MalMalForum Di vê kaosa Rojhilata Navîn de Pirsgirêka Kurd
Di vê kaosa Rojhilata Navîn de Pirsgirêka Kurd
ABDULLAH OCALAN
Nêzîkbûneke rast ji
bo rastiya Kurd ji her demê zêdetir girîng bûye.
Kaosa li Iraqê ji ber pirsgirêka Kurd e. Wek xala sereke
ya rojeva cîhanê tê guftûgokirin ku wê
ev kaosê çawa li dawiyê were hîþtin. Di vî
warî de texmîneke xurt jî nayê kirin. Hêza
çareseriyê ya þaristaniya Rojava têrê nake.
Hewl tê dayîn mîna piþtî þerên cîhanê
bi projeyên mezin ên navnetewî çareserî
were dîtin.
Li herêmê diltepînî û
qirqilandineke mezin heye. Ji rejîmên heyî, ti ji
xwe piþtrast nînin. Siberojê çi bi xwe re bîne
diyar nîne. Ji aliyê din ve, rastiya jê re “teror”
tê gotin, berovajî îdîayan zêde dibe.
Terora rastîn jî çiye nayê gotin. Di nav
kaosa bi mij û moran de bûyerên bêyom li
naverastê digerin. Tevî hemû tiþtî çav
li hêviya þeveqa azadiyê ne.
Demeke nû dest pê dike ku
tê de êdî Kurd wek berê nayên
rêvebirin. Eger Kurd bixwazin jî wê nikaribin
jiyana xwe ya kevin a bi lanet bi serdemê re dewam bikin.
Tesîrên her roj ên ji der ve û hundur wê
çareseriya di rastiya Kurd de bi lez bikin. Alî û
awayê çareseriyê wê tempo û taybetiya
hêzên li pratîkê destwerdin diyar bike. Mîna
rola Îsraîlê di himbêza Ereban de lîst,
fena ku Kurdê jî li gelemperiya Rojhilata Navîn
bilîzin. Li Iraqê bi ferzkirina dewleteke federal a Kurd,
wê li herêmê modela netew-dewlet a hiþk navendî
bihelîne. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin her roj dixe
lêpirsînê. Cihê Kurdan di nav projeyê
de yek ji mijarên girîng e. Dibe ku têkiliyên
Kurdan, DYA û Îsraîlê hînê
zêdetir stratejîk bibin. Divê bandorên vê
yekê li ser herêmê baþ werin fêmkirin. Hêja
ye ku mirov guftûgo bike, ka gelo, li herêmê ji bo
Kurdan demeke tijî îxanet dest pê dike, yan jî
li herêmê wê bibin stêrkeke bilind dibin.
Têkiliyên Kurdan ên navxweyî, bi dewlet û
cîranên wan re yekem car stratejiyên herêmî
pir kûr eleqeder dike. Em ketine pêvajoyekê li ser
têkiliyên Kurd-Ereb, Kurd-Îran, Kurd-Tirk serî
tê êþandin.
Li aliyê din, gelo partî û
tevgerên Kurd ên berpirsiyar ji bo rastiya Kurd têra
jinûve avakirinê, çalakî û fikrê
dikin; gelo helwestên netewparêz ên paþverû,
sosyalîzma reel û lîberal dikarin bersivê
bidin roja me ya îro; gelo çawa dikarin xwe ji aliyê
îdeolojîk ve nû bikin û hêza zêhnî
bi dest bixin? Pêþengiya Kurdistana Iraqê wexta gavên
hemû Kurdan û heta hemû gelên herêmê,
dewletên wê eleqeder dike diavêje têra xwe bi
berpirsiyarî tevdigere? Gelo, dikare karektera xwe ya ferdî
îstîsmarker û berjewendîxwaziya teng a
kevneþopiyê li dawî bihêle? Bêguman ev pirs
hînê jî girîngiya xwe diparêzin.
Pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên
li her parçeyê Kurdistanê ji nû ve dikevin
rojevê û divê çareseriya qabîliyeta wê
ya bi cih anînê hebe were hilberandin. Ji bo êþên
hewce nakin zêde nebin, xebatên bi tesîr ên
demokratîk ên girseyî girîng dibin. Ji her
demê zêdetir girîng e ku bi uslûbeke nû
ya polîtîk îhtimalên çareseriyê
bêne nirxandin. Divê ev þêwazên çareseriyê
gefan li sînoran nekin. Li her parçeyê Kurdistanê
lêgerînên çareseriyê yên paþve
nayên xistin di rojevê de ne.
Di van sî salên dawiyê
de wek hêza pêþeng PKK serhatiyên wê
girîngiya xwe diparêzin. Pirsgirêkên
çepgiriya dunyayê di salên 1968 û 1990’î
de jiya, tîna xwe da PKKê. Xeta partiyê ya di
navbera sosyalîzma reel û rizgariya netewî de ji
ber zextên giran ên ji der ve û ji ber kêmasiyên
mezin ên hundurîn yekcar nekarî potansiyela xeta
xwe nîþan bide û bi rêxistin bike. Bi pratîkeke
nîv-gerîllatî û nîv-serhildêrtî
rê li ber wendahiyên bê mane vekir. Her ku çû
pratîkên komên asî, çetewarî û
aware nirxên bi hewldanên mezin hatibûn afirandin
qedandin û tasfiyeyeke fiîlî ferz kirin. Tevî
hemû hewldanan, piþtî sala 1995’ê PKK ji cewherê
xwe yê rastîn veqetiyabû. Ezmûnên KADEK
û KONGRA GEL, KKK û KCK’ê ji aliyê
guhertinên teorîk, stratejîk û taktîk
ve dihat maneya jinûve avakirinê. Avahiya kadroyên
kevin ji bin vê yekê nekarî rabe. Keslandiya di
cewherê xwe de bi parçebûnên berçav
bi der da. Bi navê xwedîderketina li mîrateya erênî
Jinûve Avakirina PKK’ê wek gaveke li dijî
tasfiyekariya çepgir û rastgir hati fikirîn. Di
demekê de ku Kurdistan ji her alî ve dikeve pêvajoyeke
nû, hewce ye hemû bûyer berfireh werin analîzkirin,
pêdiviya bi rexne-rexne lixwegirtinê û hewceyî
ji nû ve bi destnîþankirina erk û wezîfeyan
heye.
This entry was posted on 30-03-2008 10:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 30-03-2008 10:33 Views: 108
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 108