji van re dibêjim, 'xwedayên bê maske'. Dê van hîn jî bi hevre berdin. Sedema operasyona li Botanê jî ev e. Dê li wir herêmek tampon ava bikin. Vê bi zanebûn dikin. Jixwe þerek heye. Tirkiye ketiye nava vî þerî, pozîsyona xwe ya di vî þerî de girtiye. Dive ev bê fêmkirin."
Tevgerek Demokratîk a Alternatîf
OCALAN anî ziman ku li hemberî van hemûyan, li Tirkiyeyê li dora Kongreya Komara Demokratîk tevgerek dikare bê pêþvexistin û ev tiþt gotin: "Dikarin di çarçoveya rêzgehên demokrasî, aþtî û antî-tekel de tevgerek bê pêþvexistin. Rewþenbîr, derdorên çepgir, derdorên demokrat, dikarin Tevgerek Demokratîk a Alternatîf pêþve bibin. Wekî hikûmetê nebe jî, dikarin avahiyek alternatîfa hikûmetê ava bikin. Heke ev çêbibe, dê bêkariya li Tirkiyeyê kêm bibe, mehane zêde bibin, aþtî pêk bê, li Tirkiyê dê zulm raweste. Ez nabêjim dê ev hemû çareser bibin, lê heke hêzên demokratîk, ji bendava sedî 10 derbas bibin û sedî 20 rayan bigirin, dê zulmê ji 5 qatan daxînin 2 qatan. Heke ev tevger, çarçoveyek pragmatîk diyar bike û li gorî wê bixebite, wê di çareseriya pirsgirêka kurd, bi giþtî jî çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê de mesafeyek bê bidestxistin. Li Tirkiyeyê dê demokrasî jî, aþtî jî pêk bê. Tiþta ez dibêjim ev e, lihevkirina demokratîk, aþtî ye. Heke xebatek baþ bê kirin, dê riyek girîng bê meþandin. Min Akademiya Siyaseta Demokratîk pêþniyar kiribû. Ev mijar dikarin li wir jî bêne pêþvexistin. Dikarin vê akademiyê vekin û dest bi xebatan bikin. Ev pêdiviyek girîng e."
Akademiya Siyaseta Demokratîk
Ocalan, li ser mijara jinê jî ev tiþt gotin: "Ez mijara jinê fêm dikim. Di pirtûkên xwe yên berê de li ser rawestiyam. Ezê dîsa li ser vê mijarê binivîsim. Di zanim ku jin min diþopînin. Divê baweriya jinan bi wan hebe, xwe têrî bibînin. Divê ji zilaman jî gelek tiþtan hêvî nekin. Ji kesên xwe ji kesayetiya feodal rizgar nekiriye, ji têkiliyan xilas nebûye, rizgar nebûye -ev ez jî bim' dûr bisekinin. Heke zilamekê xwe ji têkiliyên feodal rizgar kiribe, li gorî fêmkirinê û hevaltiyê xwe pêþve biribe, hûn dikarin wî zilamî qebûl bikin, jê hez bikin. Ji vê hezkirinê re hinek dibêjin 'hezkirina pêxemberan' hinek jî dibêjin 'hezkirina xweda'. Jin dikarin di pêþvebirina aþtiyê de rolê bigirin. Parka ku jinan li Kayapinarê vekirî heye. Dikar ji wê parkê derkevin rê û destpê bikin. Ji bo jinan dikarin Akademiya Siyaseta Demokratîk a Jina Azad vekin. Divê li ser vê akademiyê zanîna jinê bê pêþvexistin û gelek jin bêne perwerdekirin. Ez ilmvanî, oldarî, zayendîtî û netewetiyê van herçana jî bi taluke dibînim. Bila ji van dûr bisekinin. Di çarçoveya zayendîtiyê de na, li gorî azadiyê gelek tiþtên dikarin bikin hene. Ji hemuyan re silavan diþînim, serkeftinê dixwazim. Projeya me ya Komara Demokratîk heye. Ji bo pêkhatina vê projeyê xebata parlamenterên jin, dê bi wate be."
Users' Comments (0) |
|
| Only registered users can comment an article. Please login or register. |
No comment posted
| Jêr; A beriya wê | A piþtî wê jor; |
|---|
![]() |
| Edîtor |
![]() |
| Cemîl Bayik |
![]() |
| Yildiz Gultekîn |
![]() |
| Adil Zozanî |
![]() |
| Ahmet Dere |
![]() |
| Azîz Ogur |
![]() |
| Burhan Erdem |
![]() |
| Ehmedê Huseynî |
![]() |
| Hemîd Dilbahar |
![]() |
| Hevî Berwarî |
![]() |
| Musa Anter |
![]() |
| Îrfan Babaoglu |
![]() |
| Kakþar Oremar |
![]() |
| Luqman Guldive |
![]() |
| Mem Mîrxan |
![]() |
| Mizgîn Bîngol |
![]() |
| Necîbe Qeredaxî |
![]() |
| Omer Dilsoz |
![]() |
| Rênas Jiyan |
![]() |
| Taha Xelîl |
![]() |
| Xelîl Xemgîn |
![]() |
| Rêþad Sorgul |
![]() |
| Yaqob Tilermenî |
![]() |
| Cemal Þerîk |
![]() |
| Mizgîn Aydin |
![]() |
| Rizoyê Xerzî |
Views: 182