• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Dilê evîndar ber bi azadiyê ve dimeþiya
Dilê evîndar ber bi azadiyê ve dimeþiya Binivîse E-posta
 
Nûjiyan li Rihayê ji dayik dibe, heta þeþ salî li welat dijî. Piþtî temenê xwe yê þeþan malbat diçe Ewropayê. Ji bo Nûjiyan pêvajoyeke nû dest pê dike. Çiqas zirûf û derfetê Ewropa ji bo Nûjiyan zehmet be jî zû hîn dibû, di hemû aliyan de dixwest her tiþtî fêm bike. Bi haval Nûjiyan re tiþta herî bala mirov dikiþand hezkirina mirov û zindîbûna wê bû. Derûdor ji vê zindîbûna wê matmayî diman. Ev taybetmendiyên wê dihiþt ku di dibistanê de û di nav hevalê xwe de pir bê hezkirin.

Çiqas Nûjiyan mezin dibû ew qas jî nakokiya nasnameya wê jî pê re mezin dibû. Ev nakokiya nasname û azadiyê ji wê re deriye nû vedikirin. Têkoþîna wê ew ber bi azadiyê ve dibir. Lewre di gel hemû derfetên jiyana Ewropa, ew pê dihesiya ku hindek tiþtê kêm hene. Ji ber ku ew pergal ji lêgerîna wê re ne dibû bersiveke erênî. Temenê wê biçûk bû, wê ev baþ dizanî û ji bo bikeve nava tevgera azadiyê ji xwe re li rê û rêbazan digeriya. Lê di gel ku temenê wê piçûk bû jî, ji bo tevli rêxistinê bibe temenê xwe mezin dida nîþandan. Nûjiyan di 15 saliya xwe de tevli nava refên azadiye bû. Tevlibûna wê li ser esasê biçe çiyayê azadiyê ye. Ji bo vê jî di perwerdehiyê de bi zindîbûn û cewherê xwe bala hemû hevalan dikþand ser xwe. Hevala Nûjiyan ji bo biryara çûyîna welat derxîne, pir ked dida. Bi hemû ked û hewildanên xwe biryara derketina xwe ya çûyîna welat bi hevalan da pejirandin. Ji ber ku wê nedixwest li Ewropa kar bike. Piþtî perwerdehiyê bi coþeke pir mezin li benda vegera warê evîna azadiyê bû, di dilê hevala Nûjiyan de xeþikbûn weke navê wê li nûjenbûnê digeriya . Ji bo xwe vegera welat weke vegera li cewherê xwe bû.

Bi hatina xwe ya welat pir kêfxweþ bû. Her çiqas zehmetî dikiþand jî vê yekê bi kesî nedida hesandin. Di kûrahiya dilê wê de hestên evîna azad geþ dibûn û neqþê azadiyê bi hebûna xwe dipêça. Agirê di dilê wê de mezin dibû û evîna wê her ku diçû bi xwezayê re dibû yek. Gava ku min Nûjiyan li çiya despêkê dît ez þaþ mam. Guherînên mezin di wê de çêbibûn. Bi coþ û peroþ bû. Di jiyana xwe de li tiþtê bi wate digeriya. Gava ku dikeniya mirova di çave wê de zarok bûna wê didît. Bi qasî ku temenê wê biçûk bû jî her tim weke mezinekê xwe li hemberî erkên mirovahiyê berpirsyar didît. Xwe li gorî pêdiviyê têkoþîna azadiyê amade dikir.

Pir bi lez û bez bû, weke perperokê dijiya. Min gelek caran ji wê re digot: “Çima tu ev qas bi lez î? Lê bersiva wê tenê kenên li ser lêvên wê bû.” Ji min re wiha got: “Baþ li rûyê min mêze bike, dibe ku tu careke din nebînî.” Lê dîsa ez matmayî mam. Sekna wê pir cidî bû, piþtî wê axaftinê, min li rûyê wê mêze kir. Çavên wê dibiriqî, dîsa ken li ser lêvên wê belav bibû. Ew dîmenê wê yê balkêþ qet li ber çavê min naçe. Piþtî wê qutbûnê min her hêvî dikir careke din ez ê wê bibînim.

Berfa spî çiyayên Kurdistanê xemilandibû, mirina sipî careke din nêzik bûbû. Di 20’ê sibata 2003’an de Nûjiyan bi pênc hevalê xwe re di bin berfa spî de ma. Lê hevala min a delal çima ew qas zû çûy? Niha li her derê çiyayên Kurdistanê rûyên wê yê bi ken, çavên wê yên birqonek û sekna wê ya asî tê ber çav êmin. Oxirbe ji te re Nûjiyan oxira te ya xêrê be...

ÞERDEM EDESSA


27-09-2007 18:40
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-09-2007 18:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment. Last update on 27-09-2007 18:41
Views: 247    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;