Di Dewleta Osmaniyan de, yên
nemisilman, ji 14 saliyan bigirin heta 75 saliyan, di jiyana xwe de
carekî gere bacekî giran a bi navê “cîzye” bidana dewletê.Ji
xeynî vê, bacek din jî hebû;, baca ku ji misilmanan bi navê
“oþûr” dihate standin li wan jî ferz bû. Lê bi navekî cuda;
xerac!..
Wê demê leþkerî ji bo welatiyan
îmtiyazek girîng bû lê ew, ji wê jî bêpar bûn.
Ji qirna 15’an heta nîveka 19’an,
gêlên nemisilman ji hêla cil û bergan ve jî hatibûn
astengkirin. Wek mînak; dema desthilatdariya Sultan Selîmê III. de
(1761-1808) gere sol û kumikên ermeniyan sor, yên cihuyan hêþîn,
yên rûman reþ bûn. Yên nemisilman, gava siwarî biketina nava
þêniyên misilman divê ji hespên xwe peya bibûna, gava peya
nebûna ev yek wek îlana þer dihate hesibandin. Gava rûniþtî
bûna divê ji ber misilmanan rabûna ser piyan. Dîsa ew nikarîbûn
xaniyên xwe ji yên misilmanan bilindtir çêkirana. (ERYILMAZ,
Bilal Osmanli Devleti’nde Millet Sistemi, Agaç Yayinlari, 1992,
rup.33. ) Gava ermeniyek bimira ji bo veþartinê divê ji þaredariyê
destûr bihata stendin. Ev destûr bi zimanê dijminahiyekî wisa tûj
dihate nivîsandin ku tu mirovek xwedî wijdan nedipejirand…Wek
mînak; “we ji me re ragihandiye ku kafirê bi navê Hagop mirar
bûye. Her çiqas beratê wî yê gemarî ne layîqê axa me ya piroz
be jî, bo ku bêhna wî ya genî umeta Mihemed aciz neke em destûr
didin ku hûn wî bikin çal…”Ev cûre nivîsên fermî heta dema
Padîþah Mehmûdê II. dikudîne.(bnr.Antranik Ozanyan, weþanên
Pêrî.2003) Dîsa di sedsala 17’an de li gorî zagona sultan,
kesên nemisilman, dema ji malên xwe derdiketin kolanan, bo ku bên
nasîn divê zengilek bi piyên xwe ve girêbidana. Misilman gava
rastî yên nemisilman dihatin, di þûna “esselamû
eleykum”(silavê Xwdê li we be), gere bigota “essamû eleykum”
ku wateya vê peyvê; “ezabê xwedê li ser we be” bû.(di
zarokatiya min de ev cûre silav ji bo eleviyan jî dihate
bikaranîn) Bi qewlê birêz Baskin Oran, di Dewleta Osmaniyan de
gelên misilman “milletê hakîme”bûn. Lê, yên nemisilman bi
her awayî “miletê mehkûm e” bû. Di bin van þert û mercên
ev qas giran de, serhildanên gelên xirîstiyan bi her awayî rewa
bûn.
Di sedsala 19’an de li tevahiya
Dewleta Osmaniyan de bazirganî ji % 80 destê kêmnetewên
nemisilman de bû. Li Wanê ev rêje digihîþt ji % 98’an û hema
bigire bi tevahî di destê ermeniyan de bû (C. J.Walker, Armenia
The Survival of A Nation,New York,1980 Rûpel:138). Ev rewþ li
tevahiya Kurdistanê çi kêm çi zêde wek Wanê bû, ji ber ku
kurd, bazirganiyê, çandiniyê, hunerên bi destan-yên wekî
koþgerî, solbendî, hesinkerî, aþvanî hwd.- Karên derî esaletê
didîtin û yên ku bi van pîþeyan emel dikirin wek “reayayên bê
rûmet” dihesibandin. Desthilatdariya siyasî û leþkerî (kurd bi
giranî jê mehrûm bin jî) destê misilmanan de bû, lê mixabin
kapîtal ketibû bin lepên xrîstiyan û cihûyan. Ev çîna
“hemdema burjûva”, wek li hemû cihanê, bibû motora
afirandêriya neteweperweriyê. Ji ber vê yekê gelên misilman di
hêla netewîbûyînê de gelek dereng man .(bnr; La Cýtoyenneté
Turque Et La Questýon Kurde Unver Unal, Unýversýté Lumýère
Lyon 2 Instýtut D’études Politiques) .
Di sedsala 19’an de, neteweperestiya
tirk a ku dijberiya kevneþopiya monarþiyê dikir, cara pêþîn di
nava çîna bûrjûvaziya biçûk de (di rastiya xwe de jî pir
piçûk bû û hevsarê wê di destê dewletê de bû) xwe da der.
Gelê tirk bi girseyî di nava xizaniyeke bêhempa de, bi çandiniyê
debara xwe dikir. Lê, axa ku li ser dijiyan jî di destê
arîstokrasiya ku “bi navokê bi dewletê ve girêdayî” de bû.
Ji bo sazkirina çîna bûrjûvaziyeke serbixwe û dorfireh, pêþengên
neteweperestiya tirk çav berdabûn hebûna gelên nemisilman. Bi ya
wan, “afirandina bûrjûvaziya neteweyî” bi qirkirina wan û
talankirina mal û milkên wan pêkan bû û ev çîna hemdema bi
nîjadkî tirk, wê pêþengiya avakirina dewleteke neteweyî ya
“tirk” bikira. Ev xebata tunekirina “yên ne ji wan” bi
padîþah Evdilhemîd destpê kir, ta talana 6-7 îlona 1956’an bi
hovitiyeke nedîtî kudand, berdewam kir.
Di vê pêvajoyê de, bi taybetî, ji
despêka Þerê Yekemîn ê Cihanê heta roja îro, ewilî
polîtîkaya komkujî û miþtexîkirinê, bi awayekî din ;
“þûþtina Kurdistanê ji kurdan”, lê di heman demê de
asimîlasyon bûye para kurdan.
This entry was posted on 09-05-2008 10:31 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 10:31 Views: 48
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 48